Malbatên ku zarokên wan hatin binçavkirin: Em ne ji mirinê ne jî ji girtîgehê ditirsin

  • rojane
  • 12:47 3 Nîsan 2024
  • |
img
WAN - Malbatên ku li Wanê zarokên wan di serdegirtina malan de bi îşkenceyê hatin binçavkirin anîn ziman ku AKP hewl dide tola têkçûna xwe ya li Kurdistanê hilîne. Malbatan bi lêv kirin ku ne ji mirinê ne jî ji girtîgehê natirsin û wiha bang li herkesê kirin: “Bêdeng nemînin, bêdengî me hemûyan dikuje.”
 
“Komploya siyasî” ya li dijî Abdullah Zeydan ê di hilbijartinên herêmî de weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hate hilbijartin rê li ber hêrseke mezin vekir. Gelê Wanê yê tê xwestin vîna wî were xespkirin, li dijî vê hewldanê berteka xwe li kolanê nîşan da. Protestoyên ku bi roj destpêkirin heta derengî şevê berdewam kirin. Tevî ku polîsan serî li tundiyê jî da, gelê ku ji kolanan naçe bertekên xwe didomîne. Li dijî xespa vîna gelê Wanê, li bajarên din ljî gel daket kolanan û ev yek protesto kirin. 
 
Desthilata AKP’ê ya di hedefa protestoyên her ku diçe belav dibe de ye, hewl dide bi destê hêzên ewlehiyê protestoyan bifetisîne. 
 
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ve hate dayîn, ji duh ve li Wanê 26, li navenda Colemêrgê 9, li navçeya Geverê 29, li Sêrtê 4, li Êlihê 5, li Şirnexê 10, li Îzmîrê 6 bi komî 89 kes hatin binçavkirin. Li Wanê di saetên serê sibê de polîsan bi ser gelek malan de girtin. 
 
Îşkence li kesên ku li taxa Xaçortê hatin binçavkirin hate kirin, çek xistin serê xizmên wan, deriyên malan, tiştên li hundir û cam bi awayekî keyfî hatin şikandin. 
 
ÎŞKENCE LI ZAROKÊ 17 SALÎ KIRIN 
 
Înanç Salgur ê 17 salî ku hate binçavkirin, tevî ku nexweşê epîlepsiyê ye jî polîsan îşkence lê kirin. Bavê Salgur, anî ziman ku polîsên ku hatin gelek caran serê lawê wî li dîwarî dane, difina lawê wî şikestiye û tiştên qewimîn wiha vegot: “Hezar leşker anîn ber deriyên malên me. Piştî ku li lawê min xistin, li ser dezgeha mutbexê destên xwe şuştin, birînên lawê min ên xwîn jê dihat paqijkirin û birin. Gelek caran li serê me xistin, bi çekê gef li me xwarin.”
 
DERÎ Û PENCERE ŞIKANDIN Û GOTIN ‘EM BI XELETÎ VE’ HATIN 
 
Ayten Salgur a di heman kolanê de dijî û polîsan bi xeletî ve bi ser mala wê de girtin jî tiştên wê kêliyê jiyan wiha vegot: “Hatin derî û paceyên me şikandin. Piştî ku hatin hundir, gotin me xeletî kiriye. Çawa wiha xelet tên? Heke xelet hatibin çima deriyên me dişikînin? Qaşo xelet hatin lê çek xistin serê me, îşkence li hevjînê min kirin. Ev feraseteke çawa ye? Bi awayekî bêsûc bi ser malên mirovan de girtin, îşkence li zarokên wan kirin.” 
 
‘EV GEL NE JI KOMKUJIYÊ NE JÎ JI GIRTÎGEHÊ NATIRSE’ 
 
Sargul, bi lêv kir ku yekane sedemê vê êrişa pê re rû bi rû ma têkçûyîna AKP’ê û Erdogan a li Kurdistanê ye û wiha berdewam kir: “Hewl didin wiha tolê hilînin. Em jî ji vir careke din bang li wan dikin; Erdogan ev ne cara ewil e ku tu bi ser malên me de digirî. Bi salan e bi ser vê malê de tê girtin. Bi salan e tundî li me tê kirin û tên binçavkirin. We çi bi dest xist? Em gavekê jî bi paş ve neçûn û em naçin. Ev gel natirse, ji mirinê jî ji girtinê jî natirse.” 
 
Sargul, li dijî zilma pê re rû bir û man ji hemû kurdan re wiha got: “Ey gelê kurd bêdeng nemînin, bêdengî me hemûyan dikuje.”
 
Polîsan bi ser mala malbata Bor a li heman taxê dijî de jî girt û lawê wan Mesût Bor binçav kir. 
 
Dayik Behîce Bor tiştên qewimîn wiha vegotin: “Di saetên serê sibê de deriyên malênme hatin şikandin. Weke DAIŞ’ê bi ser malan de girtin. Çek xistin serê zarokên me yên biçûk re. Dema lawê min hate binçavkirin li erdê dirêjkirin. Çavên hevjînê min nabînin hewl dan wî jî li erdê dirêj bikin, bi kuştinê gef lê xwarin. Em ê van ji bîr nekin û derxistina dengê xwe bidomînin.”
 
‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’ 
 
Bav Yûsûf Bor jî bi lêv kir ku tevî zilma lê hate kirin jî dest ji lêgerîna mafê xwe nagerin û got: “Erdogan zilm dike. Edaletê pêk naîne, tenê zilmê dike. Tu hêz di destên wî de nema. Yekane tişta maye xespkirina destkeftiyên me ye û kuştina mirovan e. Min çavên xwe di girtîgehê de winda kirin, min ev berxwedan li girtîgehê jiya. Ez ê li derve jî li ber xwe bidim. Em ê li hember Erdogan serî netewînin.”
 
 
 

Sernavên din

19/04/2024
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin