ÎZMÎR - Mahîr Kiliç û hevalên wî di roja 183’yan a greva bîrçîbûnê de mafê xwe yê kar bi dest xistin û duh dawî li çalakiya xwe anîn. Karkeran daxuyanî dan û gotin: “Rihê piştevaniyê qezenc kir.”
Endamê Sendîkaya Kar a Giştî ya DÎSK’ê Mahîr Kiliç û hevalên wî yên ji Şaredariya Bajarê Mezin Îzmîrê ya Partiya Gelan a Komarê (CHP) hatin avêtin, ji ber hilbijartina 24’ê Hezîranê karê wan paşve hat dayîn. Karker li Şardariya Bajarê Mezin a Qada Konakê daxuyanî dan û dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûn ya 183 rojan anîn. Nûriye Gulmen, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr, Hêzên Demokrasî û Kedkarên Buca, Ahmet Işikoglu yê ji bo vegere ser karê xwe li ber Şaredariya Bornova 7 rojin di greva bîrçîbûnê de û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Li ser navê karkeran çalakvana Bariş Kaya daxuyanî da û wiha axivî: “Berî 6 mehan mafê me ji aliyê şaredariya CHP’ê ve hat desteserkirin. Ji ber ku em li mafê bi hezaran kesê geriyan, em ji kar avêtin. Rihê piştevaniyê qezenc kir. Emê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin.”
Berxwedêra Kolana Yukselê Nurîye Gulmen jî ew serkeftîna Mahîr Kiliç pîroz dikin û wiha got: “CHP hevkarê polîtîkayên AKP’ê ye. Gava karker ji şaredariyan avêtin me ev yek qebûl nekir. Kadroyan ji bo mafên xwe li ber xwe dan. Bi vê berxwedanê re dê gelek berxwedanên din ji nû ve şîn bibin. AKP dê bin bikeve. Faşîzm dê winda bike û teqez gel dê qezenc bike.”