RIHA– Li hemberî qereqola cendirmeyan a Xelfetiyê êrîşeke bi roketan pêk hat. Hat hîn bûn ku di êrîşê de du leşker birîndar bûne.
HPG'iyan bi roketan êrîşî Qereqola Cendirmeyan a Goklu ya navçeya Xelfetî ya Rihayê kir. Hat hînbûn ku di êrîşê de 2 leşker birîndar bûn. Hat diyarkirin ku piştî tedawîkirina li Xelfetiyê, leşkerên birîndar sewqî Rihayê hatin kirin.