Ji namzetên DEM Partiyê banga ewlehiya hilbijartinê

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Namzetên DEM Partiyê ji bo ewlehiya hilbijartinê bang kirin. 

 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çaçroveya xebatên hilbijartinê de hevdîtin bi gel re pêk anîn. 
 
SÊRT
 
Di rojên dawî yên beriya hilbijartinan de xebatên hilbijartinê yên partiyan bi lez û bez diçin. Partiyên ku li Sêrt û navçeyên wê lez dan xebatên xwe, dest bi xebatên xwe yên dawî kirin. Namzetê AKP'ê yê navçeya Xana Hawêl ya Sêrtê ku 2 serdeman qeyûm tayînî şaredariya wê tê kirin, Ekrem Erdem, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal dîmenek parve kir û xîtabî gel kir. Erdem ku bi danasîna xwe dest bi axaftinê kir, destnîşan kir ku navçeya Xana Hawêl nêzî 10 sal in ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin û ti xizmet jê re nehatiye kirin.
 
‘XANA HAWÊL 10 SAL IN PAŞ DE DIMÎNE’
 
Axaftina wî ya di dîmena parvekirî de wiha ye: “Gelê Baykan, ez Ekrem Erdem. Ez ji AKP'ê bûm namzetê serokiya şaredariyê û partiya me jî ez layîqê namzetiyê dîtim. Ji bo Baykan û ciwanên xwe çi ji destê me bê em ê bikin û ji bo gelê Baykan çi pêwîst be em ê bikin. Em hemû ji Baykanê ne, em li vir dijîn. Ya girîng ew e ku em Baykanê û ciwanên xwe çawa bigihînin cihekî baştir û xizmeteke baştir bikin, em ê ji bo vê têbikoşin. Baykan 10 sal in tim li paş maye, ji ber qeyûm tayînî vir hatiye kirin tu tişt nehat kirin. Ji bo vî welatî çi ji destê me bê em ê bikin. 
 
Ciwanên me li vir bêkar bin, li vir karê kesî tuneye û mirov di tengasiyê de ne. Lewma min bi vê erkê xwest ku ji bo van kesan nan, kar û xebatê peyda bikim. Bi îzna Xwedê îdeolojî û raman bê ferqkirin, çi ji destê me bê em ê bikin. Ya girîng Baykan û gelê wî ye. Ya girîng siberoja gelê me û pêşeroja ciwanên me ye. Li gel parlementerê xwe, serokên navend û navçeya partiya xwe û navenda xwe em ê projeyên xwe pêk bînin û aş, kar û derfetan biafirînin. Ez ji hemû gelê Baykan hêvî dikim ku li paşeroja Baykan bifikirin, em ê bi hev re bi ser bikevin.”
 
RIHA
 
Namzetê Hevşaredariyê yê Sêwregê yê DEM Partiyê Alî Dûsak di çarçoveyaxebatên hilbijartinê de serdana Bazara Heywanan kir. Dûsak bi dikandar û welatiyan re li Bazara Heywanan a Sêweregê hat gel hev û piştre serdana dikandarên navenda navçeyê kir. 
 
Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Pirsûsê Ayten Kaya û Muslum Baran li gundên Şewla, Mektelan û Girêgewrê bi welatiyan re hatin cem hev. Namzetên ku rastî eleqeyeke mezin hatin, mal bi mal geriyan û projeyên xwe vegotin. Li aliyê din standa hilbijartinê ya DEM Partiyê ya li navenda Pirsûsê hat vekirin, tevahiya rojê ji aliyê welatiyan ve hat ziyaretkirin. Welatiyên ku li vir hatin gel hev, bi li ber dirûşme û stranan govend gerandin.
 
Li Wêranşarê jî namzet çûn serdana gundê Irmakê. Di civînên gel ên li vir de hat gotin ku AKP'ê di serdema desthilatdariya xwe ya 22 salan de roj bi roj hemû welat ber bi sefaletê ve biriye û ji xizmetê bêpar hiştiye. Namzeta Hevşaredariyê Bedriye Yorgûn diyar kir ku DEM Partî ji bo guhertin û veguhertinê şanseke mezin e.
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu îro li navçeya navendî Halîliyeyê beşdarî xebatên hilbijartinê bû. Namzeta Hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin Gulşen Ozer, Namzeta Hevşaredariyê ya Haliliyeyê Sema Ateş û kesên bi wan re bi dikandarên Bazara Halê re hatin cem hev. Heyet bi rêveberên Komeleya Komîsyonvanên Zebze re hat cem hev û bi rêveberên komeleyê re serdana dikandaran kir.
 
