Girtiyên siyasî: Em di 4’ê Nîsanî de çalakiya xwe derbasî qonaxa nû dikin

  • rojane
  • 14:48 3 Nîsan 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên siyasî ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd greva birçîbûnê didomînin ragihandin ku di 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Abdullah Ocalan de çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû dikin. Girtiyan diyar kir ku wan biryara boykotkirina telefon û serdana malbatan dane. 

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Girtiyan ragihandibûn ku heke daxwaza wan neyên qebûlkirin, dê piştî hilbijartinê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin. 
 
Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya daxuyaniyek hate dayîn û hat ragihandin ku çalakiya greva birçîbûnê derbasî qonaxeke nû dikin. 
 
BERXWEDANA GEL HATE SILAVKIRIN
 
Daxuyaniya ji hêla Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ve hatiye weşandin wiha ye: 
 
"Beriya her tiştî em gelê xwe, gelên xwe yên ku bi reng û nirxên xwe yên çandî herikîn qadên Newrozê, bi biryardariya têkoşînê li dora agir govenda azadiyê gerandin, eşq, coş û kelecana têkoşînê dan mirovahiyê, her wiha gelê xwe û dostên xwe yên ku di hilbijartinên xwecihî de serketineke mezin bi dest xistin, li dijî rêxistiya çete ya faşîst a AKP-MHP'ê ya ku îradeya gelê me tine dihesibîne di serî de li Wanê li tevahiya Kurdistanê rabûne serhildana azadiyê, ji dil silav dikin, hezkirin û hurmetên xwe pêşkêş dikin.
 
AXAFTINA TELEFONÊ Û SERDANÊN MALBATAN DÊ BÊN BOYKOTKIRIN
 
Pêngava pêngavî ya bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka kurd re’ hate destpêkirin, weke eniya zindanê di 27'ê Mijdara 2023'an de bi çalakiya xwe ya greva Bbirçîbûnê ya dorveger û çalakiyên cuda tev li bûn û li gorî rewşê me ragihandibû ku em ê rêbaza çalakiyên xwe diyar bikin. Di dawiya çar mehên dawî de em gihîştine qonaxeke nû. Çalakiya me ya greva birçîbûnê ya ji bo azadiyê û gavavêtina ji bo demokrasiyê, bi 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê me re gihîştiye qonaxeke nû. Dadgehên mêtinger bi taybetmendiyên xwe yên faşîst, cihêkar û nijadperest bi têra xwe teşhîr bûne û dema ku mijar dibe rastiya kurdan qanûnên xwe jî nas nakin. Lewma weke girtiyan me pêwîstî pê dît ku dadgehên mêtingeriyê boykot bikin, axaftina bi telefonê ya heftane û serdanên malbatan boykot bikin.
 
Rêber Apo bi misogeriya gel ê azad bû yek û ev yekbûn di kesayetiya xwe de şênber kir, bi vî rengî xeteke Rêbertî afirand, di şexsê hebûna kurdan de pêngavek avêt, ev pêngav li asta navneteweyî belav bû û hemû gel di alternatîfa Neteweya Demokratîk de gihand hev. Li gel red û înkarê, li gel şer û qirkirinê, gelên me li hemberî her cure jehrê neteweperestiyê û ntewe dewletê, li dora daxwaza demokrasî, azadî û wekheviyê bûn yek û ev yek jî bi fikrê neteweya demokratîk pêk anî. Bicihhatina vî fikrî bi Rêber Apo, bi Neteweya Demokratîk a Rêber Apo re şênber bûye. Lewma daxwaza ji bo azadiya Rêber Apo tê wateya daxwaza demokrasî, wekhevî û azadiya hemû gelan. Di çarçoveya dilsoziya bi Rêber Apo re divê wateyeke bi vî rengî li rojbûna 4'ê Nîsanê bê kirin, weke gava destpêkê ya xeta berxwedan, îsyan û avakirinê bê dîtin.
 
