Li Curnê Reş bertekên li dijî dubare li dar xistina hilbijartinê didome

  • rojane
  • 14:01 3 Nîsan 2024
  • |
img
RIHA - Ji ber îtîraza AKP’iyan a li dijî du sindoqan, li Curnê Reş biryar hate dayîn ku hilbijartin dîsa bê lidarxistin. Bertekên li dijî vê biryarê didomin. Dê li dijî biryarê li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar îtîraz were kirin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PartÎ) piştî 45 salan, Şaredariya Curnê Reş a Rihayê bi dest xist. Lê j ber îtîraza AKP’ê ya ji bo 15 sindoqan, duh biryar hate dayîn ku hilbijartin dîsa bê lidarxistin. AKP’ê di şeva hilbijartinê de ji bo sindoqên hejmar 1119 û 1120’ê îtîraz kir û pusulayên di van sindoqan de ji hêla biraziyê şaredarê heyî û namzetê AKP’ê Alî Aslan Bayik ê bi navê Mûstafa Bayik û xebatkarên şaredariyê jî di nav de komeke ji 50 kesan pêk dihat ve hatin şewitandin. 
 
Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê bûyera ku qeydên wê yên kamerayê hene weke hincet nîşan da û biryar da ku hilbijartina ku DEM Partiyê bi ferqekî bi qasî 521 dengan jinûve bê lidarxistin. Lijneyê biryar da ku hilbijartin di 2’yê hezîranê de were lidarxistin. 
 
Partiyî dê li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar îtîrazê bikin. 
 
Bi sedan rihayî li pêşiya avahiya Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a li navçeya Halîliliyeyê kom bûn û biryar protesto kirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, Parlamenterê Mêrsînê Alî Bozan, Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş ku weke Hevşaredarên Curnê Reş hatibûn hilbijartin, hevşaredarên DEM Partiyê yên Bêrecûk, Pirsûs, Serêkanîye, Hewag, Xelfetî û Wêranşarê, Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel û bi sedan welatî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de bênavber dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Diz dê hesabê bidin gel” berz dikin. 
 
‘MUDAXILEYA LI DIJÎ ÎRADEYA HILBIJÊRAN’
 
Platforma Ked û Demokrasiyê tevî gel li pêşiya Lijneya Hilbijartinê ya Bajar daxuyanî da. Berdevkê Platformê û Hevserokê Şaxa SES’a Rihayê Ferhat Demîr bertek nîşanî biryara kêmînê ya siyasî ya li Wanê da û got ku ev biryar, berdewamiya rejîma qeyûm e. 
 
Demîr, anî ziman ku mudaxileyên derhiqûqî yên li dijî hilbijartinan hem binpêkirina mafên bijartin û hilbijartinê hem jî mudaxileyekî li dijî îradeya hilbijêran e. Demîr, mudaxileyên heyî weke “darbeya siyasî” nirxand û got ku bi van mudaxileyan derbekî giran li demokrasiya Tirkiyeyê tê xistin. Demîr, got ku divê tu kes li dijî van mudaxileyan bêdeng nemîne. Demîr, wiha domand: “Divê tavilê dev ji vê helwesta xwe berdin û mazbata bên dayîn. Em radigihînin ku li gel vîna xelkê Curnê Reş û Wanê ne.” 
 
DÊ DAXWAZNAMEYA ÎTÎRAZÊ PÊŞKEŞ BIKIN
 
“Nobeta Demokrasiyê” ya girseyê ya li pêşiya Lijneya Hilbijartinê ya Bajar didome. Partiyî dê daxwaznameya îtîrazê pêşkeşî lijneyê bikin. 
 
HIQÛQNASAN BERTEK NÎŞAN DAN
 
Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baroya Rihayê jî li pêşiya baroyê daxuyanî dan. Namzetên hevşaredariyê yên Curnê Reş Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş û gelek parastvanên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Metna hevpar ji hêla Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel ve hate xwendin. Oncel, got ku biryara jinûve lidarxistina hilbijartinê ya li Curnê Reş derhiqûqî ye û bi vê yekê re îradeya gel tune hatiye hesibandin. Oncel got ku ev biryar dê rê li ber feraseta qeyûm veke û wiha bi dawî kir: “Bi eşkereyî xuya bû ku li bajarên kurdan îradeya bijartinê bi avadaniyên girêdayî îktîdara siyasî teşe digire. Li hêla din li îradeya xelkê Wanê qeyûm hate tayînkirin.” 
 

Sernavên din

19/04/2024
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû