ENQERE – Avahiya ji bo wekîlan berî 4 salan bi 130 milyon TL'yî hat çêkirin, ji ber ku nehat ecibandin tê nûkirin. Ji bo cihê nû yê wekîlan ji butçeya 2018'an 152,9 milyon TL hat veqetandin.
Odeya Mamak a wekîlan bi teknolojiya herî dawî hatiye xemilandin û herî kêm 130 milyon TL pere ji bo wê hat xerçkirin, li ser re 4 sal derbas nebû nayê xebitandin. Avahiya ku di dema Bulent Arinç Serokê Meclisê de wekî "Avahiya bi aqil" dihat pênasekirin, di sala 2014'an de ji xizmetê re hatibû vekirin, lê wekîl wê naecibînin.
LÊÇÛNÊN MECLISÊ YÊN SALA 2018'AN: MILYAREK 232 MILYON E
Rojek berî Dîwana Serokatiya Meclisê hevdîtinên butçeya Meclisê ya 2018'an a pêk hat. Di vê çarçoveyê de li gorî butçeya sala 2017'an ku wekî 273 milyon û 500 hezar TL (sedî 27,9 zêdeyî re) ji butçeya sala 2018'an milyarek 232 milyon 421 TL hat veqetandin.
Sedema butçeyeke ew qas zêde di civînê de derket holê. Li cihê avahiya ku berî 4 salan hatibû çêkirin, dê avahiya nû bê avakirin û ji bo vê jî 152,9 milyon TL hat veqetandin. Lê piştî derbeya 15'e Tîrmehê avahiyên qet zerar nedîtibûn jî nayên xebitandin û li holê hatin hiştin.
PIŞTÎ TADÎLATÊ NADIN XEBATÊ
Butçeya ku ji bo avahiyên nû tên çêkirin hat veqetandin, di mijara xerçkirinên nehewce de hat rojevê. Ev xerçkirin ji bo rûxandina lojmanên Meclisê hatibûn veqetandin. Berî ku lojman bên rûxandin, ji bo tadîlatê 142 hezar TL hat xerçkirin. Piştî tadîlat qediya biryara rûxandina lojmanan hat girtin û vê carê ji bo rûxandinê jî 40 TL hat xerçkirin.
JI BO WEKÎLAN 100 MILYON TL
Di pêşnûmeyê de her wiha maeşê personel û wekîlan jî hat diyarkirin. Di butçeyê de ji bo wekîl û personelan, perê rê û maeşan 100 milyon TL hat veqetandin.