AMED - Li Amedê 212 kesan ji bo bernamzetiyê ya parlementeriyê serî li AKP'ê da. Ji van kesan 76 jê muteahît in û her wiha tê îdiakirin ku kesên bi qaçaxçîtiya çekan, torpîl, amadekirina projeyên talankirina Sûrê tên naskirin jî hene û ji bo bernamzetiyê hin malbat pevçûn.
Piştî biryara hilbijartina zordest, gelek kes ji bo bernazmetiya parlementeriyê ya 24'ê Hezîranê serî li partiyan didin. Li Amedê profîla kesên ji bo bernamzetiya AKP'ê serî lê dane balê dikêşin. 212 kesan ji bo bernamzetiyê serî li Serokatiya Bajêr a AKP'ê da. Ji van kesan 182 kes mêr in, 30 jê jî jin in. Her wiha di biniya 25 salan re kesî serî li AKP'ê nedaye. Kesên serî lê daney ji 84'ê wan lîse û dibistana seretayî qedandine. Her wiha dema mirov li gor pîşeyan jî li bernamzetan diner, ji sedî 84 jê kardêr in û ji sedî 74'ê vê rêjeyê jî muteahît in.
Cûma Îçten ku berê ji AKP'ê bû parlementer û li Stenbolê karê îneşatê dike jî serî li AKP'ê daye. Rektora Zanîngeha Dîcleyê ya berê Ayşe Jale Sarac Îçten bi qaçaxçîtiya çekan tawanbar kiribû. Li navçeya navendî Yenîşehîrê ya Amedê kargeha Îçten a çekên nêçîrê difiroşe heye.
Her wiha Abdurahman Kurt jî ku li Stenbolê karê înşeatê dike serî li AKP'ê da. Mîne Lok Beyaz jî ku berê parlementera AKP'ê bû serlêdan pêk anî. Li gorî agahiyên bi dest ketin projeyên rûxandina Sûrê li buroya Beyazê ya li Stenbolê tên çêkirin.
Oya Eronat ku di 2011'an de parlementeriya Hatîp Dîcle ku bi dengekî zêde ji BDP'ê hatibû hilbijartin û paşê ji ber ji doza sereke ya KCK'ê girtîbû hat betalkirin, li şûna wî ji AKP'ê bû parlementer jî ji bo bernamzetiyê serlêdan pêk aniye. Di lîsteya bernamzetan de hîndekarê Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê û endamê MYK'a AKP'ê Prof. Dr. Mehmet Emîn Yilmaz jî heye. 2 sal berê Yilmaz kurê xwe, keça xwe û zavayê xwe li beşa xwe bi cih kiribû.
MALBAT JI BO NAMZETIYÊ PEV KETIN
Her wiha malbatên ku AKP'ê destek dikin jî pev ketin. Ji ber ku di malbatekê de çend kes ji bo bernamzetiyê serlêdan pêk anîna, di navbera bira û pismaman de şer rû daye. Hat hînbûn ku Mehmet galîp Ensarîoglû û pismamê wî Mehmet Faysal Ensarîoglû tev de ji bo namzetiyê serî lê dane û ji ber vê pev ketine. Lê belê tê îdiakirin ku dê malbata Ensarîoglû destekê bide apên xwe yê mezin Salîm Ensarîoglû ku ji ÎYÎ Partiyê bûye bernamzet.
Di malbata Atîkê de jî ji bo bernamzetiyê şer rû daye. Tê diyarkirin ku di navbera Abdullah Atîk û Erdal Atîk ku ji heman lîsteyê bûne bernamzet de gengeşiyeke mezin çêbûye.