Hevşaredarên mazbatayên xwe wergirtin: Em bi xelkê Wanê re ne

  • rojane
  • 17:21 3 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredarên DEM Partiyê yên gelek bajar û navçeyan mazbatayên xwe wergirtin. Hevşaredaran li dijî kompasa li dijî îradeya xelkê Wanê meş li dar xistin, daxuyanî dan û xwestin ev xespkirina îradeyê were bidawîkirin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên 31’ê Adarê de gelek şaredariyên bajarên mezin, bajar, navçe û bajarokan bi dest xist. Hevşaredaran dest bi wergirtina mazbatayên xwe kirin. Hevşaredarên mazbatayên xwe wergirtin li dijî kompasa li dijî îradeya xelkê Wanê meş li dar xistin û daxuyanî dan. 
 
COLEMÊRG 
 
Hevşaredarên Geverê Şadiye Kirmizigul û Şoreş Dîrî û endamên meclisê li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar mazbatayên xwe standin. Hevşaredar, çûn serdana malbatên ku zarokên wan di çalakiyên protestoyî yên duh de hatine binçavkirin. Hevşaredar, endamên meclisê û partiyî piştre jî bi armanca piştevaniya bi xelkê Wanê re bi dirûşmên “ Abdullah Zeydan rûmeta me ye” û “Abdullah Zeydan îradeya me ye” meş li dar xistin. Girse, heta pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Geverê meşiya û li vir daxuyanî da.
 
BANG LI YSK’Ê KIRIN: JI XELETIYA XWE VEGERIN
 
Hevşaredaran piştî wergirtina mazbatayên xwe daxuyanî dan. Hevşaredar Şadiye Kirmizgul wiha got: “Hêvîdarim bibe wesîleya aştî û demokrasiyê û bibe wesîleya xizmeteke baş a ji gelê me re. Em spasiya tevahiya ciwan û xelkê Geverê dikin. Li gelê me pîroz be.” 
 
Hevşaredar Şoreş Dîrî jî bertek nîşanî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan da û ev tişt anî ziman: “Li Wanê di şexsê Zeydan de li dijî tevahiya gelê dengê xwe daye derqanûntî tê kirin. Birêz Abdullah Zeydan bi rêjeyeke bilind hat hilbijartin. Em bang li YSK’ê û dadgeran dikin ku ji vê xeletiya xwe vegerin. Demildest mazbataya birêz Zeydan bidin.” 
 
MÊRDÎN  
 
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk jî ji bo wergirtina mazbatayên xwe li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Bajar hatin gel hev û tevî gel ber bi edliyeyê ve meşiyan. Di meşê de gelek caran xespkirina îradeya xelkê Wanê hate protesto kirin û bi dirûşman berxwedana gel hate silavkirin. Demîr û Turk piştre jî derbasî Lijneya Hilbijartinê ya Bajar bûn û mazbatayên xwe wergirtin. 
 
Piştre jî li pêşiya edliyeyê daxuyanî hate dayîn. Hevşaredar Devrîm Demîr got ku ji bo xizmeta gelê Mêrdînê ya ji destê wan tê dê bikin. Demîr nedayîna mazbataya Zeydan bi bîr xist û got ku weke duh dê gelê kurd îro jî xwedî li îradeya xwe derkeve. 
 
Hevşaredar Turk jî got ku serkeftina wan ne tenê ya gelê kurd, ya gelên ereb û suryan jî ye û wiha bal kişand ser xespkirina îradeya xelkê Wanê: “Dixwazin bi lîstikên cuda îradeya gelê kurd xesp bikin. Heta ku ev derhiqûqtî hebin dê gelê kurd jî bêdeng nemîne.”
 
KURSIYÊN ŞAREDARIYÊ VEDIGUHÊZIN
 
Turk, da zanîn ku qeyûm şaredariyê vala dike û ev tişt anî ziman: “Dev ji malê şaredariyê berdin, heta kursiyên di hundirê wê de jî ji wir derdixînin. Bi krediyên demên dawî re malê şaredariyê ji şaredariyên AKP’î re şand û dixwaze wisa bike ku em nekarin bixebitin.” 
 
ŞIRNEX 
 
Namzetên hevşaredariyê yên Hezexê Turkan Kayir û Dogan Adibellî jî ji bo wergirtina mazbatayên xwe çûn Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê. Piştî wergirtina mazbatayan jî bi beşdariya Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û bi sedan kesan, bi dirûşmên "Abdullah Zeydan vîna me ye” û  “Bijî berxwedana Wanê” heta Şaredariya Hezexê meşiyan. Hevşaredaran li vir spasiya gel kir û berxwedan xelkê Wanê silav kirin. 
 
