Hevşaredarên Dîgorê ji bo xizmetê zend û bend badan

  • rojane
  • 09:29 7 Nîsan 2024
  • |
img

QERS - Hevşaredarên Dîgorê zend û benda badan. Hevşaredar Ulker Ozatîk ku bi tespîtkirina pirsgirêkan dest bi kar kir got: "Me wêneyê navçeyê girt ku bê di çi rewşê de ye. Û me dest bi cihanîna sozên xwe kiriye ku me dabû gel." 

Hevşaredarên Şaredariya Dîgorê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî mazbatayên xwe wergirtin dest bi tespîtkirina pirsgirêkan kirin.
 
Pir eşkere tê dîtin ku şaredarê AKP'î û qeyûmê ku 2 sal û mehekê li ser şaredariyê bû, tu tişt nekirine. Hevşaredarên DEM Partiyê Ulker Ozatîk û Adem Oyman ku di hilbijartina 31'ê Adarê de bi ser ketin, di 3'yê Nîsanê de mazbatayên xwe wergirtin û dest bi xizmetê kirin. 
 
Şaredar Adem Oyman ku dest bi kar kir, ji aliyekî mêvanan dike û ji aliyê din ve jî ji şêniyên bajêr pirsgirêkên bajêr guhdarî dike. Hevserok Ulker Ozatîk jî li taxan digere û rewşa dawî ya navçeyê tespît dike. Ozatîk ku li taxan digere, behsa tiştên ku dê bikin kir. 
 
Yek ji rawestgehên destpêkê yên Ozatîk goristana li navçeyê ye. Ozatîkê ku goristana veguheriye sergo nîşan da got: "Xizmeta 5 salan a ŞAredariya DÎgorê li ber çavan e. Ev hê ne tu tişt e. Her derê navçeyê wiha ye." 
 
Ozatîkê bal kişand ser cihoka ku di nav navçeyê re derbas dibe û wiha got: "Hundirê wê tije çop e. Ji cesedê heywanan bigire hema bêje her tişt tê de heye. Mirov ji bêhna îdare nake." 
 
Ozatîkê diyar kir ku li navçeyê stargeheke heywanan tune ye û wiha got: “Em difikirin ku ji bo kûçikên derve stargehekê ava bikin. Di dema hilbijartinê de daxwazên welatiyan hebûn ku stargeheke heywanan bê avakirin."
 
Ozatîkê da zanîn ku avahiya ku berê ji bo Midûriyeta Xurek, Çandinî û Sewalvaniyê ya Bajêr dihat bikaranîn niha betal e û wiha got: “Berê welatiyên ku bi çandinî û sewalkariyê re eleqedar dibûn dihatin vir. Lê niha veguheriye sergo. Em ê di pêş de vê avahiyê li gor daxwazên gel bi kar bînin." 
 
Ozatîkê bi bîr xist ku parlementer û serokên AKP'ê salek berê mizgîniya ku wê li ser qadeke 8 hezar metrekareyî salona sporê ya sergirtî ava bikin û got: "Tevî ku salek derbas bûye jî, ji xeynî danîna hîmê wê tu tişt nekirine. Rast e, pêdiviya navçeyê bê saloneke sporê ya sergirtî heye. Lê ji bo vê qadê dar hatin birîn. Ev, dijminên ekolojiyê ne." 
 
Ozatîkê da zanîn ku ew li taxan digerin û pirsgirêkên sereke tespît dikin û got: “Em ê van pirsgirêkan bi gel re bi awayekî zelal çareser bikin. Em niznain bê di qaseya şaredariyê de çi heye çi tune ye. Tê gotin ku deynê şaredariyê heye. Pêşî, em ê van deynan xal bi xal tespit bikin û bi pankartekê bi şaredariyê ve daliqînin. Yanî em ê soza ku me daye gel bi cî bînin." 
 
WÊ BI MECLISÊN TAXAN PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKIN
 
Hevşaredar Adem Oyman jî anî ziman ku ew ê wekî ku di dema hilbijartinê de soz dane gel şaredariyeke li ser esasê demokratîkbûyînê û wekheviyê esas bigirin. Oyman anî ziman ku ew hay ji pirsgirêkên navçeyê hene û wiha got: “Navçe hema bêje bûye gund. Ewilî em ê vê rewşê zelal bikin. Em dizanin barê me giran e. Lê em ê meclisên taxan ava bikin û bi hev re vê yekê bikin." 
 

Sernavên din

07/04/2024
09:30 Qeyûm di salekê de 23 milyon û 958 hezar TL faîz da
09:29 Hevşaredarên Dîgorê ji bo xizmetê zend û bend badan
09:24 Tanhan: Bi destê darazê li Bedlîsê darbe hate kirin
09:17 Li Sêrtê welatî nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin
09:17 Rojnamevan Sezgîn ê ku polîsan îşkence lê kirin: Em ê tim li qadan bin
09:06 Qeyûma Cizîrê di 2 mehan de 101 kes girtiye kar
09:05 Berxwedana girtiyan bi qonaxa nû û di roja 133’yan de didome
09:04 PDK’ê 166 roj berê rojnameger Silêman Ehmed revand: Agahî jê nayên girtin
09:01 Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê: Wê xeyalên neviyên osmaniyan pêk neyên
09:00 ROJEVA 7’Ê NÎSANA 2024’AN
08:44 Li Norşînê rageşiya hilbijartinê
06/04/2024
23:59 Li Sêwregê hilbijartin hat betalkirin
23:52 Li Swîsreyê meşa 4’ê Nîsanê
23:47 DEM Partî ji bo Xelfetiyê serî li YSK’ê da
21:53 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 70'yemîn de ye
21:09 Jinan 4’ê Nîsanê pîroz kir
21:02 Wê li Kerboranê ray ji nû ve bên hejmartin
19:35 YSK'ê îtirazên ji bo 5 cihan red kir
17:00 Deriyên Şaredariya Serêkaniyê li gel hatin vekirin
16:59 YSK’ê biryara bihincet a derheqê Zeydan de eşkere kir
16:35 DEM Partî ji bo Bedlîsê li ser pêya ye: Em ê dev ji vê meseleyê bernedin
16:25 Girtiyên ji bo nobetê peyam şandin: Divê berxwedan bê mezinkirin
16:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê efû hate ragihandin
15:56 Li Curnê Reş gel bi dirûşma ‘AKP diz e YSK şirîk e’ meşiya
15:47 Di qezaya li Amedê de 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
15:47 Li Rihayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:38 Xwestin girtiyên nexweş Demîr û Yaman bên berdan
15:17 Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji daxwazkirina edaletê bernedin
14:39 2 hunermendên kurd ên rojhilatî jiyana xwe ji dest dan
14:12 YSK ji bo nirxandina îtîrazan civiya
14:09 Dayikên Şemiyê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsîn
13:29 Ji ber şewata ku 29 kes tê de miribûn 8 kes hatin girtin
13:28 Bi îdiaya ku pusulayên navçeyên din li Sasonê hatine bikaranîn îtîraz hat kirin
13:04 Torena dewkirinê hat kirin: Roj roja xizmetkirina xelkê berxwedêr ê Wanê ye
12:48 Parastvanên mafên mirovan: Hêzên ewlekariyê bi îşkencekirina zarokan sûc kirine
12:29 Bi rakirina kulubeya ewlehiyê dest bi peywirê kirin
12:06 Uçar: Em li Wanê bi ser ketin û dê li Curnê Reş û Xelfetiyê jî bi ser kevin
11:06 Parêzerê Kahyaoglu: Şopa qebzeya çekê li serê wî hebû
10:44 Li Edeneyê êriş li jinekê hate kirin
09:43 Kurkçu: Berpirsiyariya me divê em di 2028'an de dawî li heyama AKP'ê bînin
09:32 Qeyûm şaredariya Mêrdînê şêlandiye: Sînorê deynkirinê 4 qet derbas kiriye
09:05 Berxwedana girtiyên siyasî di roja 132’yan de didome
09:03 165 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:03 Efrîniyên hêviyê bi ruh û can dikin
09:01 Wanî: Êdî kes wê newêribe vîna me xesp bike
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2024’AN
05/04/2024
22:03 DEM Partiyê ji bo nûkirina hilbijartina Qersê serî li YSK'ê da
20:24 Rojnamevan hatin berdan
18:35 Li Şirnexê îtîraza ji bo betalkirina hilbijartinê hat redkirin
18:04 Ji xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de biryardariya têkoşînê
17:38 Platforma Azadiya Parastinê hat avakirin
16:33 DEM Partiyê ji bo hilbijartinên Bedlîsê serî li YSK’ê da
16:31 Di Nobeta Aştiyê de bertek nîşanî darbeya hilbijartinê dan
16:18 Di lêpirsîna şewata Beşîktaşê de dozger xwest 9 kes bên girtin
15:47 Mazbata wergirtin û deriyê şaredariyê jê kirin
15:38 Di 2 avahiyên li Beyogluyê de şewat derket
15:25 Tirkiye ji peymana AKKA’yê vekişiya
15:24 Ji bo Xelfetiyê jî biryar hat dayîn ku hilbijartin ji nû ve bê lidarxistin
15:00 Tanal ê CHP’î: AKP’ê li Hîlwanê li dijî DEM Partiyê winda kiriye
14:46 Hevşaredarên Wanê li avahiya şaredariyê ne
14:44 Rêxistinên Çapameniyê: Rojamegerên binçavkirî berdin
14:18 Vaye tundiya polîsan a li dijî nûçegihanê me Sezgîn
14:04 4 jê rojnameger 86 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
14:02 Partiyên siyasî yên li Qersê têkildarî ‘hilbijêrên veguhestî’ daxuyanî dan
13:27 Rojnamevan Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
13:12 Dema gulîk û kerengên hat
13:02 Xêzeromana Abdullah Ocalan vedibêje li Berlînê hate danasîn
12:57 DEM Partî li 2 navçeyan îtîraza encamên hilbijartinê kir
12:50 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
12:41 Hevşaredaran cîhazên X-ray û têlên direhî yên li şaredariyê rakirin
11:58 Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger hate girtin
11:41 Li Wanê hevşaredaran mazbatayên xwe wergirtin
11:21 Malbat û parêzeran bi boneya cejnê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:20 Rojnameger Murat Verîm hate berdan
11:13 DEM Partiyê ji bo betalkirina hilbijartina Qersê serlêdan kir
11:11 Dayikên di Nobeta Edaletê de: Em bibin dengê girtiyan
11:10 Kesên li Amed û Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:48 Qeyûm saetek berî mazbatayê bidin hevşaredaran, 30 mîlyon xerc kirin
10:42 Cenazeyê zarokê winda hate dîtin
10:24 Li navçeya ku av lê nîne, qeyûm 45 milyon lîre ji karên cuda re xerc kiriye
10:02 Difina nûçegihanê me yê polîsan tundî lê kiribû şikestiye
09:58 Serokê CHP’a Qersê: Bi hilbijêrên veguhestî dest danîn ser îradeya gel
09:37 Çalakiya girtiyan a ‘ji bo azadiya Abdullah Ocalan’ di roja 131’an de didome
09:35 54 jinên ku li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:33 Ji rojnameger Silêman Ehmed 164 roj in agahî nayên girtin
09:32 Pîroglû: Desthilat di sindoqê de ma
Akdenîz: Gelê kurd vîna xwe nîşanî desthilata yekperest da
09:23 Zanyarê Siyasetê Onal: Planên êrişê yên Tirkiyeyê dê têk biçin
09:02 Parêzer Sevîmlî: Girtina Hatîce Yildizê derî aqilan e
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2024'AN
08:13 Li bajarên Ewropayê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê
08:12 Li Amedê piştî şahiyê 9 kes hatin binçavkirin
08:10 Li Colemêrgê ji 44 kesên hatibûn binçavkirin 18 hatin girtin
04/04/2024
21:30 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 68'an de ye
20:43 Li Amedê bi hezaran kesî 4'ê Nîsanê pîroz kir
19:00 Hevşaredar bi gel re mazbatayên xwe wergirtin
18:21 Namzetê AKP'ê yê Wanê ji dêvla ku lêborînê bixwaze gel bi 'vandaltiyê' tawanbar kir
17:42 Rojbûna Abdullah Ocalan li mala ku lê çêbûye hat pîrozkirin
17:07 Qeyûmê ku ji wezaretê destûra girtina karkeran xwestibû, piştî hilbijartinê xwest destûr were betalkirin
16:53 Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê: Heta Abdullah Ocalan azad nebe em nasekinin
16:43 Bi hezaran kes çûn Şaredariya Êlihê: Ev serkeftin encama berxwedana gel e