DERSIM - Jinên dersimî polîtîkayên jinan ên bloka îktîdarê nirxandin û gotin, ew ê bersiva herî baş di 24'ê Hezîranê de bidin AKP'ê û bêjin "temam".
Li Dersimê xebatên hilbijartinê bênavber didomin. Jinên elewî destnîşan kirin ku ew ê di sindoqan de bersiva kesên polîtîkayên li hemberî jinan bi rê ve dibin bidin.
‘DÊ BI DENGÊN JINAN BENDAV BÊ RÛXANDIN'
Melek Şakar, bi bîr xist mifteya hilbijartina 24'ê Hezîranê HDP ye û bal kişand ser îtifaqên rastgir. Şakar, bi lêv kir ku divê jin li hemberî îtifaqên rastgir sekneke girîng nîşan bidin û dê jin lîstikên qirêj vala derxînin. Şakar got: "Em jin li hemberî hemû çewisandinan li ber xwe didin. AKP di 16 salên îktîdara xwe de her cure taciz, tecawiz û şidet zêde kir. Dê jin di sindoqan de bersiva vê yekê bidin. Dê HDP bi dengên jinan bendavê derbas bike. Loma dengê jinan girîng e. Dê dengên jinan ji derheqê vê pergalê derkeve. Her ku jinên berxwedêr zêde bibin, dê ev îktîdar ji polîtîkayên xwe yên 16 salan poşman bibe."
‘EM Ê JI AKP'Ê RE BÊJIN TEMAM'
Berîvan Dûman jî diyar kir ku AKP jinan diçewisîne û li hemberî vê yekê jin li ber xwe didin. Dûman, anî ziman ku li dijî hemû polîtîkayên şidet û çewisîner dê HDP di vê hilbijartinê de bi ser bikeve. Dûman bang li hemû jinan kir ku daxilî xebatên hilbijartinê bibin. Dûman got: "Divê em di sindoqan de bersiva herî xurt bidin. Ev hilbijartin ji bo jinan pir girîng e. Ji bo rê li ber her cure çewisandinên li dijî jinan bê girtin divê em dengê xwe zêde bilind bikin. Em ê di 24'ê Hezîranê de bêjin temam û wê rawestînin."
‘DIVÊ JIN LI CEM HDP'Ê BIN'
Nazan Karakoç jî diyar kir ku li Tirkiyeyê jin bi zorê ber bi şer ve tên hêlkirin. Karakoç diyar kir ku 16 salên îktîdara AKP'ê berbat e û got: "Divê jin li cem HDP'ê cihê xwe bigirin û bersiva herî xurt bidin. Ji bo pêşeroja zarokên xwe divê em li cem HDP'ê cih bigirin û di refê herî pêş ên xebatan de cih bigirin."