Ji çar aliyan ji bo xelkê Wanê piştgirî hat dayîn: Dev ji darbeya siyasî berdin!

  • rojane
  • 16:52 3 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Protestokirina hewldana xespkirina îradeya xelkê Wanê berdewam kirin. DEM Partiyî û hêzên demokrasiyê li gelek bajaran daketin kolanan û bang li îktîdarê kirin ku dev ji “darbeya sivîl” berde. 
 
Li ber Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan “Kêmîna siyasî” hate danîn û mazbataya wî nehate dayîn. Li ser vê yekê ji duh ve xelkê Wanê li ser pêya ye û li kolanan çalakiyên protestoyî li dar dixe. Li gelek bajarên cuda jî rêxistinên DEM Partiyê û hêzên demokrasiyê piştgirî dan xelkê Wanê. Di daxuyaniyan de hate gotin ku divê rêz ji vîna gel re bê nîşandan û bang li AKP’ê hate kirin ku ji xeletiya xwe vegere. 
 
 
EDENE 
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê bi daxuyaniyeke bertek nîşanî hewldana xespkirina îradeya gelê Wanê dan. Daxuyanî li pêşiya Parka Înonû hate dayîn û pankarta “Abdullah Zeydan vîna gelê kurd a hilbijartî ye”, “Biaxive! Tu jî ku derê yî!” û “Bila dawî li siyaseta qeyûman were! Em rê nadin zilma qeyûman” hate vekirin. Di çalakiyê de dirûşmên “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev”, “Bijî berxwedana Wanê” û “Dê qeyûm biçin, em ê bimînin” hatin berzkirin.
 
‘RÊZÊ JI BO ÎRADEYA WANÊ BIGIRIN’
 
Daxuyaniya hevpar a ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê hatibû amadekirin ji hêla Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yakup Ataş ve hat xwendin. Ataş, wiha bang li îktîdarê kir: “Ji bo îradeyê gelê Wanê rêz bigirin.”
 
Ataş, da zanîn ku bi biryara wergirtina mafên qedexekirî yên Zeydan, îradeya gelê Wanê tune hatiye hesibandin û hat gotin ku bi vî awayî feraseta qeyûm tê domandin. Ataş, wiha bang kir: “Em wek Hêzên Ked û Demokrasiyê bang li desthilatê dikin ku dorpêça polîsan a li Wanê demildest rakin, ji îradeya gelê Wanê ya ji sindoqan derketiye re rêz bigirin. Em banga hestiyariyê raya giştî ya demokratîk û muxalefeta civakî dikin.” Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. Girse piştî daxuyaniyê bi çepikan ber bi avahiyê DEM Partiyê ve meşiya.
 
ÇEWLIG
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Çewligê jî bi dxuyaniyekê darbeya hilbijartinê ya AKP’ê ya li Wanê protesto kir. Girse, ji pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bajar heta xaçerêya PTT’ê meşiya. Di meşê de girseyê li çepikan xist, li fîtikan dan û gelek caran dirûşma “AKP a diz dest nede îradeya me” berz kir. Beriya daxuyaniyê, girseyê pankarta “Ji bo demokrasî û aştiya civakî dest nede îradeya gel” hate vekirin. 
 
‘EM ZÎHNIYETA XESPKER RED DIKIN’
 
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Hulaku li vir axivî û wiha got: “Abdullah Zeydan ji hêla îradeya gel ve hate hilbijartin lê bi destê hiqûqê li dijî wî darbe hate kirin û ji peywirê hate girtin. Em vê zîhniyeta xespker red dikin.” 
 
‘ÎRADEYA XELKÊ WANÊ BI FERMANAN TÊ XESPKIRIN’
 
Li ser navê plaftormê jî Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Çewligê Mûrat Korlaelçî daxuyanî da. Korlaelçî, da zanîn ku Abdullah Zeydan bi rêjeyeke ji sedî 55’ê hatiye hilbijartin û wiha domand: “Îktîdar ku bi sala ye vîna xelkê herêmê tune dihesibîne, careke din serî li derhiqûqtiyê da. Em bang li îktîdarê dikin ku rêzê ji bo îradeya gel bigire, mafê hilbijartinê yê demokratîk binpê neke, îtîrazên li dijî binpêkirinên mafan bibihîse û dawî li bêhiqûqtiya dawî bîne.” 
 
XARPÊT
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Xarpêtê jî bi daxuyaniyekê li xespkirina îradeya xelkê Wanê protesto kir. Daxuyanî li pêşiya avahiya partiyê hate dayîn û dirûşma “Bijî berxwedana Wanê” hate berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Alî Yildirim beriya daxuyaniyê axivî û wiha got: “Ev sepan, berdewamiya polîtîkayên qeyûm a îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê ye.” 
 
Namzetê hevşaredariyê yê Xarpêtê Hayrettîn Kaya daxuyanî xwend û wiha got: “Bi sala ye di her firsendê de ev îktîdara siyasî qala îradeya neteweyî dike. Di hilbijartinên 31’ê Adarê de li dehan navendan hêzên ewlekariyê weke hilbijêr hatin veguhestin û bandor li encamên hilbijartinê kir. Hêj bi ser hilbijartinan re rojek derbas nebûbû ku bi operasyoneke plankirî, bi destê Wezareta Dadê li dijî îradeya gel kêmîn hate danîn. Vê xespkirina îradeyê baweriya civakê ya bi demokrasiyê bi temamî ji holê radike. Banga me ji bo daraza ku bûye saziyeke AKP’ê ev e; ev mudaxileya li dijî mafê bijartin û hilbijartinê, xespkirina îradeya gel e û bi awayeke eşkereyî li dijî îradeya gel darbeyeke sivîl tê kirin. Tavilê ji vê xeletiya xwe vegerin.”
 
DÎLOK 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê jî li dijî hewldana darbeya AKP’ê ya li Wan û Curnê Reş, daxuyanî da. Daxuyanî li Qada Balikli ya navçeya Şahînbeyê hate dayîn û pankarta “Ji bo îradeya gel û aştiya civakî dest nede îradeya gel” hate vekirin. Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) yê Dîlokê Omer Parlak axivî û wiha got: “Yên ku pêşiya hilbijartinê digotin demokrasî, dema ku di hilbijartinê de encama li gorî dilê wan derneket, dest bi xebatên xespkirina îradeyê dikin.”  
 
Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşma “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” bi dawî bû. 
 
OSMANIYE 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Osmaniyeyê jî li avahiyê partiya xwe de daxuyanî da. Gelek rêveber û welatî tev li daxuyaniyê bûn. Ji rêveberên partiyê Celal Korkmaz bang li îktîdarê kir ku rêzê ji bo îradeya gelê kurd bigire û wiha got: “Em vê darbeya siyasî bi tu awayî qebûl nakin.”
 

