ENQERE – Kordînatora SAMER’ê Yuksel Genç diyar kir ku gotinek AKP’ê ya samîmî nemaye û got: “Bi taybetî ev sê sal in kurd polîtîkaya AKP’ê li dijî xwe dibînin. AKP’ê têkildarî pirsgirêka kurd qadek dê waadê wê bide nehiştiye.”
Kordînatora Lêkolînên Civakî û Siyasî (SAMER) Yuksel Genç hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê nirxand. Yuksel destnîşan kir ku AKP ji bilî zimanê “Xwişk û birayên min kurd” nikarin derekeve pêş û got: “Di 16 salên AKP’ê de di warê pirsgirêka kurd herî zêde vê demê zoriyê dikişîne. Sedemê vê yekê referandûma li Başûrê Kurdistanê ye û sedemên din jî destwerdanên li dijî Efrîn û Kerkûkê ne. Dizanin ku kurd li dijî vê yekê bi bertek in. Ev 3 sal e qewimînên mîna li Sûr, Cizîrê û cihên din wek dijbûna kurdan dixwînin. Têkildarî kurdan ewqas tişt xerakirin, bi xwe ne bawerin dê birêkûpêk bikin. Çunkî tişta vegera wê zehmet e pêk anîn.”
‘GOTINEK WAN SAMÎMÎ YA JI BO KURDAN NÎNE’
Genç da zanîn ku bal kişand ser tifaqa AKP û MHP’ê û wiha got: “Ditirsin kurdan tev li vê blokê bikin. Kurdên AKP’î jî di nav de gotinek AKP’yan a samîmî dê ji kurdan re bêje nîne. Bi taybetî ev sê sal in kurd polîtîkaya AKP’ê li dijî xwe dibînin. AKP’ê têkildarî pirsgirêka kurd qadek dê wadê wê bide nehiştiye. Êdî tiştên bêjin nîne û bêjin jî tu bersiva wê nîne.”
Genç bal kişand ser bêdengiya AKP’ê ya di hilbijartinê de ya ji bo kurdan û got: “AKP bi zanebûn xwe bêdeng dike, dixwaze bertekê nûjen bike. Dixwaze ev bertek nebe sedema windakirina dengan.”
‘TÛRA EWIL JI BO KURDAN GIRÎNG E’
Genç herî dawî bal kişand ser polîtîkaya AKP’ê ya li dijî kurdan û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Di xebatên me li qadan de meşand, em dibînin ku kurd bi wek hilbijartinek awarte lê nanêrin. Kurd dixwazin xwe bidin nîşandan. Ji ber vê yekê tûra ewil a hilbijartinê ji bo kurdan girîng e. Kurd di fikirandina nîşandana hebûna xwe de ne.”
MA / Selamî Aslan