'Divê hilbijartina bihîle ya li Şirnexê bê nûkirin'

  • rojane
  • 09:05 4 Nîsan 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Rêveberê KESK'ê Adnan Şenbayram ku li Şirnexê hilbijartina xwecihî şopand, diyar kir ku divê hilbijartinên ku hîle tê de hatine kirin, bên nûkirin. 
 
Di hilbijartinên xwecihî yên li Şirnexê de, AKP tevî rayên bi hezaran leşker û polîsên veguhastin bajêr jî, bi ferqeke hindik bû yekemîn. Rêxistina DEM Partiyê ya Bajêr ku li dijî nelirêtiyên hatin kirin serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçeya Navendî da, duh pankarteke ku kîjan partî çend ray girtine û çend polîs û leşker ber bi bajêr ve hatine veguhastin, bi avahiya partiyê ve daliqand û rewşa heyî teşhîr kir. 
 
Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Adnan Şenbayram ku wekî çavdêr hilbijartina li bajêr şopand, çavdêriyên xwe yên roja hilbijartinê ragihandin. 
 
Şenbayram anî ziman kku ber bi hilbijartinê ve pirsa "Gelo wê di hilbijartinan de hîle bên kirin?" li her kesî peyda bûye û got “Mixabin di hilbijartinên xwecihî yên li bajêr de ew fikarên me hemû pêk hatin. Hilbijartineke di şert û mercên antîdemokratîk de pêk hat. Hema bêje li Şirnexê hejmara dengdêrên xeyalî ji sedî 20-25'ê tevahiya dengdêran bû." 
 
‘JI BO ÎPOTEKÊ DEYNIN SER VÎNA GEL HATIN'
 
Şenbayram diyar kir ku di roja hilbijartinê de li navenda bajêr û navçeyên wê komîsyonên çavdêriyê li dibistanan ava kirine û wiha got: “Bi taybetî li Dibistana Seretayî û Navîn a Orgeneral Omer Keçecigil hemû sindoq ji bo dengdêrên veguhastî hatin veqetandin. Dema em ji bo çavdêriyê çûn vê dibistanê, dîmena em rastî wê hatin em matmayî kirin. Bi dehan otobus, mînîbus û bi sedan dengdêr dihatin veguhastin. Hema bibêje desthilatê encama hilbijartinê li vir diyar kir. Îradeya gel nîn e. Ev kes di jiyana xwe de pênc deqeyan jî li van kuçeyan nejiyane û vê erdnîgariyê nas nakin, lê ji bo îpotekê deynin ser vîna gel hatin." 
 
‘GEL XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKET'
 
Şenbayram diyar kir ku ew vê yekê qebûl nakin û wiha pê de çû: “Dema em li wê dibistanê bûn, me wekî çavdêr biryar da ku em nehêlin vîna vî gelî were desteserkirin. Û me bertek nîşanî polîs û leşkerên anîn wir da. Me got, 'Hûn ne vîna vî gelî ne. Ev bêhiqûqîtî ye, ev pêkanîneke antîdemokratîk e, em vê qbeûl nakin.' Bi vê berteka me re kesên li wir jî bertek nîşan dan. Dema ev bertek di nav gel de belav bû, her kes hat wê dibistanê. Gel êdî nexwest bêdeng bimîne, doza vîna xwe dikir. Lê polîtîkayên ewlehîparêz yên bi salan e li Şirnexê tên meşandin demildest ketin meriyetê. Leşker û polîs ewilî gel belav kirin û gotin ew tundiyê pêk bînin. Bi vî awayî rê li ber dengdêrên xeyalî xistin û gaza îsotan jî reşandin vîna Şirnexê." 
 
‘DIVÊ DEST JI VÊ ŞAŞIYÊ BERDIN'
 
Şenbayram anî ziman ku hêzên dewletê li hemberî gelê ku vîna xwe parastiye tundiyeke nehevgirtî bi kar aniye û got ku kesên diviyabû ji bo ewlehiya hilbijartinê li wir bûna, hîle daxilî nava hilbijartinê kirine. Şenbayram bilêv kir ku ev rewşa ku ew rastî wê wan ne tenê li wê dibistanê bûye, li tevahiya bajêr rewşeke wiha hebûye.
 
Şenbayram destnîşan kir ku di navbera veguhastina dengdêran û qeyûm de tu ferq tune ye û got: “Li Şirnexê hilbijartineke demokratîk pêk nehat. Li Şirnexê îradeya gel ji holê hat rakirin û hiqûq hat astengkirin. Em rêxistinên kedê dibêjin; hîle daxilî hilbijartinê hatiye kirin. Divê hilbijartin bên nûkirin. Divê gelê Şirnexê biryara hilbijartinê bide. Divê hemû derdorên civakê yên li Şirnexê li dijî vî sûcî dengê xwe bilind bikin. Divê ew berteka xwe nîşan bidin da ku dest ji vê şaşiyê bê berdan." 
 

Sernavên din

20/04/2024
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2024'AN
19/04/2024
22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin