STENBOL – HDK’ê bertek nîşanî êrîşên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê da û got: “Em li ser navê gelan xwe êrîşên li ser gelê Filistînê lanet dikin.”
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi daxuyaniyek nivîskî êrîşên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê pêk tên şermezar kir û bertek nîşan da. HDK bi bîr xist ku di encama êrîşên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê de bi dehan mirov jiyana xwe ji dest da û alozî didome. HDK di dewama daxuyaniya xwe de got: “Desthilatdariya qesra li Tirkiyeyê bi hestiyariyek sextekariyê nêzî êşa gelê Filistînê dibe û dixwaze vê rewşê veguherîne avantaja hilbijartinê. Bila dethilatdarî ewil l têkiliya xwe û Îsraîlê binêre. Di gelek milan de têkiliyên wan hene. Em li cem gelê mezlum ê Filistînê û em li ser navê gelan êrîşên li ser Filistînê şermezar û lanet dikin.”