ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, di danişîna xwe de daxwaza berdana Demîrtaş kir û got: “Ez îro berdana xwe naxwazim, lê dixwazim Demîrtaş bê berdan.” Danişîn taloqî 6’ê Tîrmehê hat kirin.
5’emîn danişîna doza Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya berê Fîgen Yuksekdag li Dadgeha Cezayê Giran a 16’emîn a Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Berdevka Meclîsa Jinan Dîlna Dîrayet Taşdemîr, Alîkarên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Garo Paylan, Serokwekîla Komê Fîlîz Kerestecîoglu, wekîlên HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan, Ertugrul Kurkçu, Mahmet Celadet Gaydalî, Memet Alî Aslan, Mîzgîn Irgat, endamên Meclîsa Jinan û parêzerên Yuksekdag beşdarî danişînê bûn. Sefîrê Bilind ê Swêdê û şandeyek navneteweyî jî xwestin danişîna Yuksekdag bişopînin, lê destûr nehat dayîn.
Piştî tespîtên nasnameyê dest bi danişînê hat kirin. Yuksekdag di parastina kir de xwest Demîrtaş bê berdan û wiha axivî: “Di vê dema krîtîk de nahêlin ku em bi erk û wezîfeya xwe rabin. Astengkirina me sûc e. Ev sûc jî ji aliyê desthilatdariyê ve tê kirin ku dest li dadgeriyê werdide. Dadgerî mixabin dibe şirîkê sûcê desthilatdariya siyasî. Desthilatdariya siyasî ku bi têkbirina sîstema cemaweriyê me sûcdar dike, wan bi xwe zerareke mezin dane sîstema cemaweriyê.”
'QAŞO WÊ ME LI DERVEYÎ SIYASETÊ BIHÊLIN'
Yuksekdag, anî ziman ku bi girtina wan, qaşo dê ew ji derveyî siyasetê bihiştan û wiha got: “ Bi girtina me re qaşo em li derveyî siyasetê hiştin. Wê t ucarî nikaribin vê bikin. Hevalê me Selahattîn Demîrtaş îro di navenda siyasetê de ye. Desthilatdariyê hewl da me tasfiye bike. Bû sal û nîvek, lê jê nehat. Îro Selahattîn Demîrtaş namzetê Serokkomariyê ye, dibe ku sibe bibe Serokkomar. Dengê me li Amed, Wan, Stenbol, Rîze, Antalyayê vedide. Em dengê demokrasiya pir alî ne. Hûn dikarin me bigirin, lê hûn ê nikaribin rengîniya me dîl bigirin.
'SERÊ ME BILIND E'
Yuksekdag, da zanîn ku ew hîna jî hêvîne û wiha bilêv kir: “Em hê jî hêvî ne. Ji wan hebû ku bi girtinê wê hêviyê biqedînin. Me serî netewand, serê me timî bilind e. Heta ji we tê bigirin, em îradeya vî gelî ne, em ê serî netewînin. Di nava van şert û mercan de wê çawa hilbijartinê bikin? Heta niha wekîliya 11 parlamenteran xistin. Tevî vê yekê jî ji gel re dibêjin; biçin ser sindoqan, namzetê xwe hilbijêre, lê belê eger ez neecibînim, ez ê wekîliya wê/î bixînim. Kêfa desthilatdariya siyasî ji tiştên xweş ên li vî welatî, ji demokrasiyê nayê. Şer dike. Naxwaze li welêt hilbijartineke demokratîk û azad pêk were. Ji ber ku zane, eger hilbijartineke demokratîk bibe, em ê bi hev re bi ser bikevin. AKP wê winda bike. Lewma Selahattîn Demîrtaş li girtîgehê dihêlin.”
'DIVÊ DEMÎRTAŞ BÊ BERDAN'
Yuksekdag, dest nîşan kir ku ji nava 6 namzetên Serokkomariyê tenê Selahattîn Demîrtaş nikare bi rengekî azad ji bo hilbijartinê bixebite wiha got: “Darizandina Demîrtaş bi rengekî girtî, şermeke ku li dîroka vî welatî hatiye nivîsandin. Min heta niha daxwaza berdana xwe nekir, ez ê îro jî nekim. Lê ji bo Demîrtaş daxwaza berdana wî dikim. HDP, çawa ku li gel girtina 5 hezar endamên xwe û zext û zordariya siyasî li ber xwe da, wê di 24'ê Hezîranê de jî bi rengê herî xurt xwe nîşan bide. Weke hevseroka partiyê eger ez li salona dadgehê têm darizandin, gelo partiya min wê çawa karibe bi awayekî azad karê hilbijartinê bike? Benda hilbijartinê hê li dijî HDP'ê bi kar tînin. Em ê wê bendê hilweşînin. Bila her kes ji vê bawer be."
Şandeya dadgehê, daxwazên parêzeran ên berdana Yuksekdag red kirin û danişîn taloqî 6’ê Tîrmehê kir.