Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin

  • rojane
  • 13:05 22 Nîsan 2024
  • |
ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, der barê encama civîna MYK û Meclisa Partiyê de axivî û diyar kir ku ew ê nexşerêya xwe bi siyaseta rêya sêyemîn pêş bixin û wiha got: "
 
 
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, der barê encama civîna Meclisa Partiyê û Lijneya Rêveber a Navendî de li Navenda Giştî ya DEM Partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Dogan, ewil 126'emîn salvegera rojnameya Kurdistan pîroz kir û wiha got: "Tevî bedelên giran rêya heqîqetê berdewam dike. 
 
 
Dogan, anî ziman ku di civînê de nexşerêya xwe diyar kirine û wiha got: “Em wekî DEM Partiyê dixwazin di hilbijartina 31'ê adarê de kê ji bo çi winda kir û kî ji bo çi bi ser ketin bi pere parve bikin. Jin û ciwan tevî hemû zext tundiyan bi awayekî herî xurt û çalak tev li xebatên hilbijartinê bûn. Hemû beşdarên DEM Partiyê tevî hemû zextan xebatên hilbijartinê berdewam kirin. Di encama vê xebat û têkoşînê de DEM Partî bû heviya vî welatî. Bû heviya welatekî demokratîk, azad û bi rûmet." 
 
LI HEMBERÎ DEM PARTIYÊ DERFETÊN DEWLETÊ SEFERBER KIRIN
 
 
Ayşegul Dogan anî ziman ku partiyên îktîdarê li dijî DEM Partiyê hemû hêz û derfeta dewletê seferber kirin û wiha axivî: "DEM Partiyê li dijî partiyên ku derfetên dewletê dan pişt xwe şer kir. Ev pêşbirga hilbijartinê di şertên wek hev de pêş neket. Hem derfetên dewletê bikar anî û hem jî Serokkomar Erdogan bi xwe xebatên hilbijartinê meşand. Got 'Yê deng nede xizmet jî ji bo wan tune'. Li Kurdistanê leşker û polîs tev kirin hilbijar û bi hîle û xurteyan xwestin encamê bistînin. Lê tevî hemû hîle û xurdeyan gel dengê xwe da DEM Partiyê. Gel ji rejîma otorîter re got bes e. Hilbijartina rêveberiyên herêmî ne tenê hilbijartinek ji rêzê ye. Di 8-10 salên dawî de li Kurdistanê şaredarî bi destê qeyûm tên rêveberin. Rejîma qeyûm li ser kar e. 
 
DEM PARTÎ PARTIYA TIRKIKEYÊ YE
 
Dogan, da zanîn ku di vê hilbijartinê de hat dîtin ku DEM Partî partiya Tirkiyeyê ye û wiha lê zêde kir: "DEM Partî hem partiya Tirkiyeyê ye û hem jî partiya kurdan e. Partiya ciwan, jin û bendestan e. Partiya xwendekar û karkeran e. Partiya hemû beşên civakê ye. Ji ber vê yekê hevî bi ser ket. Pêşeroj bi ser ket. Partiyên serdest divê êdî gavên nû bavêjin. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêya aştî û demokrasiyê divê gavên şênber û çareseriyê bavêjin. Divê hem muxalefet û hem jî îktîdar vê yekê wisa binirxîne."  
 
JI TECRÎDÊ RE GOTIN NA
 
Dogan bibîr xist ku di pêvajoya hilbijartinê de ji Qers û Wanê meşên azadiyê pêk hatin û wiha pêde çû: "DEM Partiyê piştgirî da vê meşê. Piştî meşê Newroz hat pîrozkirin. Hilbijêrên DEM partiyê yên di 31'ê adarêde çûn ser sindoqê çareserî û aştî xwestin. Li dijî şer û polîtîkayên înkarê, polîtîkayên çareseriya demokratîk xwestin. Ji operasyonan re gotin na. Ji tecrîda li ser Birêz Ocalan tê meşandin re gotin na." 
 
NEXŞERÊ, RÊYA SÊYEMÎN E 
 
Dogan herî dawî da zanîn ku wan di civînê de li ser nexşerêyê jî niqaş kiriye û di encamê de nexşerê wekî siyaseta rêya sêyemîn dane pêş xwe û got: "Me wekî DEM Partiyê ji bo pêvajoya nû li ser hemû  rê û rêbazan niqaş kir. "Ji bo li ser bingeha civaka demokratîk em hemû bawerî, deng u civakan di nava xwe de vehewînin em ê li ser xeta sêyemîn siyaseta xwe berdewam bikin. Di hilbijartinê de hat dîtin ku ji bo DEM Partiyê siyaseta rêya sêyemîn bi ser ket. Nexşerêya me siyaseta xeta sêyemîn e." 
 
 

Sernavên din

23:19 Di meha Nîsanê de 32 jin hatine qetilkirin
22:07 Banga hevrûbûyîna bi Komkujiya Dêrsimê re
20:51 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 93'yan de ye
18:22 Bayindır: Wekî Seyîd Riza û hevrêyên wî gelê Dêrsimê jî li ber xwe dide | HATE NÛKIRIN
17:08 Amedspor bû şampiyon
16:53 Berdana Nûrettîn Çelebî yê 30 sal in girtî ye hate astenkirin
16:45 Kemal Zengîn piştî 30 salan hate berdan
16:35 Ji Edeneyê bang kirin: Ji Seda, Sîbel û Solînê re azadî
16:32 Li Cizîrê tax û kolan di bin avê de man
16:17 Li Edeneyê 2 kes hatin girtin
16:06 Aktîvîstên mafên mirovan: Guvel û Odabaş bila bên berdan
15:49 Li 2 bajaran bangawaziya ‘binçavkiriyan berdin’
15:14 Li 4 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
15:01 Maça Amedspor û Menemenê dest pê kir
14:57 Meclisa Jinan a Egîtîm Senê: Em mufredata zayendperest red dikin
14:41 Li Cizîrê 3 kes hatin girtin
14:36 Di bîranîna Komkujiya Dêrsimê de banga ‘hevrûbûnê’
14:29 ÎHD: Bi Komkujiya Dêrsimê re hevrû bin
13:54 Parêzeran bersiva wezareta got ‘tecrîd nîne’ da: Li Îmraliyê hemû maf tên binpêkirin
13:52 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman ê ev 32 sal in winda ye pirsîn
13:23 Rojnameger Dal ev 9 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:50 Woman Press Freedom: Di girtîgehê de 92 rojnamegerên jin hene
11:42 Hêzên Îranê kolberek bi giranî birîndar kirin
11:02 Kurê Qureshiya hatiye qetilkirin hate girtin
11:01 Li komeke cigareyê zam hate kirin
09:56 Pîroglû: Divê darbeya li AKP’ê hatiye xistin, bi îstîfaya Erdogan dawî bibe
09:48 Di êrişa DAIŞ’ê de 17 leşkerên Şamê hatin kuştin
09:46 Parêzerê Hatîce Yildizê: Divê demildest emeliyat bibe
09:18 Gef li girtiyên hatin îşkencekirin hat xwarin
09:16 'Tecrîd tenê ne meseleya kurdan e'
09:14 Li Hênê cîsmek teqiya: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 193 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 160'an de didome
09:03 Çalakiya madenê di roja 13'an de ye
09:03 Gergerlîoglû: Rojnameger ji ber desthilatê rexne dikin hedef tên girtin
09:03 Berwarî: Çawa Sedam têk çû wê Erdogan jî wiha têk biçe
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Li Licikê cenazeyên 2 karkerên din jî hatin dîtin
03/05/2024
20:55 Qeymeqam wêneyên der barê komkujiya Dêrsîmê de rakir
19:39 Ji DFG, MGK û DÎSK'ê têkildarî roja azadiyê ya çapemeniyê daxuyanî
18:23 Waliyê Hewlerê serdana şaredariya Cizîrê kir
16:37 BES-AR: Enflasyona giştî ji sedî 102,80 ye
16:20 Ciwanên binçavkirî hatin berdan
16:18 Hevşaredarê Êlihê diyar bû
16:10 Şandeya EMEP’ê çû serdana dezgehên çapemeniyê
16:03 Baroya Wanê ji bo parêzerên nû ‘Buroya Ofîsê ya Ciwan’ vekir
15:39 Ji bo Seyîd Riza û rêhevalên wî 40 şitil hatin danîn
