DEM Partiyê lez da xebatên hilbijartinê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partî lez dan xebatên xwe yên hilbijartinê. Eleqeya welatiyan a ji bo DEM Partiyê, xebatên hilbijartinê veguherand şahiyê. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), xebatên xwe yên ji bo hilbijartina 31'ê Adarê didomîne. 
 
ELKÊ 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi nêzbûna hilbijartinê re li navçeya Elkê ya Şirnexê lez da xebatên xwe. Namzetên hevşaredariyê yên Elkê Beybûn Aslan û Agît Yîgît û partiyî îro li taxên Alî Çavuş, Karşiyaka û Elkîyê çûn serdana malbatan. 
 
Partiyî piştre jî li gundê Segermavê bi şêniyan re civiyan. 
 
Di serdanan de welatî têkildarî hilbijartinê hatin agahdarkirin û banga xwedîderketina li sindoqan hate kirin. 
 
AMED
 
DEM Partî li Sûrê serdana dikandaran kir. Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Pinar Sakık Tekîn û Abbas Şahîn, parlamenter Serhat Eren, namzetên hevşaredariyê yên Sûr û Rezanê û gelek kes beşdarî serdanê bûn.
 
Girseya ku ji Rêxistina Navçeya Sûrê heta buroya hilbijartinê meşiya, gelek caran bênavber dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî", "DEM Partî rûmeta me ye", "Bijî berxwedana zindanan" berz kir. Girseya ku di tevahiya meşê de dest ji tilîlî û çepikan berneda, ji aliyê gel ve bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin.
 
Namzetên hevşaredariyê û şandeya bi wan re pusûleyên hilbijartinê û broşurên DEM Partiyê belav kirin. Piştre girse gihaşt buroya hilbijartinê û li vir bi erbaneyan hat pêşwazîkirin. Li vir jî girseya gel li ber stranên û erbaneyê govend gerand.
 
RIHA 
 
Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê Rahşan Yazar û Ûgûr Kahraman ên Serêkaniyê serdana dikandaran û malan kirin û piştre xebatên xwe yên hilbijartinê li gundan berdewam kirin. Namzetên ku li gundê Xirbesûfê ji aliyê welatiyan ve bi coş hatin pêşwazîkirin, mal bi mal geriyan. Di serdanê de yek ji malbatên qelebalix ên gund ragihand ku ew tev li DEM Partiyê bûne. 
 
Namzetên hevşaredariyê yên Pirsûsê jî piştî serdana Bazara Heywanan li Taxa Sarayaltî û Dîkîliyê dikandaran ziyaret kirin. Namzetên ku li gel rêveberên navçeyê yên DEM Partiyê û komeke qelebalix a xebatê ya ji dilxwazan pêkhatî geriya, bi coş hatin pêşwazîkirin. Li standa ku li navenda navçeyê hat vekirin, belavok û posterên DEM Partiyê hatin belavkirin. 
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer li navçeya Eyyubiyeyê beşdarî xebatan bû. Ozer tevî namzetên şaredariyê Adalet Erîş û Halîl Akbaş, li gundên Tûmpa û Kaplanê bi welatiyan re hatin cem hev. Gelek welatiyên li gund diyar kirin ku ew li benda şaredarîvaniya DEM Partiyê ne.
 
Namzetê Hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Celalettîn Erkmen jî piştgirî da xebatên li navçeya Karakopruyê. Namzet tevî komeke qelebalix çûn serdana Odeya Dermansazan û ji vir jî çûn Sîteya Tomerîfiroşan. 
 
Her wiha li ber navenda karsaziyê ya Ahmet Bahçivan stand hat vekirin û li vir broşur hatin belavkirin.
 
WAN 
 
Rêxistina Wanê ya DEM Partiyê amadekariya mîtînga ku dê sibê li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter bê lidarxistin, dike. Partiyê ji bo beşdariya mîtîngê bang kir û li Tûşba û Îpekyolûyê broşur belav kirin. Namzetên Hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan jî beşdarî xebatê bûn. 
 
Li Beşyolûyê, Kolana Cumhûriyetê, Kolana Mereşê û gelek kolanên din ên bajêr broşur hatin belavkirin û ji bo beşdariya li mîtîngê bang hat kirin. 
 
