STENBOL - Welatiyên temaşevan ji bo bertek nîşanî êrîşên li ser çapemeniyê û cih nedana namzetên partiyên mûxalîf ên di pêvajoya hilbijartinê de, bidin dê roja Înê bêjin “Ger wisan be, Temam Em Digirin.”
Welatiyên li dijî êrîşên li ser çapemeniyê yên di salên dawî de yên li Tirkiyeyê pir zêde bûn û di medya hewzê de cih nedana namzetên partiyên mûxalîf, li ser medya tora civakî dest bi rêxistinê kirin û bi hastagiyî bang kirin ku roja Înê dê bêjin “Ger wisan be, Temam Em Digirin.”
‘GER WISAN BE TEMAM EM DIGIRIN’
Di banga “Ger wisan be Temam Em Digirin” a hat weşandin de wiha hat gotin: “Tirkiye bi destê AKP û MHP’ê ber bi hilbijartina zor dest ve diçe. Hewl didin di medyayê de tenê dengê wan derbikeve. AKP ji sedî 96 medyayê kontrol dike. Televîzyon bûne amûrê propagandeya tek zilamî. Ger wisan be em dibêjin TEMAM. Em bi mîlyonan kesên li vî welatî nikarin baceya xwe bidin, em di ferqa hêza xwe dene. Em ê hêza xwe nîşanî patronên televîzyonan ên dibin kontrola desthilatdariyê dene, nîşan bidin. Em ê bi mîlyonan saet 20.00’an roja Înê di 18’ê Gulan de televîzyonên hewzê bigirin. We tercîha siyasî ya bi mîlyonan mirovên wî welatî dijîn tune hesiban. Em jî li dijî vê yekê dibêjin TEMAM û digirin.”