STENBOL - Dildarê DBS'ê ya Fîlîstînî Nîcola Saafîn diyar kir ku di nava welatên ku bi Îsrailê re ithalatê dikin Tirkiye di rêza 4’an de ye. Saafin, diyar kir ku heta Tirkiye têkiliya xwe bi Îsraîlê re qut bike dê çalakî bidomin.
Bertek û nerazibûnên li dijî polîtîkayên Tirkiye yên li ser Îsrailê zêde dibin. DYA li Qudsê Sefaretxaneya xwe vekiribû. Piştî gelê Fîlîstînê li dijî vê yekê li Xezayê çalakî pêk anîn Îsrail du roj berê li dijî çalakgerên Xezayê êrîş pêk anîbûn. Di êrîşê de 61 welatiyên tev li çalakiyê bûn hatin kuştin.
Bertekên welatên cîhanê yên li dijî êrîşa Îsraîl a li ser Fîlîstinê didome. Hewldana Boykota Îsraîlê ya Ji bo Fîlîstînê ya li Tirkiye (BDS) çalakiyên xwe berdewam dikin. Nûnerê BDS'ê yê Fîlîstînî Nicola Saafin diyar kir ku Tirkiye û hêzên navneteweyî bertekên lawaz nîşan didin û wiha got: "Ji ber ku Îsrail bi hêsanî tev digere û cîhan li hemberî vê yekê bêdeng in ev bûyer pêk tên. Ji bo Îsrail dawî li vî sûcî bîne divê hêzên piştgiriyê didin Îsraîlê piştgiriya xwe qut bikin. Divê mkalên Îsraîlê boykot bikin.
‘TU HIKÛMETAN TÊKILIYA XWE BI ÎSRAÎLÊ RE QUT NEKIRIYE'
Saafin, da zanîn ku bertekên hêzên navneteweyi yên li dijî Îsraîlê pir lawaz in û wiha got: "Bertekên li dijî Îsrailê tenê di gotinê de dimînin. Di pratîkê de tiştek tune. Ya girîng divê di milê leşkerî û aborî de tecridek bê kirin. Divê têkiliyên bazirganî bên qutkirin. Di nava welatên ku bi Îsrailê re ithalatê dikin Tirkiye di rêza 4’an de ye. Saafin, diyar kir ku heta Tirkiye têkiliya xwe bi Îsraîlê re qut bike dê çalakî bidomin. Piştgiriya gelê Tirkiye ya li hemberî gelê Fîlîstînê pir xurt e. Lê di milê dewletê de ne wisa ye. Hikûmeta Tirkiye bi hikûmeta Îsrailê re di nava têkilyên xurt de ye. Di milê bazirgangiyê de Tirkiye 5'emîn şirîkê Îsraîlê ye. Mixain Tirkiye di nava bazirganiya Îsraîlê de cihekî pir girîng digire."