STENBOL – Hunermend Pinar Aydinlar a li Balafirgeha Ataturk a Senbolê hat binçavkirin bi boneya 10 meh cezayê wê teqez bû hat girtin.
Hunermend Pinar Aydinlar ji Elmanya vegeriya Tirkiyeyê û li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê hat binçavkirin. Aydinlar di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de namzeta HDP’ê ya Îzmîrê bû û ji ber axaftinên kiribû 10 meh ceza lê hatibû birîn. Hat zanîn ku Aydinlar bi boneya cezayê wê hatiye erêkirin hat binçavkirin.
Dest danîn ser pasaporta Aydinlar û birin Dadgeha Bakirkoyê ya Stenbolê. Piştî biryara girtinê li miqabilî Aydinlar hat xwendin şandin Girtîgeha Jinan Bakirkoyê.