TECRÎD KELEPÇEYEKE LI DAXWAZA JIYANA BI HEV RE YE
 
Madem ku em dibêjin azadiya Rêber Apo azadiya gelan e, wê demê divê em zanibin ku tecrîda li ser Rêberê me kelepçeyeke ku li daxwaza jiyana bi hev re, ruhê piştevaniyê yê gelên me ye. Di serî de malbatên me bila gelên me hemû zanibin ku bi vê têgihiştinê me biryar dane ku bi telefonê neaxivin û tevlî serdanê nebin. Her mirovekî xwedî wesfa mirovbûnê divê fêhm bike bê neaxaftin û nedîtina mirovên jê hez dikin tê çi wateyê. Bêguman divê ev bê kirin. Lê belê em zanin ku di serdemeke welê de ne ku mirov ji mirovbûnê hatiye derxistin, ezeztî li her derê belav bûye û di bin dorpêçiya mêtingeriyeke bi vî rengî de ne.
 
DI HILBIJARTINÊ DE BERSIVA PÊWÎST HATE DAYÎN
 
Ji dagirkeriya aborî heta bi dagirkreiya çandî û siyasî, hewl tê dayin ku bi her awayî dagirkerî li Kurdistanê bê kirin. Di hilbijartinên xwecihî de gelê Kurdistanê îradeyeke mezin nîşan da û nîşanî dost û dijminan da ku Kurd ên azad, Kurdistan a azad têk neçûye, hîn li ser piyan e. Rêxistiniya çete ya faşîst a AKP-MHP'ê ku li pêşberî îradeya mezin a gel û dostên me hejiya, li pêşberî vê îradeyê her cûre rêbazên darbeyê li Kurdistanê xiste dewrê, ji aliyê siyasî ve hewl da darbeyekê bike. Di serî de xelkê me yê Wanê, ji Botanê heta Serhedê gelê me bi agirê azadî û îsyanê xwedî li hevşaredarên xwe derdikeve ku îradeya wan a siyasî ey û bersiva pêwîst dide çeteyên faşîst. Em bang li gelê me û dostên me hemûyan dikin ku li dora vê berxwedana azadiyê bibin yek, têkoşîna berxwedanê ya li Botan û Serhedê pêk tê mezin bikin. Gelê me li dora paradîgma û felsefeya azadiyê ya Rêber Apo êdî ji bo xwe û gelan şer dike û têdikoşe. Ji ber vê yekê êrîşî Rêber Apo dikin û wî tecrîd dikin. Rêber Apo gelê Kurd bi xwe ye, şênberbûna Kurd ê azad e, rabûna li têkoşîna azadiyê ye. Hevpariya li berxwedana Rêber Apo wezîfeyeke me ya polîtîk û exlaqî ye ku barê têkoşînê hilgirin.
 
DI 4’Ê NÎSANÊ DE ÇALAKÎ DERBASÎ QONAXA NÛ DIBE
 
Bi vî fikrî û van hestan em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger a ku me heta niha dimeşan di 4'ê Nîsana 2024'an de bi dawî dikin, rojbûna 75'an a Rêberê xwe, lehengiya kedê ya mezin bi hezkirin û dilsoziyeke mezin silav dikin, 4'ê Nîsanê ku rojbûna azad e di serî de li Rêber Apo li şehîdên têkoşîna azadiyê, li gerîlayên bi fedaî şer dikin, li gelê me û gelan pîroz dikin. Em dixwazin ragihînin ku em ê pêngava xwe ya 'Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re' ji 4'ê Nîsanê û pê ve bi dirûşma 'Jiyana bi Rêberê xwe re ya di heman şertî de' bi boykotkirina dadgeh, serdana malbatê û axaftina bi telefonê bimeşînin.
 
BANG HAT KIRIN
 
Em bang li gelên xwe dikin ku li ser xeta avakirin, îsyan û berxwedanê, azadiyê li her qadê bi rengekî çalak biparêzin, xwedî lê derkevin, bi dilsoziya bi rastiya gel a azad em silav, hurmet û hezkirinên xwe pêşkêş dikin. Herî dawî em hevalê xwe Mûtlak Tozûn ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê nexweş ket û şehîd bû, bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin. Em ê hevalê xwe ji bîr nekin ku bi têkoşîna xwe ya 30 salan li zindana mêtingeriyê serî netewand, il dijî kiryarên teslîmiyetê li gel nexweşiyê jî li ber xwe da û weke hevrêyên wî yên PKK û PAJK'ê em ê li ser bingeha xeta berxwedanê ya hevalê xwe Mûtlak bimeşin. Di şexsê hevalê xwe Mûtlak de em şehîdên azadiyê yên Kurdistanê careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, sersaxiyê ji malbata xwe ya hêza ya Tozûn û tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê re dixwazin.”
 

Sernavên din

19/04/2024
22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin