Fakulteya Jineolojiyê dest bi dersan dike

  • jin
  • 09:24 13 Cotmeh 2017
  • |
img

QAMIŞLO – Li Rojavayê Kurdistanê Fakulteya Jineolojiyê, di 16’ê Cotmehê de dest bi perwerdehiyê dike. Endama Desteya Rêveber a Jîneolojiyê Ayten Şêx Îsa, anî ziman ku bi avakirina fakulteyê gaveke mezin hatiye avêtin û wê ji bo jinên cîhanê bibe mînak. Îsa ji bo piştevaniyê jî bang kir û xwest her kes kevirekî deynin. 

 
Li bajarê Qamişloyê ya Rojava, jinan li Zanîngeha Rojava Fakulteya Jineoliyê vekir. Dê fakulte di 16’ê Cotmehê de dest bi serdema xwe ya ewil a perwerdehî û hînkariyê bike. Endama Desteya Rêvebir a Fakulteya Jineolojiyê Ayten Şêx Îsa, behsa  fakulteyê, pêvajoya avakirina wê û pergala wê kir. 
 
'LI CÎHANÊ YEKEMÎN FAKULTEYA JINEOLIJIYÊ YE’ 
 
Îsa, bi bîr xist ku fakulteya ku wan ava kiriye li cîhanê yekem Fakulteya Jineolojiyê ye. Îsa, got ku wan piştî guftûgo û nîqaşên dûr û dirêj ev fakulte vekiriye. Îsa, anî ziman ku li Rojava, Tirkiyeyê akademiyên Jinelojiyê hene, lê belê têr nakin. Îsa, da zanîn ku li akademî û atolyeyên li Efrîn, Kobanê û Cizîrê di polên 11-12’an de wek ders tê dayîn lê belê wan dîtiye ku ev yek têr nake. Îsa, destnîşan kir ku piştî têkoşîneke dûr û dirêj wan Fakulteya Jîneolojiyê vekiriye. 
 
'WÊ BIBE MÎNAK’ 
 
Îsa wiha domand: “Cara ewil e ku fakulteyeke wiha vedibe û mirov meraq dike, ka ev çî ye, wê çawa bibe. Lê wê ev fakulte ji bo Tirkiye, Başûr û heta ji bo cîhanê bibe mînak û wê rê li ber jinan vebike. Jineolojî, bi têgehên wekî ‘jiyolojî’ tê tevlihevkirin; lê belê em dixwazin vê tevlihevî û gelemşeyê ji holê rabikin. Cihekî ku bi fikra jinê, heyîn, azadî, xwemalî û xwezaya wê esas bê girtin tune ye. Divê tenê di çarçoveya Jînekolojiyê li jinê neyê nihêrîn. Çimkî jiyan, azadî, xweza, huner û zimaneke jinê heye. Roja îroyîn tê xwestin ku ev hemû bên înkarkirin. Têkoşîneke wiha heye. Em bi jîneolojiyê li hemberî vê tê dikoşin.” 
 
'XWESTEKA OCALAN BÛ’ 
 
Îsa, anî ziman ku wan dizanibû ku bi salan e Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî zafh dixwest Fakulteya Jîneolojiyê bê vekirin. Îsa, got ku jinên kurd xwedî li pêşniyara Ocalan derketine û ev tişt got: “Li Zanîngeha Rojavayê fakultebûyîna Jineolojiyê, tê wateya ku xeyala Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tê. Ji ber vê ev gav ji bo me gaveke mezin û girîng e. Dema Ocalan ev yek pêşniyar kir got ku ‘Jin çavkaniya jiyanê ne.’ Lê belê bi salan e dîroka jinê di tarîtiyê de hatiye hiştin, nasnameya wê nehatiye hesibandin. Dîroka wê ya koletiyê nehatiye nivîsandin, lê dîroka wê ya azadiyê li ber nivîsandinê ye. Wê ev yek jî bi vekirina fakulteyê, bi saya zanista Jineolojiyê pêk bê. Niha em jî li gel her tiştî, her tim bi pêş ve gav diavêjin.” 
 
'DIVÊ EM FERASETA NÊRZA BIŞIKÎNIN’ 
 
Îsa diyar kir ku li Rojhilata Navîn, li Reqqa, Dêra Zorê, Şengal û Tebqayê tenê jin bi awayekî fizîkî hebû û dema DAIŞ'ê berê xwe da vê xakê, li van deran komkujî pêk anîn û wiha pê de çû: “Yanî berê xwe da jina ku bi awayekî fizîkî heye, lê dîrok, ziman, çanda wê tê înkarkirin. Jina ku li hember sekinî jî tu tişt nîşan neda. Bû kole, hat tacîzkirin, hat îstismarkirin. Lê em dixwazin derxînin holê ku jin ne ew kes e ku li hemberî êrîşan xwe neparêze. Êdî li Rojhilata Navîn tenê êrîşeke fizîkî tune ye, êdî tecawizî fikrên mirovan jî dikin. Yanî bi awayekî taybet bi ser jinan de diçin. Profîla ku tê xwestin ew e ku jin serîtewandî be, nefikire û doza mafê xwe neke. Li jinên ku ketine destê DAIŞ’ê binerin, piranî jê jinên nerêxistinkirî ne, jinên ku nikarin parastina xwe bikin. Divê em li Rojhilata Navîn wê feraseta nêrza bişikînin.” 
 
'WÊ JIN BI JINEOLOJIYÊ HÎN XWEŞIKTIR LI CÎHANÊ BINERIN’ 
 
Îsa di dewama axaftina xwe de piştrast kir ku zextên wekî "Tu jin î divê tu serê xwe binuxumînî, ji malê dernekevî, zarokên xwe mezin bikî" re rû bi rû ne û ev tişt anî ziman: "Naxwazin jin xwe biparêzin, çekan bidin xebatê, lê dema dîl dikeve destê DAIŞ’ê nikare tiştekî bike. Ji jinê re tê gotin ku ‘Xwediyê te ez im, ez ê te biparêzim.’ Lê dema jin li bazaran tên firotin xwedî li wan dernakevin. Bi Şoreşa Rojavayê jinan ev feraset şikand. Nîşan da ku jin jî dikare şer bike, dikare xwe û civaka xwe biparêze. Ji niha û pê ve dê jineke êzidî li dijî êrîşên DAIŞ’ê bê parastin nemîne. Di jiyanê de nêzîkatiyên wiha hêj hene. Ji bo şikandina vê ferasete û jiholêrakirina wê, Fakulteya Jîneolojiyê xwedî cihekî girîng e. Wê jin hêj bi hêztir û xweşiktir li cîhanê binherin.” 
 
'WÊ LI FAKULTEYÊ 11 DERS BÊN DAYÎN’ 
 
Îsa der barê waneyên li fakulteyê de jî agahî da û anî ziman ku dema perwerdehî û hînkariya li Fakulteya Jîneolojiyê 2 sal in, lê belê dê xwendekar 6 serdeman dersan bibînin û her serdemek 4 meh e. Îsa da zanîn ku ew ê di 16’ê Cotmehê de dest bi perwerdehiyê bikin û her çiqas sala ewil be jî eleqeyeke zêde ji bo fakulteyê heye. Îsa diyar kir ku xwendekar heta 15’ê Cotmehê jî dikarin serî li fakulteyê bidin û got ku niha wê dersên wekî “Destpêka Jineolojiyê, Têgeh û Teorî, Şaristaniya Navendî û Şaristaniya Demokratîk, Sosyolojiya Azadiyê, Zayendîparêzî û Rejîma Heqîqetê, Zimanê Kurdî, Zimanê Îngilîzî, Zimanê Erebî, Rê û Rêbazên Lêkolînê û dersên kompîturê” bên dayîn. Her wiha Îsa derbirî ku ew ê di demên pêş de dersên “Estetîk, Avaniya Demografîk, Hevserokatiyê, Siyaset, Aboriya Komunal” û hwd. jî bidin. 
 
Îsa destnîşan kir ku 5 rêveberên fakulteyê hene û wê xwendekar hemû jin bin. Îsa bi lêv kir ku dê di rojên pêş de xwendekarên mêr jî bikaribin li fakulteyê bixwînin, lê heta ku ew kadroyên xwe çêbikin, dê ev rawestî bimîne. Îsa da zanîn ku xwendekarên li Fakulteya Jineolojiyê bixwînin, di her qadên jiyanê de dê bi rihetî bikaribin bixebitin û wê karibin li dibistanan mamostetiyê bikin. Îsa diyar kir ku ew dixwazin li Efrîn û kantonên din jî fakulteyan vekin û niha navenda Jineolojiyê li Efrîn û Dêrikê hatiye vekirin. Her wiha Îsa destnîşan kir ku piştî van ew ê di pêşerojê de Akademiya Jineolojiyê vekin. 
 