‘HETA ÎRADEYA GELÊ WANÊ TÊ NASKIRIN EM Ê TÊBIKOŞIN’
 
Parlamenter Newroz Uysal Aslan li vir axivî û wiha got: “Heta ku îradeya gelê me tê naskirin dê têkoşîna me bidome. Kesên ku dibêjin,’em bi îradeya gel hatine vê derê’ û her tiştekî li xwe heq dibînin, em vê derê dibêjin Wan îradeya gel e, Şirnex îradeya gel e, Qileban îradeya gel e. Hûn bi dek û dolaban bi destê YSK’ê îradeya gel nikarin bin pê bikin. Gelê kurd li ser pêyan e. Şirnex Stenbol e, Stenbol Wan e. Dilê Kurdistanê li Wanê ye. Heta ku ev dewlet û ev aqilê dizîker û talanker gav paşve neavêje û heta ku îradeya Wanê nas neke ne Şirnex, ne Amed, ne Stenbol û ne Mersînê îradeya gel nayê naskirin. Li Şirnexê û Wanê gelê me yê ku bi ser piyane em bi wan re ne. Heta ku biryara Wanê neyê betalkirin tu deskeftiyên me ne di bin garantiyê de ne. Heta ku îradeya gel neyê naskirin em ê nesekînin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Wanê” bi dawî bû. Girse piştre çû serdana hevşaredarên bajarokê Deştadarê. 
 
SILOPIYA 
 
Hevşaredarên Silopiyayê Jiyan Ormanli û Nadîr Rênas Onuk jî ji bo wergirtina mazbatayên xwe tevî girseyê ji pêşiya avahiya partiyê heta edliyeyê meş li dar xistin. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Bijî Berxedana Wanê", “Dizek Yarka” û “Gelê kurd xwedî li îradeya xwe derkeve” hatin berzkirin.  Piştî wergirtina mazbatayê daxuyanî hate dayîn. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Abdullah Gungen bal kişand ser xespkirina vîna xelkê Wanê û wiha got: “Di vê pêvajoyê de partiya me bi ser ket. Lê AKP’ê ev rastî ranegirt. Li çar aliyên Kurdistanê berxwedan heye. Armanca me ne tenê qezenckirina şaredariyan e. Armanca me nasnameya me ye. Tevî hemû derhiqûqtiyan jî dê gelê kurd serî netewîne.” Girse piştre jî heta ber avahiya partiyê meş li dar xist. 
 
DEŞTADARÊ
 
Hevşaredarên Bajarokê Deştadarê ya Hezexê Halîme Îlçîn û Fahrettîn Akman jî mazbatayên xwe wergirtin û spasiya gel kirin. 
 
GUNDIKÊ MELÊ
 
Hevşaredarên Bajarokê Gundikê Melê Gulsum Atak û Ferît Artuç jî mazgbatayên xwe wergirtin. Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes jî bi hevşaredaran re çûn edliyeyê. 
 
XARPÊT 
 
Yek ji navçeyên ku DEM Partî bi ser ketî jî navçeya Depê ya Xarpêtê bû. Dep, bajarê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlum Dogan e. Hevşaredarên Depê Songul Duzgun û Cafer Ogur mazbatayên xwe wergirtin. Hevşaredar hatin pêşiya şaredariyê û gelê li benda wan disekinî silav kir. Duzgun li vir wiha got: “Em xwedî li îradeya we derketin û hûn jî xwedî li îradeya xwe derketin. Me îro dîsa şaredariya xwe girt. Ev şaredarî ne ya kesên keda vî gelî dixwin, ya me ye. Em îro li vir in lê belê mafên rêhevalên me yên Wanê û Curnê reş tên xespkirin. Me mazbatayên xwe bi rûmeta xwe wergirtin û ev bajar ê me ye. Em careke din kesên îradeya gel xesp kirine şermezar dikin. Tu kes nikare îradeya gel xesp bike.” Hevşaredar Cafer Ogur jî got ku gelê Depê bi berxwedana xwe bi ser ket û ev tişt anî ziman: “Em hevşaredarên tevahiya Depê ne. Em heta dawiyê bi gelê xwe yê Wan û Curnê Reş re ne. Em ê li dijî van heramzadeyan bi gelê xwe re bin.” Piştî axaftinan jî hevşaredar tevî gel derbasî şaredariyê bûn. 
 