Sernavên din

09/04/2024
09:03 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:02 168 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Kesê ku dest avêtibû zarokekê bû keya!
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2024'AN
08/04/2024
21:56 Nobeda Edaletê ya Şenyaşarê di roja 72'yan de ye
20:29 Wê di Cejna Remezanê de li Wan û Mêrdînê otobus bêheq xizmetê bikin
19:18 Nobeda Edaletê didome: Em ê paş de gav neavêjin
18:04 Rapora Girtîgeha Kavakliyê: Dema îşkence dikin dirûşma ‘welat parçe nabe’ berz dikin
17:00 Di protestoyên Wanê de 30 kes hatin girtin
16:47 Li bajarokê şerê hilbijartinê lê derketiye, qedexeya derketina derve!
16:06 Ji bo Abdullah Ocalan şitlên daran hatin danîn
15:23 MKG: Zextên ser rojnamegeran di meha adarê de jî dom kirin
14:27 Qeyûm tayînî Şaredariya Pinarbaşiyê ya CHP’ê hate kirin
14:23 Hevşaredarên mazbatayên xwe wergirtin: Em ji bo xizmeta gel hatin
14:05 Ji bo azadiya Ocalan 3 milyon û 699 hezer kes îmze hatin komkirin
13:28 Li Dîlovasiyê li du fîrmayên derdorê qirêj dikin ceza hate birîn
13:08 Dozger ji bo çalakger bide girtin îtîrazê li gorî demê kir
12:17 Almanya bi hinceta ‘bûye şirîka qirkirina li Filistînê’ tê darizandin
11:10 Bûcak û Dogan bi gel re ketin şaredariyê
11:04 Ji navenda gastronomiyê ya girtî re bi bihayê 2 milyon û 248 hezar lîreyan goşt hate kirîn
09:04 Berxwedana girtiyan di roja 134’an de bênavber didome
09:04 PDK’ê Silêman Ehmed revand: Ev 167 roj agahî jê nayên girtin
09:03 Li ber CPT’yê dê bi 3 hezar kesan çalakî bê destpêkirin
09:02 Jinên girtî ji bo Abdullah Ocalan ji Wezareta Dadê re name şandin
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2024'AN
08:50 Li Şaredariya Xelfetiyê li ber çûyînê dizî hate kirin
07/04/2024
23:03 Hevşaredarên Qaxizmanê di fitarê de bi gel re hatin bahev
21:56 Qulûbeyên polîsan ên li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin rakirin
20:21 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 71’emîn de ye
19:56 Rapor: Li Girê Spî 83 kes hatin qetilkirin
18:17 Amedsporê, Înegolspor 5 û 2 têk bir û gaveke din nêzîkî şampiyoniyê bû
17:49 Ji YSK’ê biryara Xelfetiyê: Hilbijartin nayê nûkirin
16:14 CHP’î li pêşiya YSK’ê ne: Hilbijêrên mirî çawa deng didin?
15:53 Di Nobeta Edaletê de bang li dayikan hate kirin
15:23 Hatîmogûllari: Em ê pêşiyê li dizan bigirin
15:02 YSK’ê gelek îtîraz red kir
14:39 Ji bo Abdullah Ocalan şitil hatin danîn
14:11 TJA: Sekna me êrişên li dijî pergala hevserokatiyê pûç kir
13:43 YSK’ê biryara xwe ya têkildarî Kerboranê da
13:40 Talabanî: Hilbijartin dê di dema xwe de bên lidarxistin
13:33 AKP’iyê ku pusulayên dengan şewitandî hate girtin
12:21 Qeyûm beriya biçe navenda etutê dewr kir
11:55 Cotstandartiya lijneyên hilbijartinê: Îtîrazên AKP’ê qebûl kirin ên DEM Partî û CHP’ê red kirin
11:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê civiya: Em ê ji bo faşîzmê her derd bin
10:55 Can: Dê ‘nexşerêya’ muxalefetê siyasetê diyar bike
10:04 Kovara Jînê di hejmara nû de bal kişand ser cînayetên jinan: Êdî bes e
09:30 Qeyûm di salekê de 23 milyon û 958 hezar TL faîz da
09:29 Hevşaredarên Dîgorê ji bo xizmetê zend û bend badan
09:24 Tanhan: Bi destê darazê li Bedlîsê darbe hate kirin
09:17 Li Sêrtê welatî nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin
09:17 Rojnamevan Sezgîn ê ku polîsan îşkence lê kirin: Em ê tim li qadan bin
09:06 Qeyûma Cizîrê di 2 mehan de 101 kes girtiye kar
09:05 Berxwedana girtiyan bi qonaxa nû û di roja 133’yan de didome
09:04 PDK’ê 166 roj berê rojnameger Silêman Ehmed revand: Agahî jê nayên girtin
09:01 Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê: Wê xeyalên neviyên osmaniyan pêk neyên
09:00 ROJEVA 7’Ê NÎSANA 2024’AN
08:44 Li Norşînê rageşiya hilbijartinê
06/04/2024
23:59 Li Sêwregê hilbijartin hat betalkirin
23:52 Li Swîsreyê meşa 4’ê Nîsanê
23:47 DEM Partî ji bo Xelfetiyê serî li YSK’ê da
21:53 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 70'yemîn de ye
21:09 Jinan 4’ê Nîsanê pîroz kir
21:02 Wê li Kerboranê ray ji nû ve bên hejmartin
19:35 YSK'ê îtirazên ji bo 5 cihan red kir
17:00 Deriyên Şaredariya Serêkaniyê li gel hatin vekirin
16:59 YSK’ê biryara bihincet a derheqê Zeydan de eşkere kir
16:35 DEM Partî ji bo Bedlîsê li ser pêya ye: Em ê dev ji vê meseleyê bernedin
16:25 Girtiyên ji bo nobetê peyam şandin: Divê berxwedan bê mezinkirin
16:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê efû hate ragihandin
15:56 Li Curnê Reş gel bi dirûşma ‘AKP diz e YSK şirîk e’ meşiya
15:47 Di qezaya li Amedê de 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
15:47 Li Rihayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:38 Xwestin girtiyên nexweş Demîr û Yaman bên berdan
15:17 Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji daxwazkirina edaletê bernedin
14:39 2 hunermendên kurd ên rojhilatî jiyana xwe ji dest dan
14:12 YSK ji bo nirxandina îtîrazan civiya
14:09 Dayikên Şemiyê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsîn
13:29 Ji ber şewata ku 29 kes tê de miribûn 8 kes hatin girtin
13:28 Bi îdiaya ku pusulayên navçeyên din li Sasonê hatine bikaranîn îtîraz hat kirin
13:04 Torena dewkirinê hat kirin: Roj roja xizmetkirina xelkê berxwedêr ê Wanê ye
12:48 Parastvanên mafên mirovan: Hêzên ewlekariyê bi îşkencekirina zarokan sûc kirine
12:29 Bi rakirina kulubeya ewlehiyê dest bi peywirê kirin
12:06 Uçar: Em li Wanê bi ser ketin û dê li Curnê Reş û Xelfetiyê jî bi ser kevin
11:06 Parêzerê Kahyaoglu: Şopa qebzeya çekê li serê wî hebû
10:44 Li Edeneyê êriş li jinekê hate kirin
09:43 Kurkçu: Berpirsiyariya me divê em di 2028'an de dawî li heyama AKP'ê bînin
09:32 Qeyûm şaredariya Mêrdînê şêlandiye: Sînorê deynkirinê 4 qet derbas kiriye
09:05 Berxwedana girtiyên siyasî di roja 132’yan de didome
09:03 165 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:03 Efrîniyên hêviyê bi ruh û can dikin
09:01 Wanî: Êdî kes wê newêribe vîna me xesp bike
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2024’AN
05/04/2024
22:03 DEM Partiyê ji bo nûkirina hilbijartina Qersê serî li YSK'ê da
20:24 Rojnamevan hatin berdan
18:35 Li Şirnexê îtîraza ji bo betalkirina hilbijartinê hat redkirin
18:04 Ji xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de biryardariya têkoşînê
17:38 Platforma Azadiya Parastinê hat avakirin
16:33 DEM Partiyê ji bo hilbijartinên Bedlîsê serî li YSK’ê da
16:31 Di Nobeta Aştiyê de bertek nîşanî darbeya hilbijartinê dan
16:18 Di lêpirsîna şewata Beşîktaşê de dozger xwest 9 kes bên girtin