Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji daxwazkirina edaletê bernedin

  • rojane
  • 15:17 6 Nîsan 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windakiriyan û ÎHD li Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta windakiriyan pirsîn û gotin ku dê dev ji daxwazkirina edaletê bernedin. 

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windakiriyan ên Amed, Êlih û Îzmîrê vê hefteyê jî çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” li dar xistin. 
 
AMED
 
Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Amedê di hefteya 791’emîn a çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya Rezanê hatin gel hev. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li çalakiyê bûn. Çalakvanan wêneyên windakiriyan hilgirtin û di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya Serokê Şaxa Saglik-Sen a Amedê Necatî Aydin hate vegotin ku d 4’ê nîsana 1994’an de hatibû windakirin. 
 
Serokê Şaxa ÎHD’ê Ercan Yilmaz bertek nîşanî tundî û êrişa polîsan a li dijî çalakvanên li dijî xespkiririna hilbijartinê daketin kolanan da. 
 
‘FAÎL DI TARIYÊ DE MAN’
 
Piştre jî hevjîna Necatî Aydin, Suheyla Aydin axivî û wiha got: “Ez ji welatekê lê sirgun bûma têm. Hevjînê min di 5’ê nîsanê de birin edliyeyê û hate windakirin. Gundiyan ew li nav zeviyê binaxkirî dîtin. Di berîka wî de cuzdana me ya zewacê hebû û wisa nas kirin. Hêj faîl nehatine dîtin. Li gorî me faîl diyar in lê di tariyê de hatin hiştin.” 
 
Serpêhatiya Necatî Aydin ji hêla endamê Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hate xwendin. Akdenîz, da zanîn ku Aydin di 27’ê adara 1994’an de li mala xizmekî xwe dema li mêvandariyê li gel xwediyê malê û zarokekî 5 salî hatiye binçavkirin. Akdenîz, got ku 4 roj piştre hevjîna Aydin û kesên pê re hatin berdan lê Aydin di 4’ê nîsana 1994’an de birin Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM). Akdenîz, wiha domand: “Necatî Aydin li dirûşmê ji parêzer re got; ‘dadgehê ez berdam lê polîs min bernadin.’ Tevî ku hatibû berdan jî tu kesî nedît ku ji edliyeyê derketibe. Ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.” 
 
Piştre jî Akdenîz pêvajoya dadgehê vegot. Akdenîz, destnîşan kir ku cenazeyê Aydin di 9’ê nîsana 1994’an de li ser rêya Farqînê li nêzî Qereqola Cendirmeyan a Kagitliyê hatiye dîtin û di rapora otopsiyê de gelek şopên îşkenceyê hatine tespîtkirin û bi yek guleya li serê wî hatiye xistin hatiye kuştin. Her wiha Akdenîz anî ziman ku malbatê serî li DMME’yê daye û Tirkiye hatiye mehkûmkirin. Akdenîz, herî dawî got ku çend sal jî derbas bibin ew ê dev ji pirsîna aqûbeta Aydin û hemû windakiriyan bernedin. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
ÊLIH
 
Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 627’an de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê çalakiya xwe li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mahmût Demîrel hate pirsîn ku di 2’yê nîsana 1994’an de li bajêr ji hêla “kesên nasnameya wan nediyar” ve hatibû revandin û windakirin. 
 
Metna daxuyaniyê ji hêla Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Huseyîn Elçî ve hate xwendin. Elçî got ku heta windakirî tên dîtin û faîlên tên darizandin dê têkoşîna wan bidome. Piştre jî serpêhatiya Mahmût Demîrel hate xwendin. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
ÎZMÎR
 
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” li pêşiya Sumerbank a Kevin a li Konakê li dar xist. Di çalakiyê de pankartên “Windakirî wijdan in xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in windakirî li ku ne” hatin vekirin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya Sabahattîn Kurt ê di 30’ê adara 1972’yan di Komkujiya Kizildereyê de hatiye qetilirin û windakirin hate xwendin. 
 
Kurdiya daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş ya bi tirkî jî ji hêla ji rêveberên şaxê Caner Canli ve hate xwendin. 
 
COLEMÊRG 
 
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û Xizmên Windakiriyan jî li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin gel hev. Li gel çalakvanan, hevşaredarên navçeyê Şadiye Kirmizigul û Şoreş Dîrî, rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê û parêzerên OHD’î jî tev li bûn. Çalakvanan pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” vekirin û wêneyên windakiriyan hilgirtin. Di çalakiya îro de bal kişandin ser necezakirina faîlên Îslam Bartin ê di çalakiya protestokirina bombekirina Pirtûkxaneya Umutê ya Şemzînanê de jiyana xwe ji dest dayî. 
 