Namzetên Hevşaredariyê yên Eyubiyeyê yên DEM Partiyê Halîl Akbaş û Adalet Eriş, tevî namzetê Hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin Celalettîn Erkmen, dikandar ziyaret kirin. Namzet piştre li cihê ku ewilî Saîdê Nûrsî lê hat definkirin, li Deşta Balîklîgolê hatin cem hev. Erkmen li vir daxuyanî da û got: “Alimê kurd ê navdar ê îslamê Bedîuzzeman Seîd-î Kurdî (Nursî) di 23’yê Adara 1960’î de di 82 saliya xwe de li Otela Îpek Palas a Rihayê jiyana xwe ji dest da. Tevî ku 63 sal di ser wefata wî re derbas bûne jî, desthilata AKP'ê hê jî cihê gora wî diyar nekiriye. Soza me ya ji bo gelê me ye ku em ê nirxên xwe biparêzin û heta dawiyê şopdarên wan bin."
 
Li navçeya Serêkaniyê jî DEM Partî ji sê aliyan ve xebatên xwe meşand. Namzeta Hevşaredariyê Rahşan Yazar beşdarî civînên jinan bû û serdana malan kir. Namzetê hevşaredariyê yê din Ûgûr Kahraman jî li gundê Lebbana beşdarî civîna gel bû. 
 
Namzetên Hevşaredariyê yên Hewagê yên DEM Partiyê Îsmaîl Yildiz û Aygul Kapikayali di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li taxên Dûtlî û Êskinê mal bi mal geriyan. Namzetên hevşaredariyê diyar kirin ku ew di 20 rojan de li hemû gundên Hewagê geriyane û peyama "Em ê bi hev re bi ser bikevin" dan.
 
AMED
 
Bi beşdariya Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, namzeta hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, namzetên DEM Partiyê yên şaredariya navçeya Hezro û hevserokên DEM Partiyê yên Amedê û navçeyan serdana dikandaran û taxan hat kirin. 
 
Di serdanê de gel anî ziman ku ew ê bersiveke tund bidin polîtîkayên qeyûman û dengê xwe bidin DEM Partiyê. Namzeta Hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya DEM Partiyê Serra Bûcak piştî serdana dikandaran axaftinek kir û got: "Divê em partiya xwe biparêzin." Bûcakê da zanîn ku hilbijartinên 31’ê Adarê ne tenê hilbijartinên şaredariyan e, parçeyek ji têkoşîna hebûnê ya gelê kurd e û got: “Şaredariya Bajarê Mezin 8 sal û ji sala 2019'an ve jî Hezro di destê qeyûman de ye. Hewl didin çavên we bi asfaltê boyax bikin, bila we nexapînin. Em dipirsin çima şaredarî 8 sal in peyarêyek çênekiriye? We ev pere û buçe li ku xerç kir? Mafê we heye ku hûn vê yekê bipirsin. Werin em di 31’ê Adarê de bersiveke tund bidin feraseta ku bi gel naşêwire. Em ê ji bo xizmeta vî gelî bênavber bixebitin." 
 
Piştî axaftinê karwan çû gundê Gomanê Emrexê. Li vir derî bi derî serdana gel hat kirin. 
 
Namzetên Hevşaredariyê yên Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan jî bi karwaneke wesayîtan li hemû taxên Sûrê geriyan. 
 
QERS
 
Li taxên Qaqizman û Qamûşan ên Qersê DEM Partiyê mîtîngek li dar xist. Serokwekîla Koma DEM Partiyê û Parlementera Qersê Gulîstan Kiliç Koçyîgît beşdarî her du mîtîngan bû.
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Qaqizmanê Guner Hatay ku di mîtîngê de axivî got: “Em ê di 31’ê Adarê de şaredariya xwe bi dest bixin.” Namzetê Hevşaredariyê Mehmet Alkan jî diyar kir ku ew ê eşkere bikin ka qeymeqam îhale dane kê. 
 
Serokwekîla Koma DEM Partiyê û Parlementera Qersê Gulîstan Kiliç Koçyîgît axivî û got: "Em di wê baweriyê de ne ku gelê Qaqizmanê rê nade çete, mafya û dizan. Derfeta guhertinê heye. DEM Partî heye. Em tên ku xizmeta gelê xwe bikin."
 
Kürt sorununa değinen Koçyiğit, şunları söyledi: “Kürt sorunu çözülürse demokrasi sorunu çözülür. Ancak onlar bunu çözmek istemiyorlar. Çünkü kandan, göz yaşından besleniyorlar. DEM Parti olarak Kürt sorununu çözmek için mücadele ediyoruz. Onlar savaş diyor. Biz barış diyoruz. Halkımız şunu bilmelidir ki AKP ve MHP,ye verilen her oy dilimizi kültürümüzü inkar eden, Kürt düşmanlığı yapan zihniyete destek anlamına gelecektir" diye belirtti.
 