SÊRT
 
Li Sêrtê xebatên hilbijartinê bênavber didomin. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Parlementerê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Omer Ocalan, piştî hevdîtina bi gel re ya navenda Sêrtê derbasî navçeya Dihê bû. Ocalan, li vir bi namzetên hevşaredariyê yên partiya xwe Evîn Ertan û Huseyîn Oktayi re serdana esnafan kir û ji bo namzetên partiya xwe piştgirî xwest. Welatiyên Dihê eleqeyeke zêde nîşanî Ocalan da û bi wî re sohbet kirin. Hevserokên DBP’ê yên Sêrtê û rêveberiya DEM Partiyê ya Dihê di şandeya Ocalan de cih girtin.
 
‘VÎNA GELÊ DIHÊ XURT E’
 
Ocalan, ewilî bi şandeya xwe re serdana esnafan kir û dû re li meydana gund bi gel re sohbet kir. Ocalan di sohbetê de bal kişand ser girîngiya DEM Partiyê û da zanîn ku partî partiya gel e. Ocalan, diyar kir ku ew rastî û heqîqeta navçeya Dihê dizanin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Giraniya vê navçeyê em dizanin. Navçe biçûk e, lê bandora wê mezin e. Li vir gelek koçberî çêbûye û gelek malbat ji ber koçberiyê barkirin e. Lê em li vir in û dixwazin bi siyaseta demokratîk hin tiştan biguherînin. Lê em neheqiya li hemberî we çawa tê meşandin. Her çi qas dek û dolabên wan hebin, lîstikên wan pirbin jî vîna gelê Dihê xurt e. Em bi vê navçeyê serbilind in, ev navçe rûmeta me ye.”
 
‘RÊYA ME RÊYA HEQÎQET Û RASTIYÊ YE’
 
Ocalan, bal kişand ser hilbijartinê û da zanîn ku heke hilbijartin li gorî pîvanên edalet û demokrasiyê heba, ev zilm li ser vî gelî nedihat meşandin. Ocalan, anî ziman ku desthilastê bi hezaran deng ji der ve anîne û dixwazin bi vîna Dihê bilîzin. Ocalan, bi domdarî wiha berdewam kir: “Lê me dizanin vê navçeyê gelek caran xwe îspat kiriye û li vîna xwe xwedî derketiye. Dê ev navçe di 31’ê adarê de jî xwedî li vîna xwe derbikeve. Heke li gorî pîvanên hiqûqê be em hene, heke li gor hiqûqa îslamê jî be em hene û ji bo edaletê jî em hene. Lê çaveke din li miletê me dinêrin. Rêya me rêya heqîqet û rastiyê ye. Edalet, demokrasî û wekhevî ji bo hemû gelan pêwîst e. Ji bo tirkan, ereban, eceman hwd. Ti gel ji gelê kurd mezintir nîne û biçûktir jî nîne. Mafê gelê tirk çibe, bila mafê me jî ew be, ne gavek li pêş, ne jî gavek li paş.”
 
‘RÊBERÊ VÎ GELÎ HEYE Û DEWLETÊ JÎ QEBÛL KIRIYE’
 
Ocalan, anî ziman ku rastî û heqîqet di rêya çareseriyê de ye û çareserî jî li gor pîvana edalet û demokrasiyê li hev hatin e. Ocalan, diyar kir ku li hev hatin bi aştiyeke birûmet çêdibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Aştiyeke birûmet jî bi muxatabekî çêdibe. Heke tu muxatabê vî navçeyê, vî erdnîgariyê bi salan di bin tecrîdê de bigirî nayê qebûl kirin. Gelê kurd dibêje aştiyeke birûmet, ev jî bi siyaseta demokratîk pêkan e. Rêberê vî miletî heye û dewletê jî qebûl kiriye. Di navbeta salên 2013 û 2015’an de hevdîtin bi rêzdar Ocalan re hatiye kirin û aştiyek pêkhatibû. Her wiha ji bo hilbijartinê 3 roj aman. Hemû hêzên dewletê, hemû saziyên dewletê partiyek bi kar tîne. Lê hêza me xurttir e û hêza me hêza gel e, vîna gelê me ye. Lewma me jî xwest vê navçeya navê  wê mezin, zarokên wê Egît silav bikin.”
 
