Pasûriyan serkeftina xwe pîroz kirin: Xwediyên vê axê em in

  • rojane
  • 08:59 2 Nîsan 2024
  • |
img
AMED - Hevşaredarên navçeya Pasûrê Fatma Ay û Mûrat Îpek ku di pîrozbahiya serkeftina partiya xwe de axivîn, diyar kirin ku ew ê wekheviyê binîn Pasûrê û wiha gotin: “Em weke wan ne tenê ji bo gundê xwe, em ê ji 35 hezar welatiyên xwe re xizmetê bikin. Xwediyên vê axê em in.”
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Pasûr a Amedê tevî hewldanên AKP-MHP’ê ya “hilbijêrên qaçax” jî serkeftineke mezin bi dest xist. Ji bo pîrozkirina serkeftinê, bi sedan welatiyên pasûrî li ber deriyê avahiya DEM Partiyê ya navçeyê kom bûn û bi meşale û fîşekên hewayî serkeftina xwe pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de girseyê dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Pasûrê” berz kirin û heta nîvê şevê govend gerandin. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn jî tev li pîrozbahiyê bû. Hatûn û hevşaredarên navçeyê Fatma Ay û Mûrat Îpek bi ciwanan re govend gerandin.
 
 ‘XWESTIN VÎNA GELÊ PASÛRÊ XESP BIKIN’
 
Di pîrozbahiyê de ewilî hevşaredarê navçeya Pasûrê Mûrat Îpek axivî û anî ziman ku bi pere û baca wan bi hezaran leşker kişandin Pasûrê, xwestin vîna Pasûriyan desteser bikin. Îpek, diyar kir ku lê gelê Pasûrê nîşanî wan da ku vîna gelê Pasûrê çiqas xurt e. Îpek, da zanîn ku xwediyê axê ew in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew ne ji me ne, em bi xîret in û ew jî bejik in. Lê em bi serketin û em ê bi xizmetên pêwîst û lezgîn dest bi xebatên xwe bikin.”
 
 ‘EM Ê JI BO 35 HEZAR WELATIYÊN XWE XIZMET BIKIN’
 
Piştre jî hevşaredara navçeyê Fatma Ay axivî û got ku careke din diyar bû ku kes nikare vîna gelê Pasûrê desteser bike. Ay, da zanîn ku ev 8 sal in vîna wan hatiye desteserkirin lê Pasûrê vîna xwe ji destê qeyûm û dizan derxist. Ay, diyar kir ku ew bi gelê xwe serbilind in û wiha berdewam kir: “Înşelah em ê layiqê gelê xwe bin. Em ê wekheviyê binîn navçeya xwe û em weke wan tenê ji gundê xwe re na, ji 35 hezar welatiyên xwe re xizmetê bikin. Xwedê me li ber we nede şermê.”
 
‘EM Ê JI GUNDÊ XWE YÊ EWIL HATIYE ŞEWITANDIN DEST PÊ BIKIN’
 
Herî dawî hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun axivî û da zanîn ku gel bersiveke xurt daye kesên ku dixwestin vîna gel desteser bikin. Hatun, anî ziman ku gava wan dest bi kar kir, ew ê gund bi gund xizmetên xwe jî bidin destpêkirin û wiha got: “Li vir gelek gundên me şewitandin, lê em ê wan gundên xwe dîsa şên bikin. Êdî para me ne mirin e, jiyan e. Wan ewilî kijan gundê em şewitandi be, em jî dê ji wî gundî dest bi xebatên xwe bikin.”
 

Sernavên din

24/09/2024
10:37 Li Stenbol û Mêrdînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:36 Wezareta Dadê ji lêpirsîna Taybet Înan bêagah e!
10:18 Serdegirtina MED-DER’ê dê were protestokirin
10:13 Bi ser MED-DER’ê de girtin: Perwerdekar hatin binçavkirin û pirtûk hatin desteserkirin
10:09 Li Manîsayê cînayeta jinan
09:03 Ferît Şenyaşar: Erdogan daxwaza ji bo hevdîtinê red kir
09:02 Kakaee yê ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Divê ji bo 'mafê hêviyê' qanûn bên sererastkirin
09:01 Şaredariya Gundikêmelê ji bo pêşî li qedandina sewalkariyê bigire şivan û gavan girtin
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2024'AN
08:54 Li Lubnanê bilanço giran dibe: 492 kes mirin
08:23 Meteorolojiyê 9 bajar ji ber barîna zêde hişyar kir
08:06 Polîsan bi ser avahiya MED-DER'ê û Payîz Pirtûkê de girtin
23/09/2024
21:41 Eker piştî 31 salan ji girtîgehê derket
21:38 'Qesrên edaletê wekî buroyên AKP'ê kar dikin'
17:01 Bakirhan: Apê Mûsa gelek tişt hînî me kirin
16:34 Emîne Şenyaşar ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê navber da çalakiya xwe
16:15 Bi girseyî serdana şîna Orûç hat kirin
15:36 Di bin çavan de mûameleya xerab
15:33 Ûçar: Divê li dijî tecrîdê têkoşîna civakî bê kirin
15:32 Şaredariya Depê nivîsên hişyariyê yên hatine jêbirin ji nû ve nivîsand
15:23 Derket holê ku xebatên madenê yên li Hesendînê neqanûnî ne
15:13 Îsraîlê dîsa êrişî Lubnanê kir: Nêzî 100 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn
15:02 Projeyên Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê asteng kirine vegotin
14:48 Şaredariya Wanê ‘Xwaringeha Gel’ vekir
14:47 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de bang li saziyên navnetewî hate kirin
13:52 ATK: Nehat tespîtkirin ku şopa diranên ser milê Enes Guran a kî ye
13:51 Rojnamevan Onver ‘bi belavkirina agahiyên xelet’ hate sûcdarkirin
13:27 Wezîrê Dadê: Di lêpirsîna Narînê de xisûsên ku li raya giştî nehatine belavkirin hene
13:08 Di doza tecawizê ya cemaetê de biryar hat dayîn
12:40 ‘Em ê li dijî polîtîkayên necezakirinê têkoşîna xwe bidomînin’
12:07 Qeymeqamiyê navê ‘Rindêxan’ red kir: Zimanê biyanî ye!
11:35 Wezareta Karên Navxweyî ji bo Zarokistanê mufetîşan wezîfedar kir
11:25 Hevşaredaran piştgirî da welatiyên li dijî madenê li ber xwe didin
11:24 Kesê tê payîn ku xwe kuştiye, jiyana xwe ji dest da
11:15 Li Wanê lêhî: bendên avê yên DSI’yê ne li gorî standartan in
11:14 Dermankirina Pexşan Ezîzî tê astengkirin
11:02 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan bang: Prosedura binpêkirinê bidin destpêkirin
10:44 Li hemberî zarokekê tacîza zayendî pêk hat
10:43 Ji mirina biguman a girtîgehê re biryara ‘neşopandinê’
10:38 Li Horasanê bi pileya 5.2 erdhej çêbû
10:36 Li Bûrsayê balafira perwerdehiyê ket: 2 pîlot mirin
09:03 Îdianameya rêxistina sûc: Polîs kuryetî kir
09:02 Li MED-DER’ê serlêdanên kursan didomin
09:02 Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Rêxistinbûn xweparastin e
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:45 Xwebûn bi manşeta ‘Rêxistinbûyîna gel ferz e’ derket
22/09/2024
23:55 Hevserokên nû yên PYD’ê hatin hilbijartin
23:49 Orûç ê wek nexweş ji girtîgehê derketiye, jiyana xwe ji dest da
23:25 Xelatên Apê Mûsa hatin dayîn: Zext jî têkoşîn jî didomin
21:01 Beşar Esad efûya giştî îlan kir
19:56 Îsraîl careke din êrişî dibistanê kir: 7 kes mirin
17:39 Komxebata Jineolojiyê bi dawî bû: Hêviya me ya cîhanekî nû heye
17:21 Endamê Koma Aştiyê Aktaş bi ser gora xwe hate bîranîn
16:24 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê ez ê li vir bim
16:20 Li Amedê baran û gijlokê jiyana bajar felc kir
15:37 Li Aydinê 7 kes hatin binçavkirin
14:34 Di dema kontrolkirina nasnameyê de polîsan gule reşandin
13:53 Rojnameger Seyît Evran hat bibîranîn
13:40 Li DYA’yê êriş: 4 kes mirin, 21 kes birîndar bûn
13:39 Komxebata Jineolojiyê bi rûniştinan didome
12:47 Li Depê bêtehemûliya li dijî nivîsên hişyariyê yên bi kurdî
12:44 Amedsporê serlêdana sûc kir
12:27 Di pevçûnê de leşkerek hate kuştin
12:27 Kongreya PYD’ê di roja 2’yemîn de didome
11:18 Pevçûnên di navbera Îsraîl û Hîzbullahê de dijwar bûn
10:36 Kana mermeran koçberiyê li şêniyên Dibegûliyê ferz dike
10:18 Li Xorasanê di madena komirê de teqîn çêbû: Gelek kes mirin
10:04 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:57 Gunay Kubîlay li dijî kelemçeyê derket û neçû nexweşxaneyê
09:55 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:41 Girtiyê lêgerîna nava dev red kirî nayê tedawîkirin
09:14 Ji ber nameya ‘fikaredar’ a nehatiye teslîmkirin lêpirsîn dan destpêkirin
09:04 Banga ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê: Daxwaza ji bo azadiya Ocalan mafê me yê herî rewa ye
09:01 Girtiyê ku nexweşîna wî dereng hat tespîtkirin bi mirinê re rû bi rû ye!
09:00 Nexweşxaneyê xwest ATK der barê girtiyê di nava ciyan de biryarê bide
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÎLONA 2024’AN
08:50 Di Turnuvaya Gulistan Dokuyê de maçên nîvefînalê hatin lîstin
00:44 Ciwanên li Şirnexê di çalakiyan de civiyan
21/09/2024
21:32 'Hûn nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin’
20:12 Rojnamevan Aykol: Min alayê ji Apê Mûsa girtiye
20:02 Ji bo Rabîa Onverê daxuyanî: Rabîayê ew li ser sûc girtine
19:11 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 31’emîn de ye
17:34 Ciwanan kolanê Cizîrê paqij kirin
16:50 MSD: Aştiya rast bi dawî anîna dagirkeriyê mimkûn e
16:43 Hevserokên PYD’ê: Çareserî bi azadkirina xakên dagirkirî pêkan e
16:37 Festîvala Çand û Hunerê ya Navneteweyî ya Kurd: Em tecrîdê û dagirkeriyê rakin
16:17 Birûskê li welatiyên ku çûn giya kom dikirin da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
16:12 ‘Nûçeya Rabîayê dewlet aciz kir’
15:27 Hatîmogûllari li Edeneyê bi teqawîdan re civiya
15:18 Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin
15:04 Hatîmogûllari: Mirov nikarin nanekê bibin mala xwe
14:47 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê daxuyaniya piştevaniya bo rojnamevan Onver
14:22 Ji bo Anter Anter li Sitîlîlê şîn hat danîn
14:14 Îsraîlê dibistana ku filistîniyan xwe spartibûnê bombebaran kir
13:59 Xizmên Windayan li aqûbeta 8 windayan pirsîn û xwestin kujer bên dîtin
13:47 Birayê Huseyîn Morsumbul ê hatiye windakirin: Ez edaletê dixwazim
11:55 Sê welatiyên ku wesayîta wan qelibî qenala avê mirin
11:54 Rojnamevan Rabîa Onver a bi ser mala wê de girtin çima bû hedef?
11:50 Jinek li Mêrdînê bi awayek guman mir
11:48 Biryarên berovajî yên ATK’ê: Nikare li girtîgehê bimîne lê hewceyî bi berdanê nîn e