ÊLIH - Qeyûmê ku tayînî şaredarniya Êlihê hatibû kirin, li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar tl deyn li pey xwe hişt.
Piştî ku DEM Partiyê şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatibûn kirin dîsa paşve stendin, deynê wan yek bi yek derdikeve holê. DEM Partiyê di hilbijartina 31'ê Adarê de Şaredakriya Êlihê dîsa paşve stend. Hevşaredarên DEM Partiyê yên Êlihê lîsteya deynên qeyûm yek bi yek aşkere kir û bi raya giştî re parve kir. Li gorî lêkolînên hevşaredaran Qeyûm li ÊLihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar tl deyn li pey xwe hişt.
Hevşaredaran lîste li pankartê xist û li kolanê darve kir. Li gorî lêkolînê deynê qeyûm qelem bi qelem wina ye:
* Daîreya Bacê: 71 milyon û 267 hezar û 52,98 tl
* Saziya Ewlehiya Civakî: 17 milyon û 353 hezar 967,25 tl
* Îdareya Taybet a Bajar: 9 milyon û 795 hezar 573,03 tl
* Krediyên Bankayê: 684 milyon û 15 hezar û 570,38 tl
* Muhasebe û Defterdarî: 8 milyon û 697 hezar û 591,53 tl
* Ajansên Pêşxistinê yên Îdarî û Herêmî: 5 milyon û 585 hezar 319 tl
* Teminat û amenet: 60 milyon û 354 hezar 619,77
* Xezîne: 423 milyon û 581 hezar 972,63
* Firma: 640 milyon û 787 hezar 935,43 tl
* Heqê cemawerîkirinê: 35 milyon û 312 hezar 64,78
* Heqê DEDAŞ'ê: 43 milyon û 525 hezar 697,13
* Heqê Banga Bajaran: 189 milyon û 748 hezar 516,74 tl
* Deynên Îhaleyan: 863 milyon û 951 hezar û 195,26. 444 tl