STENBOL - Can TV ku di 1'ê Gulanê de dest bi weşana testê kir, di 21'ê Gulanê de dest bi weşana asayî dike. Can TV. armanc dike ku bibe dengê elewiyan û kesên din. Gerînendeyê weşanê ya Can Tv Zeynel Gul, diyar kir ku ew dê bibin dengê hemû kesên ên din.
Televîzyona ku bi armanca bibe dengê ên din Can Tv, li ser peykên Eutelsat û Hotbird ku di 1'ê Gulanê de dest bi weşana testê kir, di 21'ê Gulanê de dest bi weşana asayî dike. Can Tv, armanc dike ku bibe dengê hemû civaka elewî û kesên ên din. Dê rêgeza “Rê yek e suyar hezar û yek e" esas bigirin. Televîzyona ku navenda wê li Koln a Almanya ye, dê di 21'ê Gulanê de dest bi weşanê bikin. Gerînendeyê Weşana Can TV Zeynel Gul, der barê armanca televîzyonê û naveroka weşanê de axivî û diyar kir ku ew dê bibin dengê hemû kesên ku dengê wan hatiye qutkirin û ên hatine wêdekirin.
‘JI ŞÊVIRMENDIYA ELEWIYAN TIRSIYAN'
Gul, bal kişand ser girtina TV10 û anî ziman ku elewî li dora TV10 kom bûn û piştî TV10 vekirin elewî tev bi hev dan naskirin û şewirmendiya wan xurt kirin. Li welatê me elewiyên Turkmen Tahtaci hene. Ez jî ji nava wan hatime. Dîsa Çepnî, Kurt, Siraç, Hubyarli, Arap, Abdal, elewiyên Romen û Bektaşî hene. TV10, 7 salan hemû rengên elewiyan bi hev dan naskirin û anîn cem hev. Hemû cudahiyên wan ên ziman, xwarin, cil, bawerî bi hev da naskirin û anî cem hev. Lê dewleta ku di kevneşopiyê de israr dike ev yek qebûl nekir. Bêyî hincetek şênber nîşan bide TV10 girt û reş kir.2
Gul, da zan3in ku Tirkiye nexwest ku zextên li ser elewiyan tên meşandin bê bihîstin û ji ber TV10 ev zextên li ser wan tên meşandin nîşan da bi zora dewletê çû. Tirkiye ji rengê elewiyan û dengê elewiyan tirsiya.
HEMÛ TELEVÎZYONÊN MUXALÎF HATIN GIRTIN
Gul, da zanîn ku ne tenê televîzyona elewiyan hat girtin û wiha berhdewam kir: "Hayat, Yol û İMC TV jî di navde hemû televîzyonên dengê yên din hatin girtin. Niha pêdiviya mirovan pir bi agahiyê heye. Niha bi demografiya gundên elewî dilîze. Li gundên elewiyan li maden, mermer, kevir, komir û gelek çavkaniyên zik erdê digerin. Li aliyê din bendê HES'ê ava dikin. Li hemû erdnîgeriya welat heman dîmen heye. TV10 û Yol TV li ser riya internetê hewl da bibe dengê gel û van pirsgirêkan parve bike. Lê înternetê têr nekir. Pêdîvî bi televîzyonek din hebû. Ji ber vê yekê pêdivî bi Can Tv hat dîtin."
'EM DÊ BIBIN DENGÊ YÊN DIN'
Gul, anî ziman ku di milê weşangeriya televîzyonê de bûne xwedî zanîn û tecrûbeyek û wiha bi dawî kir: "Em dê bibin dengê hemû gelên din. Em dê bibin dengê hemû elewiyan. Piştî geşedanên li ser yên din, xweza û çandê pêk hat pêdîvî bi Can Tv hat dîtin. “Em dê bibin dengê yên din. Em bi dirûşmeya "Rê yek e, rêwî hezar û yek e" dikevin rê. Helwesta dewletê tê zanin. Tevî ku elewiyan li DMME'ê doz bi qezenç kirine jî dîsa mafê elewiyan bi awayekî fermî nayê qebûlkirin. Em wekî Can Tv dê hemû cudakariyê ji holê rakin. Em dê dîsa rastiyan û tiştên ku hatine veşartin ronî bikin û aşkere bikin. Em dê rewşa elewiyan û rêxistinên elewiyan têxin nava lêpirsînê. Bila dest bidin hev û dengê xwe bikin yek. Bila dest bidin û deng bidin. Em dê bibin deng û rengê hemû kesên ên din yên welat.
MA / Sadiye Eser