QERS 
 
Hevşaredarên Dîgor a Qersê Ulker Ozatîk û Adem Oyman jî mazbatayên xwe wergirtin. Hevşaredar û endamên meclisê ji bo wergirtina mazbatayan hatin Edliyeya Dîgorê. Dema hevşaredaran mazbatayên xwe digirtin, spasiya Rêxistina DEM Partiyê ya Dîgorê kirin. Piştî karûbarê li edliyeyê jî mazbatayên hevşaredaran hatin dayîn. 
 

Sernavên din

09/04/2024
09:03 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:02 168 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Kesê ku dest avêtibû zarokekê bû keya!
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2024'AN
08/04/2024
21:56 Nobeda Edaletê ya Şenyaşarê di roja 72'yan de ye
20:29 Wê di Cejna Remezanê de li Wan û Mêrdînê otobus bêheq xizmetê bikin
19:18 Nobeda Edaletê didome: Em ê paş de gav neavêjin
18:04 Rapora Girtîgeha Kavakliyê: Dema îşkence dikin dirûşma ‘welat parçe nabe’ berz dikin
17:00 Di protestoyên Wanê de 30 kes hatin girtin
16:47 Li bajarokê şerê hilbijartinê lê derketiye, qedexeya derketina derve!
16:06 Ji bo Abdullah Ocalan şitlên daran hatin danîn
15:23 MKG: Zextên ser rojnamegeran di meha adarê de jî dom kirin
14:27 Qeyûm tayînî Şaredariya Pinarbaşiyê ya CHP’ê hate kirin
14:23 Hevşaredarên mazbatayên xwe wergirtin: Em ji bo xizmeta gel hatin
14:05 Ji bo azadiya Ocalan 3 milyon û 699 hezer kes îmze hatin komkirin
13:28 Li Dîlovasiyê li du fîrmayên derdorê qirêj dikin ceza hate birîn
13:08 Dozger ji bo çalakger bide girtin îtîrazê li gorî demê kir
12:17 Almanya bi hinceta ‘bûye şirîka qirkirina li Filistînê’ tê darizandin
11:10 Bûcak û Dogan bi gel re ketin şaredariyê
11:04 Ji navenda gastronomiyê ya girtî re bi bihayê 2 milyon û 248 hezar lîreyan goşt hate kirîn
09:04 Berxwedana girtiyan di roja 134’an de bênavber didome
09:04 PDK’ê Silêman Ehmed revand: Ev 167 roj agahî jê nayên girtin
09:03 Li ber CPT’yê dê bi 3 hezar kesan çalakî bê destpêkirin
09:02 Jinên girtî ji bo Abdullah Ocalan ji Wezareta Dadê re name şandin
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2024'AN
08:50 Li Şaredariya Xelfetiyê li ber çûyînê dizî hate kirin
07/04/2024
23:03 Hevşaredarên Qaxizmanê di fitarê de bi gel re hatin bahev
21:56 Qulûbeyên polîsan ên li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin rakirin
20:21 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 71’emîn de ye
19:56 Rapor: Li Girê Spî 83 kes hatin qetilkirin
18:17 Amedsporê, Înegolspor 5 û 2 têk bir û gaveke din nêzîkî şampiyoniyê bû
17:49 Ji YSK’ê biryara Xelfetiyê: Hilbijartin nayê nûkirin
16:14 CHP’î li pêşiya YSK’ê ne: Hilbijêrên mirî çawa deng didin?
15:53 Di Nobeta Edaletê de bang li dayikan hate kirin
15:23 Hatîmogûllari: Em ê pêşiyê li dizan bigirin
15:02 YSK’ê gelek îtîraz red kir
14:39 Ji bo Abdullah Ocalan şitil hatin danîn
14:11 TJA: Sekna me êrişên li dijî pergala hevserokatiyê pûç kir
13:43 YSK’ê biryara xwe ya têkildarî Kerboranê da
13:40 Talabanî: Hilbijartin dê di dema xwe de bên lidarxistin
13:33 AKP’iyê ku pusulayên dengan şewitandî hate girtin
12:21 Qeyûm beriya biçe navenda etutê dewr kir
11:55 Cotstandartiya lijneyên hilbijartinê: Îtîrazên AKP’ê qebûl kirin ên DEM Partî û CHP’ê red kirin
11:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê civiya: Em ê ji bo faşîzmê her derd bin
10:55 Can: Dê ‘nexşerêya’ muxalefetê siyasetê diyar bike
10:04 Kovara Jînê di hejmara nû de bal kişand ser cînayetên jinan: Êdî bes e
09:30 Qeyûm di salekê de 23 milyon û 958 hezar TL faîz da