TU JÎ KEVIREKÎ DEYNE SER… 
 
Îsa bang li tevahiya mirovan kir ku kesên dibêjin di têkoşîna jiyaneke nû de “Ez jî heme” divê bên Fakulteya Jineolojiyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Rojava gundên Jinwar ên jinan tên avakirin. Em dixwazin di rojên pêş de bajarên jinan jî ava bikin. Ev pêşnûma nayê wateya ku jin û mêr ji hev du tên veqetandin. Em dixwazin feraseta şaş û çewt bişikînin. Em tenê red nakin, em dibêjin em ê jiyaneke azad çawa biafirînin, alternatîfên me çi ne, em berpêş dikin. Ev fakulte jî gaveke dîrokî ye. Kesên dixwazin di vê gava dîrokî de cih bigirin û alîkariyê bikin bila bên. Bila kevirekî jî ew deynin.”
 
MA / Azîz Oruç 
 

Sernavên din

15/10/2017
14:23 Li Kepezê bi gotina 'gawira pîs' jinek derb kirin
14:04 Şahidê bûyerê: Piştî kuştin şop paqij kirin
13:22 Rojnameger 'kesê bi fikar' yên ew derb kirin 'mexdûr' in
13:17 Nûçegihanê ANHA Hogir Mihemed jî jiyana xwe ji dest da
12:15 Berxwedana karkeran encam da
11:27 Leşkeran welatiyê li baxçeyê xwe dixebitî kuşt
11:21 Hejmara nû ya Roperî derket
10:57 'Erkdayina Muftî li dijî Qanûna Bîngehîn e'
10:48 Rêjîma Îranê deriyê sînorê Xaneqînê ji bazirganiyê re girt
10:47 TSK di hewldana dorpêça Efrînê de ye
10:45 Buyerên li Muglayê ji parêzeran veşartin û di çapemeniyê de weşandin
09:27 Karkerên sendîkayî yên ji kar hatin avêtin: Serokwezîr ne samîmî ye
09:26 Zengilê dibistana zaroken Êzîdiyan lêxist
09:23 Li Girtîgeha Ceyhanê kurdî qedexe kirin
09:23 ‘Ji bilî yekîtiyê tu rê tune ye’
09:22 'AKP bi xwîn û dagirkirinê temenê xwe dirêj dike’
09:21 ‘Paqijî û xwedîkirineke bi tenduristî rê li ber nexweşînan digire’
09:19 Pirtûka Demîrtaş hat qedexekirin!
09:17 Di sînorê du welatan de bê nasname ma ye
09:10 'Serpêhatiyên kurdan û katalanan dişibin hev'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2017'AN
14/10/2017
19:50 Rojnamegerên agahî ji wan nedihat wergirtin bi birîndarî hatin dîtin
18:40 Rojnameger Bagdu hat bibîranîn
18:34 Hêlin li ser milê jinan hat oxirkirin
17:38 Cenazeyê Rojnameger Dilîşan û YPG/QSD'î bi girseyî oxir kirin
17:19 Demîrê xelata ÎBA girt: Min dayîka Taybet vegot
17:07 Mistefa: Erdogan li dijî kurdan bi dijminê xwe re îtîfaqê çê dike
17:06 Parêzerê Ocalan: Tecrîd bi dawî bibe dê pêşî li van nûçeyan bê girtin
16:44 Komxebata 'Di medya de zayendîparêzî': Divê alternatifên me hebin
16:28 HDP'ê doza xwînê ya 4 salan berê bi dawî kir
16:19 Ji bo jiyanek nû belav nebe qeyûm tayîn kirin
15:36 ‘Bila girtiyê her du destê wî tuneyî bê berdan’
15:26 'Girtiyê birîndar Akin nayê dermankirin'
14:55 Li Kolana Yukselê êrîş û binçavî
14:45 Rojnameger Kadrî Bagdu hat bibîranîn
14:44 Li Çewligê 26 herêm hatin qedexekirin
14:41 Dayikên Şemiyê: Me ji bîr nekir em ji bîr nakin
14:23 Xizmên windayan: Heta em li jiyanê bin em ê şopdarê wan bin
14:10 'Serlêdanên li navenda jinan di destê kî/ê de ne em nizanin'
13:55 Li Fîldîşî balafirek ket xwarê
12:50 HDP dê damezrandina xwe ya 5’emîn pîroz bike
12:47 Li Meclisê pirsa 'Kurdistan’ê
12:44 KGT li xwendekarê revandibûn geriyan: Wextê te tije bû
11:41 Girtiyên jin li dijî îşkenceyê ketin greva birçîbûnê