Koçyîgîtê bal kişand ser pirsgirêka kurd û wiha got: “Ger pirsgirêka kurd çareser bibe, pirsgirêka demokrasiyê jî çareser dibe. Lê ew naxwazin çareser bikin. Ji ber ku ew xwe bi xwîn û hêstiran xwedî dikin. Em DEM Partî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd têdikoşin. Lê ew dibêjin şer. Em dibêjin aştî. Divê gelê me bizane ku her dengê ku ji AKP û MHP'ê re diçe tê wateya înkarkirina zimanê me û çanda me û piştgiriya ji bo feraseta dijminatiya kurdan dike." 
 
QAMÛŞAN
 
Piştre endamên DEM Partiyê li navçeya Qamuşanê mîtîngek li dar xistin. Bi sedan welatî beşdarî mîtînga li qada navçeyê hat lidarxistin bûn. Di mîtîngê de namzetê Hevşaredariyê yê Qamûşanê Huseyîn Altun axivî û diyar kir ku ew ê navçeyê bi gel re bi rê ve bibin.
 
Koçyîgît li vir jî axivî û got: “Dema ez li Qamûşanê dinêrim tu xizmetê nabînim. Ma li cihekî xizmet kirine ku li Qamûşanê bikin! Na, li tu derê xizmet nekirine. Tişta ku ew dikin tenê dizî û talan e û em DEM Partî tên ku dawî li feraseta wan a talanê bînin."

Sernavên din

17:13 Di ‘Mitînga Mezin a Parastinê de bal kişandin ser tecrîdê
17:05 Lijneya Giştî ya Odeya Bijîjkan a Amedê: Em ê bijîşkiya baş bidomînin
16:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Yildiz û Çaglak bên berdan
16:35 Lijneya Giştî ya GGC’ê, Bozarslan ji nû ve hilbijart
16:09 Ji Mitînga Herêmê ya Êlihê re bangawaziya tevlîbûnê
16:03 ÎHD: Jiyana Makbûle Ozer di bin xetereyê de ye
15:48 Xizmên windayan ji bo Kavak, Yilmaz û Ozdel edalet xwestin
15:28 ‘Rojnamevan ji ber polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê hatin girtin’
14:58 Ji OHD’ê û MED TUHAD-FED’ê ‘Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehan’
14:31 Partî û rêxistinên civakî bang kirin: Tecrîda li Îmraliyê rakin
14:07 Şanoger Keskîn: Dîaspora pireke di navbera şanoya kurdî û cîhanê de ye
13:56 Aqûbeta Yedîgol ê beriya 43 salan di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn
13:42 DFG Û MKG: Darizandina rojnamevanan rawestînin | HATE NÛKIRIN
13:35 Sînora xizaniyê derket 58 hezar lîreyan
11:55 Çalakgerên gundê Marûnisê: Bila ji erdnîgariya me derkevin
11:46 Penaberên şandine Wanê tundiya li GGM’a Antalyayê vegotin
10:43 EFJ’ê ji bo serdegirtina televizyonan daxuyanî da
10:36 DEM Partiyê bersiva gefên girtina partiyê da: Gelên me destûra vê nadin
10:25 KDV’ya kahwexane û xwaringehan hate zemkirin
10:22 ‘Heke desthilat were guhertin dibe ku em bikarin bêhnê bistînin’
10:15 Hevserokê Şaxa ÎHD’a Wanê: Daxwazên girtiyan dê aştiya civakî xurt bike
09:45 Der barê kesên rastî 'tundiya polîsan hatin' de lêpirsîn hate destpêkirin
09:33 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:29 Şagirtên Dibistana Egîdê Cimo li benda alîkariyê ne
09:28 Banga ji bo mîtînga 1'ê Gulanê ya Êlihê
09:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 186 roj in agahî nayên girtin
09:27 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:26 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Ez di zindanê de ji nû ve çêbûm
09:16 Şanogerên kurd: Şanoya kurdî li dijî êrişan mezintir bû
09:02 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2024'AN
08:51 Li Erzînganê erdhej çêbû
00:10 Ji Aslanê hate girtin peyam: Em ê nivîsandina xwe bidomînin
26/04/2024
23:45 3 rojnamevan hatin girtin
22:40 Mîhrîcana şanoyê didome: Bernarda û Înfaz derketin pêşberî şanohezan
19:46 Emîne Şenyaşar 87 roj in li ber Wezareta Dadê ye
18:19 Rojnamevanên hatin berdan: Em ê tim li dû rastiyê bin
16:01 Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran
15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin