NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Varanesî yê Hindîstanê pira rêwiyan hilweşiya. Di hilweşîna pirê de 18 kes mirin.
Li Bajarê Vananesi ya Hindistanê pira rêwiyan hilweşiya. Di saetên serê sibê ku trafik gelek zêde bû pir hilweşiya. Li gorî agahiya rayedaran di hilweşîna pirê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan. 5 kes jî birîndar bûn. Hat diyar kirin ku kesên rakirin nexweşxaneyê rewşa 2 kesan giran e.