09:29 Hevşaredarên Dîgorê ji bo xizmetê zend û bend badan
09:24 Tanhan: Bi destê darazê li Bedlîsê darbe hate kirin
09:17 Li Sêrtê welatî nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin
09:17 Rojnamevan Sezgîn ê ku polîsan îşkence lê kirin: Em ê tim li qadan bin
09:06 Qeyûma Cizîrê di 2 mehan de 101 kes girtiye kar
09:05 Berxwedana girtiyan bi qonaxa nû û di roja 133’yan de didome
09:04 PDK’ê 166 roj berê rojnameger Silêman Ehmed revand: Agahî jê nayên girtin
09:01 Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê: Wê xeyalên neviyên osmaniyan pêk neyên
09:00 ROJEVA 7’Ê NÎSANA 2024’AN
08:44 Li Norşînê rageşiya hilbijartinê
06/04/2024
23:59 Li Sêwregê hilbijartin hat betalkirin
23:52 Li Swîsreyê meşa 4’ê Nîsanê
23:47 DEM Partî ji bo Xelfetiyê serî li YSK’ê da
21:53 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 70'yemîn de ye
21:09 Jinan 4’ê Nîsanê pîroz kir
21:02 Wê li Kerboranê ray ji nû ve bên hejmartin
19:35 YSK'ê îtirazên ji bo 5 cihan red kir
17:00 Deriyên Şaredariya Serêkaniyê li gel hatin vekirin
16:59 YSK’ê biryara bihincet a derheqê Zeydan de eşkere kir
16:35 DEM Partî ji bo Bedlîsê li ser pêya ye: Em ê dev ji vê meseleyê bernedin
16:25 Girtiyên ji bo nobetê peyam şandin: Divê berxwedan bê mezinkirin
16:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê efû hate ragihandin
15:56 Li Curnê Reş gel bi dirûşma ‘AKP diz e YSK şirîk e’ meşiya
15:47 Di qezaya li Amedê de 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
15:47 Li Rihayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:38 Xwestin girtiyên nexweş Demîr û Yaman bên berdan
15:17 Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji daxwazkirina edaletê bernedin
14:39 2 hunermendên kurd ên rojhilatî jiyana xwe ji dest dan
14:12 YSK ji bo nirxandina îtîrazan civiya
14:09 Dayikên Şemiyê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsîn
13:29 Ji ber şewata ku 29 kes tê de miribûn 8 kes hatin girtin
13:28 Bi îdiaya ku pusulayên navçeyên din li Sasonê hatine bikaranîn îtîraz hat kirin
13:04 Torena dewkirinê hat kirin: Roj roja xizmetkirina xelkê berxwedêr ê Wanê ye
12:48 Parastvanên mafên mirovan: Hêzên ewlekariyê bi îşkencekirina zarokan sûc kirine
12:29 Bi rakirina kulubeya ewlehiyê dest bi peywirê kirin
12:06 Uçar: Em li Wanê bi ser ketin û dê li Curnê Reş û Xelfetiyê jî bi ser kevin
11:06 Parêzerê Kahyaoglu: Şopa qebzeya çekê li serê wî hebû
10:44 Li Edeneyê êriş li jinekê hate kirin
09:43 Kurkçu: Berpirsiyariya me divê em di 2028'an de dawî li heyama AKP'ê bînin
09:32 Qeyûm şaredariya Mêrdînê şêlandiye: Sînorê deynkirinê 4 qet derbas kiriye
09:05 Berxwedana girtiyên siyasî di roja 132’yan de didome
09:03 165 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:03 Efrîniyên hêviyê bi ruh û can dikin
09:01 Wanî: Êdî kes wê newêribe vîna me xesp bike
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2024’AN
05/04/2024
22:03 DEM Partiyê ji bo nûkirina hilbijartina Qersê serî li YSK'ê da
20:24 Rojnamevan hatin berdan
18:35 Li Şirnexê îtîraza ji bo betalkirina hilbijartinê hat redkirin
18:04 Ji xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de biryardariya têkoşînê
17:38 Platforma Azadiya Parastinê hat avakirin
16:33 DEM Partiyê ji bo hilbijartinên Bedlîsê serî li YSK’ê da
16:31 Di Nobeta Aştiyê de bertek nîşanî darbeya hilbijartinê dan
16:18 Di lêpirsîna şewata Beşîktaşê de dozger xwest 9 kes bên girtin