ÎZMÎR - Akademîsyen Zafer Fehmî Yoruk, danezana hilbijartinê ya HDP'ê nirxand û diyar kir ku HDP'ê pêşniyarên berbiçav berpêşî pirsgirêkan kiriye û bi vê yekê nîşan da ku partiyeke Tirkiyeyê ye.
Hîndekarê Zafer Fehmî Yoruk ku li Zanîngeha Aboriyê ya Îzmîrê peymana wî nehat nûkirin, danezana hilbijartinê ya HDP'ê nirxand.
'HDP PARTIYA TIRKIYEYÊ YE'
Yoruk, anî ziman ku danezana Demîrtaş xetên sereke yên danezana HDP'ê ye û got: "Bi qasî ku min dît, tenê di danezana hilbijartinê ya HDP'ê de zelalbûna muxalefetê ya di pergala serokatiyê de û zelalbûna di warê aborî û polîtîkayê de heye. Her wiha li hemberî 'Qanûnên Efûyê' ku AKP ji bo aboriyê derxistin jî, perspektîfeke şênber û çareseriyî berpêş dike. Danezana HDP'êm pêşniyarên şênber ên polîtîk, daxwazên aboriyî dihebîne. Di vî warî de danezana herî berfireh a HDP'ê ye. A rastîn bi vê yekê re nîqaşa 'HDP bû partiya Tirkiyeyê yan na' jî da aliyekî û nîşan da ku bi pêşniyarên çawa demokratîk nêzî pirsgirêk û daxwazên Tirkiyeyê dibe. A rastîn bi vê danezana hilbijartinê re HDP'ê nîşan da ku ew partiyeke Tirkiyeyê ye û partiyên din ne partiyên Tirkiyeyê ne."
Yoruk danezana hilbijartinê ya îtifaqa AKP-MHP'ê û partiyên din jî nirxand û ji bo wan got: "Bi gotinên vala, bi retorîkên vala polîtîkayan hildiberînin. Di danezanên hilbijartinê yên partiyên din de polîtîkayên rojane hene. Hewl didin bi polîtîkayên ku tenê demek kin heyecanê li mirovan peyda bikin siyasetê dikin. Lê belê di danezana HDP'ê de polîtîkayên mayînde hene. Ev yek di hemû sernavan de heye."