Îtîraza têkildarî Bedlîsê hêj biencam nebûye

  • rojane
  • 14:22 3 Nîsan 2024
  • |
img
BEDLÎS - Di hilbijartinên Bedlîsê de 2 hezar û 18 dengên DEM Partiyê nederbasdar hatin hesibandin û îtîraza ji bo deng jinûve bên hejmartin li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar hatiye kirin jî hêj biencam nebûye. Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça got ku heke îtîraz were redkirin dê serî li YSK’ê bidin û îtîrazên xwe yên li kolanan bidomînin. 
 
Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de yek ji bajarên ku bi hezaran leşker û polîs weke “hilbijêr” lê hatine veguhestin jî Bedlîs bû. Di hilbijartinê de AKP’ê 8 hezar û 900 û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî 8 hezar û 702 deng stand. Tevî hilbijêrên li bajar hatine veguhestin jî tenê 188 deng ferq derket. Di heman demê de 2 hezar û 18 dengên DEM Partiyê nederbasdar hatin hesibandin. 
 
Ji bo deng jinûve bên hejmartin, DEM Partiyê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Navendî da lê ev îtîraz hate redkirin. Li ser vê yekê jî duh serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da. Heta niha jî Lijneya Hilbijartinê ya Bajar biryara xwe eşkere nekiriye. 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça têkildarî serlêdanan ji MA’yê re axivî. 
 
Akça, da zanîn ku di navbera namzetê AKP’ê yê wan de tenê ferqekî bi qasî 188 dengan heye û wiha domand: “Nêzî 2 hezar û 18 deng nederbasdar hatine hesibandin. Tiştekî din ê ecêb heye. Ji 25 kursiyên Meclisa Şaredariyê 15 jê partiya me standiye, li Meclisa Giştî ya Bajar jî ji 4 kursiyan 2 jê yên me ne. Lê encamekî wiha ecêb derketiye. Ev tişt di serê mirov de rûnane. Em piştre bi endamên lijneyên sindoqan ên partiyê re axivîn û rewşa li her derê ji me re vegotin. Ev jî ew bû ku di dema hejmartinê de polîs ketine polan.”
 
‘POLÎSAN GEF LI ENDAMÊN LIJNEYA SINDOQAN XWARIN’
 
Akça, da zanîn ku polîsên çekdar tenê heke bang lê were kirin dikarin nêzî dora sindoqan bibin û wiha pê de çû: “Ketina wan a polan, gefxwarina li endamên lijneya sindoqan e. Endamên lijneyên sindoqan gotin ku beriya berê pusulayan nîşanî wan were dayîn hatine hejmartin, navên partiyên cuda hatine gotin, bêyî ku nîşanî wan bidin li cihekî hatine danîn û li cihekî bêronahî hejmartin hatiye kirin. Ji ber ku polîs li wir bûn, endam bifikar bûn û nekarîn îtîrazê bikin. Me îro di danê sibehê de dît bê ka çima endamên lijneyên sindoqan ditirsiyan. Dema em ji bo îtîrazê çûn, rastî êrişa polîsan hatin. Encamên heyî mimkin nînin. 
 
Me daxwaznameya xwe ya îtîrazê ya têkildarî binpêkirin û girtekên derheqê gelek sindoqan de amade kir. Ji bo bibin Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Navendî, em li avahiya partiyê civiyan. Me xwest biçin edliyeyê ku nêz e. Lê polîsên maskeyên gazê li xwe kirin, polîsên tevgera taybet ên çekdar, wesayîtên TOMA’yê dor li me girtin. Gotin ku dê destûr nedin em biçin edliyeyê. Em jî li pêşiya avahiyê sekinîn û me got dê tu alternatîfên din qebûl nekin. Em bi awayekî aştiyane li wir disekinin lê wan bombeyên gazê avêtin, bi TOMA’yan ava şid reşandin û hevalên me binçav kirin. Bi taybet jî amirekî emniyetê kesên li şûna xwe disekiniyan nîşan da û ji polîsan re got ‘li vî bixin.’ Em bi xwe bûn şahid ku sûc dikin.”
 
‘EM Ê ÎTÎRAZÊN XWE YÊN LI KOLANAN BI DAWÎ NEKIN’
 
Akça, destnîşan kir ku destûr nehatiye dayîn ku endamên lijneya sindoqan girtekan jî bigirin û wiha bi dawî kir: “Ji bo îradeya gel şênber bibe, divê tevahiya dengan dîsa bên hejmartin. Li gorî bersiva ji îtîrazên me re tê kirin em ê li YSK’ê îtîrazê bikin. Lê em ê îtîrazên xwe yên li kolanan bi dawî nekin. Ne TOMA ne jî gazên wan nikarin pêşî li ber daxwazên me yên demokratîk bigirin.” 
 

Sernavên din

19/04/2024
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye