STENBOL - Hunermend Bariş Atay li ser Kolana Fatîh a Vatanê hat binçavkirin. Atay, Muşavîrê Serokweziriyê Yusuf Yerkel ê karkerên Soma pêhn kiribû li ser hesabê medya civakî rexne kiribû.
Lîstikvan û hunermend Bariş Atay serê sibê li mala xwe hat binçavkirin. Atay, piştî bertek nîşanî Muşavîrê Serokwezîriyê Yusuf Yerkel ê piştî komkujiya Soma karkerê Madenê Erdal Kocabiyik hêhn kiribû da, Bernamevan Ahmet Hakkan ew kiribû hedef. Prz Efkan Bolaç, daxuyanî da rojnameya Evrenselê û diyar kir ku Atay’ın Fatih serê sibê piştî ew binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Vatanê. Bolaç, anî ziman ku sedema binçavkirina Atay ji ber niqaşên rojên dawî bû.