COLEMÊRG - Li Şapatanê, polîsan şeva 16'ê Gulanê avêt ser malên gundiyan û di avêtina ser malê de Temer Şengul û Mehmet Alî Avci îşkence kirin. Avci û Şengul di sala 2017'an de jî tevî bi sedan gundiyan ku di raya giştî de deng vedabû hatibûn îşkencekirin.
Polîsan di sihora de avêt ser gundê Şapatan ê navçeya Şemzînan a Colemêrgê. Polîsan avêt ser malbata Şengul û Avciyê. Di avêtina ser malan de polîsan sifreya ji bo sihora hatibû amadekirin belawela kirin û ferdên malbatê jî derb kirin. Temer Şengulê ku polîsan ew îşkence kir, ji çend deveran birîndar bû. Polîsan bi qundaxa çekê, bi pehîn û kulman li ber çavên zarokên wî Şengul îşkence û birîndar kirin.
NEXWEŞXANE RAPOR NEDA
Şengulê ku bi derfetên xwe çû nexweşxaneyê, serê wî ji 4 cihan hat kêlkirin. Şengul diyar kir ku wî doza raporê kiriye, lê belê nexweşxaneyê rapor endayê û got: "Min bûyer vegot, lê dîsa jî rapor nedan. Bêyî ku li tevahiya bedena min bê nêrîn ji min re gotin 'Temam tu dikarî biçî.'"
Şengul li Midûriyeta Polîsan a Navçeyê giliyê polîsên ku ew îşkence û birîndar kirine kir. Lê belê piştî îfadeyê bêyî ku îmezeya Şengul bê girti, emniyetê jê re gotiye 'em ê li te bigerin' û wî şandine malê. Her wiha nexweşxaneyê rapor neda Mehmet Alî Avci ku di avêtina ser malê de polîsan ew îşkence kir.