ENQERE - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, destnîşan kir ku divê partiyên li Meclisê ji hilbijartinên 31’ê Adarê derse bigirin û got: “Hewldaneke demokratîk û aştîxwaz di çareseriya pirsgirêka kurd de derbas dibe.”
Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, bi civîna çapemeniyê ya li Meclisê li dar xist re geşedanên di rojevê de nirxandin. Temellî yê qala hilbijartinên herêmî kir, anî ziman ku dê bi civakê re feraseta rêveberiyên herêmî jinûve têxin meriyetê û taybetmendiya herî girîng a vê serdemê beriya her tiştî jiholêrakirina texrîbatên qeyûman e.
Temellî, anî ziman ku Tirkiye piştî hilbijartinên herêmî li ser bingeheke gelekî cuda ya siyasî rûnişt û da zanîn ku gelek mijar hene ku li ser hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê biaxivin û ya ewil jî binpêkirinên hilbijartinê yên ku wan jiya ne. Temellî yê bal kişand ser veguhestina nêzî 55 hezar hilbijêrên veguhestî wiha got: “Em ê di Meclisê de têkildarî vê pêşniyaznameyên lêkolînê pêşkeş bikin. Meclis neçare ku di mijarê de înîsiyatîfê bigire.
DIVÊ HILBIJARTINÊN ŞIRNEX, BEDLÎS Û QERSÊ BÊN NÛKIRIN
Di serdema pêşiya me de divê Meclis gavên ku pêkanînên wiha bi dawî bike biavejê. Hewce bike divê hilbijartinên Şirnex, Bedlîs û Qersê bên nûkirin. Li Hîlwanê binêrin. Me li wir qezenc kir lê ji ber endamên meclisa şaredariyê yên AKP’ê deng şewitandin, hewl dan hilbijartina me bi dest xistî ji destê me bigirin. YSK neçar maye û biryara nûkirina hilbijartinê daye. YSK di çarçoveya van hemû delîlan de divê biryaran li ber çavan derbas bike û Meclis jî vîna xwe deyne holê. Em daxwaz dikin ku li Şirnex, Bedlîs û Qersê û li navçeyên di heman rewşê de demildest hilbijartin bên nûkirin. Têkoşîna me ya di vê mijarê de dê bidome. Hilbijartinên herêmî, qasî ku bandor li siyaseta herêmî kir dê bandorê li siyaseta giştî jî bike. Serdema pêşiya me dê êdî tu tişt weke beriya hilbijartina 31’ê adarê dom neke. Meclis neçare ku hilbijartinên 31’ê Adarê li ber çavan bigire. Mecliseke ku rewşa siyasî ya di 31’ê Adarê de derketiye holê li ber çavan digire, tenê dikare xebatên tendurist pêk bîne. Kesên ev tablo li ber çavan negirtin, di ajandayên xwe yên kevn de israr kirin, yên ku zor, tundî û şer ferzkirin di 31’ê adarê de dîtin ku ev rê ne tu rê ye. Divê niha ji vê ders bê girtin. Divê Meclis teqez vê dersê derxîne.
MEXDÛRÊN ŞER GEL IN
Şer Rojhilata Navîn dorpêç dike û êşên kûr dihêle. Krîza di navbera Îran û Îsraîlê de nîşan dide ku şerekî mezin li ber deriyê me ye. Ev têkiliya di navbera her du dewletan de ji gelên Rojhilata Navîn re zalimtî û zulmeke mezin e. Her du dewlet jî xwedî pergalên faşîzan, zextkar û otorîter in. Rejîmên ku zilmê li gelê Filistînê dikin li gelê Îranê dikin in. Bêguman gelên Rojhilata Navîn mexdûrên şer û kaosa ku van pergalan afirandiye ne.
Helbet dema mirov dibêje şer, bêguman pirsgirêka kurd derdikeve pêşberî me. Feraseteke dîplomasiyê ya ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd direve, ji bo senaryoya şer her tim li Rojhilata Navîn digere û Wezîrekî Karên Derve, Serokekî Teşkîlata Îstîxbarata Netewî û Wezîrekî Parastinê me temaşe kir. Lê heke pirsgirêka kurd hatibûya xwestin ku çareser bikirina, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd pêkan bûya, îro Rojava gihiştibûya statuya xwe, Herêma Kurdistana Federe xweseriya xwe di bingeheke xurttir de danîbûya îro ev nedihatin serê gelê Xezayê. Îro li Rojhilata Navîn evqas êş nedihatin jiyîn.
DIVÊ TECRÎDA ÎMRALIYÊ WERE BIDAWÎKIRIN
Gelo dê pirsgirêka kurd çawa were çareserkirin? Pirsgirêka kurd encax bi çareseriyeke demokratîk dikare çareser bibe. Kesên ji çareseriya demokratîk direvin, hem Tirkiyeyê hem Rojhilata Navîn hem gelê Filistînê hem jî gelên din têxin nava xeteriyê de. Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê hewldaneke demokratîk û aştîxwaz di çareseriya pirsgirêka kurd de derbas dibe. Bêguman gava vê jî di bidawîkirina tecrîdê re derbas dibe. Êdî Tirkiye di vê mijarê de neçare ku pêdiviya qanûnan, hiqûqê bi cih bîne. Divê demildest tecrîda li ser birêz Ocalan were bidawîkirin.”
Temellî yê qala budçeya Tirkiyeyê kir, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Weke ku me berê jî digot, budçe budçe şer e, sermayeyê ye, talanê û nelirêtiyê ye. Me di serî de got ku bi budçeyeke wiha ne pêkan e ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê bên çareserkirin.
JI BO DANIŞÎNA KOBANÊ BANGA TEVLIBÛNÊ
Hûn dizanin di 17’ê nîsanê de roja çarşemê biryara Doza Komployê ya Kobanê heye. Esas mirov ji vê re bêje doz, li hiqûqê xiyanet e. Em bi weqayeke komployê re rûbirû ne.
Hevalên me, hevserokên me, Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel, Gultan Kişanak û gelek hevalên me yên din ku di vê dozê de tên darizandin ev îdianame parçe parçe kirine. Ev pergala bêhiqûq, ev pergala derqanûnî darizandine. Ji ber vê yekê ev doz pûç û vala ye. Ev îdianame, ev mutala pûç û vala ye. Em vê mutalayê jî vê dozê jî qebûl nakin. Em ê di sibeya 17’ê nîsanê saet di 10.00’an de li Dadgeha Cezayê Giran a Sîncanê bên bahev, bi hemû hêza xwe berteka xwe nîşan bidin. Ji vê derê dixwazim bang li tevahiya raya giştî, hemû rêxistinên sivîl ên civakî, sendîka, rêxistinên ked û pîşeyî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û hemû raya giştî ya demokratîk ku hestiyar e bikim; Werin Sîncanê em vê doza komployê ku jê re dibêjin Doza Komploya Kobanê şermezar bikin û dawî li vê komployê bînin.”