11:40 Cenazeyê Rojnameger Dilîşan şandin Kobanê
11:30 ÎRA ji ANHA'yê re sersaxî xwest
10:54 Yekî ji wan jî 'kuştina jinê' venegot
10:13 Leşkeran gundê Ogulpinar kirin biryargeh
09:49 4 kes hatin girtin
09:47 'Wan ken bi me dan ji bîrkirin, divê bên cezakirin'
09:29 Ozel: Qanûna tecawizê kiras guherî
09:16 Şer di navbera Heşdî Şabî û pêşmergeyan de derket
09:15 Ji ber wêneyê Kobanê rastî 1 sal û 3 meh ceza hat
09:14 Çîroka îşkence, koçberî û xizaniyekê: Dîrok guherî, gund guherî lê…
09:13 Ava nexweşxaneya leşkerî Fîskayayê tehdît dike!
09:12 ‘Bi sînordarkirina parêzeran dê îşkence berbelav bibe’
09:11 Ji ber SÎHA'yan nikarin li heywanên xwe jî bigerin
09:10 Ji keviran hunerê ava dike
09:10 Parlementera CHP'î Bîçer: Ne cotkar, spekulator buhayên tirî diyar dikin
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2017'AN
13/10/2017
21:50 Serdozgeriyê der barê bûyerên Mûglayê de daxuyanî da
20:55 Cenazeyê Demîr ku hat gotin di pevçûnê de miriye hat definkirin
20:43 DYA, Muhafizên Şoreşê yên Îranê xist lîsteya mueyîdeyan
18:29 Li dibistanê êrîşa çekdarî: Xwendekarek mir
17:38 'Dilîşan jî wek Nûjiyanê bû dengê gelan'
16:45 Angaşta gundî di axuran de hatine derpkirin
16:38 Serlêdana malbatê ya hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:05 Rojnamegerên hatin derbkirin sirgûnê Bafrayê kirin
16:05 Rojnameger Dilîşan Îbîş di erişa DAIŞ'e de jiyana xwe ji dest da
15:07 'Bila dewlet sozê ku daye bi cih bîne'
14:58 Hevjîna polîs bertek nîşanî êrîşa polîsan da
14:26 HDP’ê bertek nîşanî Tupraşê da
14:23 Li 11 polisên fermana 'operasyona KCK'ê dan' doz hat vekirin
14:18 Êrîşên zayendî herî zêde di wesayîtên rêwîtiya komî tên jiyîn
14:17 DEDEF'ê xwest endamên wan bên berdan
13:17 Dê OHAL'ê 3 mehên din dirêj bikin
12:50 Ji bo kana keviran bi sedan dar birîn
12:46 Di ‘Doza çapemeniya KCK’ê’ de îdîanameya Yurt Atayun xwestin
12:36 Li Licê cenazeyek hat dîtin
12:01 Tîmur: Rêgeza wekheviyê hatiye binpêkirin
11:51 Malbat ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike serlêdan kir
11:29 Yekîneya Revandina bi Zorê ya Enqere: TEC
11:28 Şêniyên Reqqayê: Allahû yensîrûkum
10:56 Taşdemîr: Dixwazin jinan di malê de girê bide
10:29 Akat: Berxwedana jinan hesabên li Rojhilata Navîn xirab kir
10:10 Tûtinvanên Semsûrê: Çixareyên TEKEL'ê jî xedexe bikin
09:59 Ewropa ji êrîşên DAIŞ’ê re got ‘Jenosîd’, AKP bêbiryar ma
09:57 Avahiya Meclisê berî 4 salan çêkirin, bi 153 milyona tê nûkirin
09:36 'Berê vedişartin niha civakê ji şer re amade dikin'
09:35 Zarokê nexweşîna epîlepsî li benda derman kirinê ye
09:34 Dermanê sermaya Serhedê çaya nebatan e
09:33 Çerkezoglu: Beşdariya jinan a kar ji sedî 30 e
09:32 Girtî felç û bêhiş kirin û berdan
09:31 Dermana tenduristiyê ‘dimsa hinaran' jî ‘luks’ e!
09:29 Ji bo biçin dibistanê rojê 6 km dimeşin
09:28 3 sal borîn hêj kujerê Kadrî Bagdû nehatin dîtin
09:24 Fakulteya Jineolojiyê dest bi dersan dike
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2017'AN
12/10/2017
21:15 294 xwendekar ji ber xwarinê jehrî bûn
20:25 Nûnera TUHAD-FED’ê Havva Ozcan hat girtin