Daxuyanî ji hêla endamê Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Eren Baskin ve hate xwendin. Eren, got ku mafê jiyanê yê Bartin hatiye xespkirin û faîlên wî nehatine dîtin. Eren xwest ku faîlên Bartin bên girtin û darizandin û got ku dê heta dawiyê têkoşîna xwe ya ji bo windakiriyan bidomînin. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

12/04/2024
09:06 Xwendekarên nikarin debara xwe bikin: Berpirsyar desthilat e
09:05 Zanyarê Siyasetê Aksoyoglu: Wan ji bo muxalefetê ezmûn ji bo îktîdarê jî paşvegav avêtin bû
09:03 Tecawiz, şantaj û fihûş: Cerdevanê faîl û hevalên wî beraet kirin
09:01 Pirtûka girtî Alçinkaya nivîsandî jê re nayê dayîn
09:00 ROJEVA 12’Ê NÎSANA 2024’AN
11/04/2024
23:57 Li Xezayê êrişeke nû hate destpêkirin
22:27 Piştî 30 salan hate berdan
21:48 Xebatên yekitî û çareseriyê yên partiyên kurd didomin
21:14 Nobeta Edaletê: Kurd berxwedanekî dîrokî didin
19:57 Rêxistinên gel ên demokratîk serdana Şenyaşarê kirin
19:10 Li PE'yê Konferansa Tecrîdê: Divê li dijî tecrîdê torekî navneteweyî were avakirin
18:54 Îsraîl li dijî Îranê tatbîqata şer pêk anî
18:34 Cezayê pere li Amedsporê birîn
16:37 Li Bursayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:36 Serokê YSK’ê Yener: Dê li 4 cihan hilbijartin ji nû ve bên lidarxistin
16:25 1’emîn Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Dusseldorfê di 25’ê nîsanê de dest pê dike
16:08 Li Agiriyê ava rûbarî rabû mal di bin avê de man
15:19 Xelkê Wanê du cejnan bi hev re pîroz dike
15:00 Eşîrên Kurdistanê: Li ser sifreya kesên xiyanetê li nirxên Kurdistanê dikin ne rûnin
14:34 Bakirhan: Yên dijminatî li kurdan dikirin winda kirin
14:23 DBP û DEM Partiyê di pîrozbahiyên cejnê de peyama ‘yekitiyê’ dan
14:08 Partiyên siyasî bi boneya cejnê DEM Partî ziyaret kirin
13:41 Hevjînên iraqî yên du zarokên êzidî kiribûn kole li Almanyayê hatin girtin
13:35 Hatîmogûllari: Ji bo pirsgirêka kurd divê deriyên guftûgoyê bên vekirin
13:27 Şaredarî dê ji bo maça Amedsporê li bajar ekranên ledê dane
12:44 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hat bibîranîn
12:26 Nîkaraguayê konsoloxaneya xwe ya li Berlînê girt
12:04 Di 5 rojên ewil ên betlaneya cejnê de 38 kes di qezayan trafîkê de mirin
12:03 PE’yê peymana koçberiyê erê kir
11:44 Ji ber sûcê ‘îstîsmarkirina zarokan’ zêdetirî 31 hezar dosya hatine vekirin
10:46 Rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê de mezin dibe
10:30 Li Behra Spî keştiya penaberan noq bû: 8 kes mirin
10:13 ‘Tofana serhildanê’ ya Abdullah Ocalan: Uveyş Ocalan
09:11 Der barê jina ku êrişî HDP û Partiya Çepên Kesk kir doz hat vekirin
09:11 Amedî li benda xizmeteke çawa ne?
09:10 ‘Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê her kes rabe ser pêyan'
09:05 170 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed tu agahî nayên girtin
09:03 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Şaredarê AKP’î li avahiya şaredariyê cihê lîstina okeyê çêkiriye
09:00 ROJEVA 11’Ê NÎSANA 2024’AN
10/04/2024
20:26 Ji çalakgerên Cenevreyê bang: Em 15'ê Nîsanê li Strasboûrgê bin
19:46 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 74’emîn de ye
18:50 Di erdheja Taywanê de hejmara miriyan gihaşt 16'an
18:47 15 kes hatin binçavkirin
16:42 Hevşaredarên DEM Partiyê yên Pasûr û Ziyaretê mazbatayên xwe wergirtin
16:21 Li Rihayê di febrîqeyê de şewat derket
15:14 Di 4 rojên ewil ên betlaneya cejnê de 26 kes di qezayên trafîkê de mirin
14:47 Xizmên girtiyan cejna Abdullah Ocalan pîroz kirin
14:42 Parastina Demîrtaş a di Doza Kobanê de kirin pirtûk
14:06 MKG: Bi hêviya ku Cejna Remezanê bibe wesîleya azadiya çapemenî û rojnamegeran
13:49 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes çûn serdana goristanan
13:35 Kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn nehatin jibîrkirin
13:12 Li Şaredariya Ceyhanê 287 kes ji kar hatin derxistin
13:10 37 wekîlan ji bo Pîroglû banga lezgîn li hikûmeta Sirbistanê kirin
12:19 Ozgur Ozel bersiv da gotinên Bahçelî
11:07 Aytun Çiray: Erdogan, Meral Akşener şandibû nav Maseya 6 Ling
10:59 Li Wanê ji ber hezazê rê hate girtin
10:44 Vedat Aydin li ser gora xwe hate bibîranîn
10:19 Ji hevserokên giştî yên KCD, DEM Partî û DBP’ê peyamên Cejna Remezanê
10:14 Rêxistinên jinan: Encamên hilbijartinê destkeftiyên jinan e
09:41 Qeyûmê Qoserê dema çûyî xebatkar jî bi xwe re birin
09:24 Bi biryara nûkirina hilbijartinên Curnê Reş, qeyûm tayînî şaredariyê kirin
09:23 Pirtûka nivîsandî bi hinceta ‘fikaredare’ nedanê
09:01 Muzîkjenê ku polîsan pozê wî şikand: Her çalakî mafê me ye
09:01 Şaredarê AKP'î Şaredariya Dîgorê di bin deynan de hiştiye
09:01 Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran nayê emeliyatkirin
09:00 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 136’an de didome
09:00 Rojnameger Hesen: Divê her kes ji bi Silêman Ehmed bêhtir deng derxîne
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2024'AN
09/04/2024
23:21 Bi rojan e ceryana du gundên Amedê tune ye
21:26 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 73’emîn de ye
21:24 DEM Partiyê ji bo Gêlê serî li YSK’ê da
21:13 Li Zanîngeha Sorbonneyê parêznameyên Abdullah Ocalan hatin xwendin
19:29 Kesê xwe wekî çawîşê pispor da naskirin tecawizî jinekê kir
19:01 Hevşaredarên Îdirê mazbatayên xwe wergirtin
18:03 YSK’ê serlêdanên DEM Partiyê yên Şirnex û Çewlîgê red kirin
17:48 Li Girtîgeha Bremenê rojnameya Ozgur Polîtîkayê hate qedexekirin
16:51 Li ser rêbeja Xarpêtê qeza çêbû: 3 kes mirin
16:50 Li Rûsya û Kazakistanê ji ber lehiyan zêdetirî 90 hezar kes hatin tehliyekirin
16:41 Îsraîla ku Tirkiyeyê îxracata pê re bisînor kir bersiv da
16:12 Xizmên girtiyan: Divê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azad bibin
16:09 Îtîraza ji bo Qersê qebûl nekirin: Bi ‘hilbijêrên veguhestî’ îpotek danîn ser vîna gel
16:08 Meclisa Kedê ya HDK’ê: Qadên xebatê veguherîn qadên qetlîaman!
15:41 Binpêkirinên di dema protestoyên Wanê de: 264 kes hatin binçavkirin, 27 kes hatin girtin
15:39 Li gelek navendan serdana goristanan: Em ê felsefeya wan bidin jiyîn
15:20 Egîtîm Sen: Xebata ku MÎT’ê li dibistanan daye destpêkirin li dijî mafê zarokan e
15:17 Ji bo cejna Amedê biewle û xweş derbas bibe hemû tevdîr hatine girtin
14:51 Almanyaya ku bi hevkariya qirkirinê tê sûcdarkirin parastina xwe kir
13:23 DEM Partî dê li cejnê serdana çar partiyan bike
13:05 Li Êlihê şer derket: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da
12:56 Li Samsun û Stenbolê du jin rastî êrişê hatin
11:37 Ji Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya aştî û azadiyê
11:35 Dewleta tirk bazirganiya bi Îsraîlê re bisînor kir!
11:34 Navên cerdevanên ku dê tev li operasyona derveyî sînor bibin derket holê
11:33 DMME’yê ji bo serlêdana Kavala biryar da ku zû lêkolîn bike
11:25 Li sûk û bazaran rûyê tu kesî nakene
11:15 Karker dê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin
10:12 Tirkiyeyê ev 7 meh in ava Hesekê qut kiriye
09:27 Hevberdevka HDK'ê Demîr: Divê em encamên hilbijartinê veguherînin biserketineke polîtîk a rêxistinî
09:04 Qeyûma Cizîrê di 2 rojan de bi bihayê 7 milyon û 339 hezar û 582 TL'yî eşyayên şaredariyê hîbe kir