EDENE /ŞIRNEX - HDP li Edene û Şirnexê rastî eleqeyek mezin a gel hat û kartpostalên namzetê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş li gel belav kir.
Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Edeneyê bi boneya starta hilbijartinê bidin li ber avahiya HDP’ê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka HDP’a Edeneyê Gulseren Tural diyar kir ku wan bi dirûşmeya “Tu Dikarî” dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê kirin e û li gel zext û astengiyan jî ji bo bibin hêviya Tirkiyeyê xebatên xwe bi biryardarî didomînin.
‘AŞTIYA NAVWEYÎ XERA KIRIN’
Parlamenterê HDP’ê Mahmut Togrul jî axivî û bertek nîşanî êrîşên Îsraîlê yên li dijî Filistînê da û got ku ew li cem gelê Filistînê ne. Togrul bal kişand ser Cejna Zimanê Kurdî û got: “Em di serî de cejna zimanê gelê kurd û hemû zimanên tune tên hesibandin pîroz dikin.” Togrul bal kişand ser kirinên ji 7’ê Hezîranê û piştî OHAL’ê vir ve û got: “Em dibînin ku çawa peşkê li aştiya navxweyî dixînin.”
‘ŞERM NAKIN Û DENGAN DIXWAZIN’
Togrul bal kişand ser bihabûna dolar û Euro û wiha got: “Dolar û Euro firiyan û çûn. Bi milyonan mirov bê kar in. Ev 16 sal e li ser kar in û şerm nakin hêj dibêjin ‘hûn dengê xwe bidin me, em ê îstîkrarê pêk bînin.’ Gelên Tirkiyeyê êdî bi van bawer nake. Me jî tifaqek bi hemû netew, bawerî û çandan re ava kir. Divê namzetê kurdan û gelan demil dest bê berdan. Temenê wan bi qasî mohrekê maye. Teqez em ê bi ser bikevin.”
LI ŞIRNEXÊ ELEQEYEK MEZIN JI BO HDP’Ê
Rêxistina HDP’a Şirnexê jî, di çarçoveya hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê de, bazara navçeya Hezexê ziyaret kir. HDP’î li ber avahiya navçeyê kom bûn û çûn serdana dikandarên navçeyê. Parlamentea HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca, Hevşaredarê Hezexê yê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin Mehmet Muhdî Aslan, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê, bernamzetên partiyê û gelek endamên partiyê beşdarî hevdîtina bi dikandaran re bûn. Di hevdîtinê welatiyan dirûşmên “Bjiî berxwedana HDP’ê” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
Şandeya HDP’ê çû serdana dikandarên nava navçeyê jî.