15:33 Ji ÎHD’ê nobeta ‘Aştiya civakî û rêzgirtina li vîna gel’
14:23 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê: Ji bo destûra bingehîn pêdivî bi samîmiyetê heye
14:07 Li Mêrsînê daxuyaniya 3’yê Gulanê
13:36 27 saziyên çapemeniyê: Dev ji hedefgirtina çapemeniya kurd berdin
13:20 Li pêşiya TUÎK’ê bang kirin: Reqemên rast parve bikin
13:07 Hevdîtina CHP’ê û DEM Partiyê dest pê kir
12:18 DÎSK Basin-Îş’ê serdana MA’yê kir
12:17 Hevşaredarên Wanê bi rojnamegeran re hatin gel hev
11:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:27 Li pey Celal Başlangiç: Şopdarê heqîqetê bû
11:10 Operasyona leşkerî ya li Geverê di roja 7’an de didome
11:06 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dêrsimê daxuyanî da
10:32 Li gorî TUÎK’ê enflasyona salane ji sedî 69.80’ê ye
10:31 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû
10:30 Li Mêrdîn û Îzmîrê bi ser malan de hate girtin: Derhêner Kesîk hate binçavkirin
10:19 ENAG’ê daneyên enflasyonê eşkere kir
10:18 Li Enqere û Antalyayê 2 jin hatin qetilkirin
09:57 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
09:55 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Fikarên têkildarî azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê zêde dibe
09:19 Di salekê de herî kêm 54 kolber hatin qetilkirin
09:12 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin, 6 jê giran 34 kes birîndar bûn
09:11 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 192 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Xwezayeke efsûnî: Tanîna Sindiyan
09:02 'Binpêkirinên mafan dibin sedema hin binpêkirinên din'
09:00 ROJEVA 3’YÊ GULANA 2024’AN
08:44 Rojnameger Celal Başlangiç jiyana xwe ji dest da
02/05/2024
21:36 Zarokê di protestoyên Wanê de hatibû girtin hat berdan
19:08 Bertek nîşanî mufredata nû dan
18:57 Hemû deriyên wezaretê li ber Emîne Şenyaşarê hatin girtin
16:55 Parêzera ji ber îfadeyên îtîrafkarî dihat darizandin beraet kir
16:44 Berteka li dijî mufredata nû: Bi eşkere îdeolojiya îktîdarê belav dike
15:51 Derbarê Leyla Zana de ceza hate xwestin
15:41 Li rojnamevan Terkoglû 2 sal cezayê hefsê hate birîn
15:33 Platforma Azadî ji Parastinê re: Tevî îfadeyên derew ên şahidan jî biryar hat erêkirin
15:02 Li Qoserê birîna ceyranê hate şermezarkirin
15:01 Rejîma Îranê kurdek bi dar ve kir
14:44 Ji bo Veysî Aktaş daxwaza avakirina komîsyona lêkolînê hat kirin
14:31 Ji bo danişîna Fatma Ogûr a hate qetilkirin bang hate kirin
13:44 Kurtulmuş çû serdana DEM Partiyê: Pêdivî bi paqijkirina rê heye
13:14 Li gundên Amedê operasyona leşkerî hate destpêkirin
13:00 DEM Partî dê biçe serdana CHP’ê
12:58 DEM Partiyê starta kongreya Amedê da: Werin hêz bidin xebatên me
12:43 Kûrtûlmûş serdana DEM Partiyê kir
12:42 Di doza Meşa Şevê ya Femînîst de biryara beraetê hate dayîn
11:55 'Divê têkoşîna sendîkayî xurtir bibe’
11:47 Bultena Tecrîdê: 2 sal 13 meh û 7 roj in ‘agahînegirtineke mûtleq’ heye
11:37 Ji binçavkiriyên 1’ê Gulanê yên Stenbolê 182 jê hatin berdan
11:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Haya wezaretê ji Îmraliyê tune ye!
10:12 Ji bo girtiyê 31 salan mudetnameya nû: Piştî 6 salan dê were berdan
09:38 Peyama 1’ê Gulanê: Bila bûdçe ji bo şer neyê xerckirin