‘ELEQEYA WAN BI ÎSLAMÊ RE NÎN E’
 
Ocalan, piştî Dihê derbasî navçeya Misircê bû û li vir bi girseyî hat pêşwazîkirin. Ocalan bi girseyê re heta ber buroya hilbijatinê ya partiya xwe bi dirûşmeyên “Misirc bi we serbilind e”, “em ê bi berxwedanê serbikevin” û “bijî berxwedana zîndanan” meşiya. Ocalan, li vir axaftinek kurt kir û wiha got: “Gelê Misircê di her şert û mercên dijwar de jî rola xwe lîstiye û li vîna xwe xwedî derketiye. Gelê kurd erdnîgariya ti kesî dagir nekiriye, li ser zimanê ti gelan bişaftin pêk neaniye û zilm li ti kesî nekiriye. Lê ev sed sal in li ser zimanê me, çanda me zilm heye, heqaret heye. Li dijî vê yekê em tekoşîna xwe dimeşînin. Kesên xwe misilman dihesibînin, zilmê li kurdan dikin, lê eleqeya wan bi ola îslamê re nîne. Eleqeya kesên ku vîna vî gelî desteser dike, zarokên vî gelî diavêje zîndan û li ser Rêberê vî gelî polîtîkayên tecrîdê dimeşînin, bi edaletê, bi rastiyê û bi îslamiyetê re nîne.”
 
Piştî axaftinê Ocalan di buroya hilbijartinê de li gel Misirciyan sohbet kir û ciwanan jî li der ve govend gerandin. Piştî sohbet û govendê bernameya Ocalan a Sêrtê bi dawî bû.
 

Sernavên din

17:13 Di ‘Mitînga Mezin a Parastinê de bal kişandin ser tecrîdê
17:05 Lijneya Giştî ya Odeya Bijîjkan a Amedê: Em ê bijîşkiya baş bidomînin
16:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Yildiz û Çaglak bên berdan
16:35 Lijneya Giştî ya GGC’ê, Bozarslan ji nû ve hilbijart
16:09 Ji Mitînga Herêmê ya Êlihê re bangawaziya tevlîbûnê
16:03 ÎHD: Jiyana Makbûle Ozer di bin xetereyê de ye
15:48 Xizmên windayan ji bo Kavak, Yilmaz û Ozdel edalet xwestin
15:28 ‘Rojnamevan ji ber polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê hatin girtin’
14:58 Ji OHD’ê û MED TUHAD-FED’ê ‘Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehan’
14:31 Partî û rêxistinên civakî bang kirin: Tecrîda li Îmraliyê rakin
14:07 Şanoger Keskîn: Dîaspora pireke di navbera şanoya kurdî û cîhanê de ye
13:56 Aqûbeta Yedîgol ê beriya 43 salan di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn
13:42 DFG Û MKG: Darizandina rojnamevanan rawestînin | HATE NÛKIRIN
13:35 Sînora xizaniyê derket 58 hezar lîreyan
11:55 Çalakgerên gundê Marûnisê: Bila ji erdnîgariya me derkevin
11:46 Penaberên şandine Wanê tundiya li GGM’a Antalyayê vegotin
10:43 EFJ’ê ji bo serdegirtina televizyonan daxuyanî da
10:36 DEM Partiyê bersiva gefên girtina partiyê da: Gelên me destûra vê nadin
10:25 KDV’ya kahwexane û xwaringehan hate zemkirin
10:22 ‘Heke desthilat were guhertin dibe ku em bikarin bêhnê bistînin’
10:15 Hevserokê Şaxa ÎHD’a Wanê: Daxwazên girtiyan dê aştiya civakî xurt bike
09:45 Der barê kesên rastî 'tundiya polîsan hatin' de lêpirsîn hate destpêkirin
09:33 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:29 Şagirtên Dibistana Egîdê Cimo li benda alîkariyê ne
09:28 Banga ji bo mîtînga 1'ê Gulanê ya Êlihê
09:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 186 roj in agahî nayên girtin
09:27 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:26 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Ez di zindanê de ji nû ve çêbûm
09:16 Şanogerên kurd: Şanoya kurdî li dijî êrişan mezintir bû
09:02 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2024'AN
08:51 Li Erzînganê erdhej çêbû
00:10 Ji Aslanê hate girtin peyam: Em ê nivîsandina xwe bidomînin
26/04/2024
23:45 3 rojnamevan hatin girtin
22:40 Mîhrîcana şanoyê didome: Bernarda û Înfaz derketin pêşberî şanohezan
19:46 Emîne Şenyaşar 87 roj in li ber Wezareta Dadê ye
18:19 Rojnamevanên hatin berdan: Em ê tim li dû rastiyê bin
16:01 Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran
15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin