DERSIM - YSK'ê biryar dabû ku dê li her gundî sindoq bên danîn. Lê belê li Xozatê cendirmeyan nivîsek ji Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê re şand û diyar kirin ku ew ê ji bilî 3 gundan destûrê nedin ku li tu gundî sindoq bên danîn. HDP'ê, diyar kir ku bi vê biryarê bikaranîna dengan a gundiyan tê astengkirin.
Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) biryar dabû ku dê li her gundî sindoq bên danîn. Lê belê li navçeya Xozatê ya Dersimê cendirme li dijî vê biryarê derketin. Cendirmeyan diyar kir ku ew ê ji bilî 3 gundên ku navê wan nehat hînbûn destûrê nedin ku sindoq bên danîn û di vê der barê de nivîsek ji Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê re şandin. Endamê Komîsyona Hilbijartinê ya Navçeya Xozatê Înan Dogan diyar kir ku bi vê biryarê bikaranîna dengan a gundiyan tê astengkirin.
‘CENDIRME BIRYARA YSK'Ê NAS NAKE'
Dogan diyar kir ku Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê ji wan re gotiye ku ew ê nehêlin li gundan sindoq bên danîn, lê belê ew ê ji bo îtirazê serî li Serokatiya Desteya Hilbijartinê ya Bilind bidin. Dogan, anî ziman ku cendirme guh nadin biryara YSK'ê û li gorî daxwaza xwe ev biryar girtine Dogan destnîşan kir ku dê ev yek rê li ber hilbijartineke qisûrdar vebike û got: "Li gundan nedanîna sindoqan tê wateya ku dê gundî bi rihetî nikaribin dengên xwe bi kar bînin. Dê mirov mezdûr bibin." Dogan bi lêv kir ku ev yek tê wateya astengkirina bikaranîna dengan a gundiyan. Dogan destnîşan kir ku divê YSK demildest li dijî vê biryara cendirmeyan derkeve. Dogan diyar kir ku ew vê biryarê qebûl nakin û ew dixwazin li her gundî sindoqa bên danîn.
MA / Semra Turan