Bakirhan ji Erdogan re got: Muxatab milyonan kesên li qada Newrozê ne

ÎDIR - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bersiv da gotinên Erdogan ên têkildarî muxatabiyê û wiha got: “Îrade li qadên Newrozê ye, muxatab li qadên Newrozê ye. Kesê li qesrê dijî, ji wê xewa xwe şiyar bibe û bila muxataban bibîne.”

 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Îdirê bi tevlibûna Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan û bi hezaran kesan mitîng li dar xist. Bi hezaran kesên ji gund û taxan hatin, qada mitîngê tije kirin. Welatiyan beriya destpêkirina mitîngê, xelekên govendê gerandin. Qada mitîngê bi flama û alên DEM Partiyê hatibû xemilandin. Mitîng, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî namzetên hevşaredariyê yên navend û navçeyan gel silav kirin. Namzetên hevşaredariyê yên Îdirê Nejla Kum û Mehmet Nûrî Guneş axivîn û gotin ku dê şaredariyê bi hev re birêve bibin û ev tişt anî ziman: “Ev dixwazin bajarê me teslîm bigirin. Em ê destûrê nedin van û bajarê xwe ji çeteyan rizgar bikin.” 
 
‘QADÊN NEWROZÊ DERÛNIYA WAN XERA KIR’ 
 
Piştre jî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî. Bakirhan, anî ziman ku pîrozbahiyên Newrozê derûniya îktîdarê xera kiriye. Bakirhan, diyar kir ku îktîdarê digot; “ev tune bûn” û wiha dom kir: “Lê li qadên Newrozê yên Stenbol, Amed û bajarên din dîtin ku em hene, em hebûn û dê her hebin. Tu zext û zordariyên we dê nekarin pêşî li me bigirin. Em ê hêj bêhtir derûniya wan xerab bikin. 
 
AKP dibêje ‘me di 22 salan de Tirkiye firand.’ Ev dereweke mezin e. Ji ber ku li Tirkiyeyê niha 46 milyon kes di sînorê birçîbûnê de ye. Ne kurd, azerî, kedkar û karker; mal û milkê we û zarokên we firiya. Li ser nîjadperestî û neteweperestiyê hewl didin van zilm û zordariya xwe veşêrin. 
 
DÊ GEL BERSIVA PÊWÎST BIDE
 
Dê gel di 31’ê Adarê de bersiva pêwîst bide îktîdarê. Ev kesên nanheram in ku serê wan li ser cilnimêjê û aqilê wan li ser heramxwiriyê ye. Li ser hîleyan e. Lê xelkê Îdirê dê di 31’ê Adarê de bersiva pêwîst bide van. Mezintirîn dijminên cotkaran ên cîhanê, îktîdara AKP û MHP’ê ye. Dijminên çandiniyê, sewalkariyê û hilberînên din in. Sewalkarî û çandinî tune kirin. Tenê derdekî wan heye ew jî dewlemendbûn e. Em ê li ser sindoqê bersiva pêwîst bidin van heramzadeyan. 
 
SEDEMA HEMÛ KRÎZAN ERDOGAN E
 
Li her devera cîhanê bihayê xurekan kêm dibe lê li Tirkiyeyê zêde dibe. Hey bêwijdanno; qet nebe bila di meha remezanê de xelk bikare dohnê zeytê, xurme, şîr û goşt bibe mala xwe. Li şûna ku pirsa sewalkarî çima qediya bikin, dibêjin ‘DEM Partî terorîst e.’ Xwedê bela we bide we. Yê ku krîza herî mezin bi serê Tirkiyeyê anî Tayyîp Erdogan e.” 
 
BERSIVA MUXATABIYÊ DA ERDOGAN
 
Di berdewamê de Bakirhan wiha bersiva da gotina Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku digot; “Heke DEM Partî bixwaze weke muxatab were qebûlkirin, bila xwe îspat bike”: “Recep Tayyîp Erdogan nizane li Tirkiyeyê çi diqewime. Milyon kesên li qadên Newrozê kom bûne nabîne, nabihîse û nizane. Qenalên medyaya hawîz temaşe dike û dibêje qey Tirkiye bihûşt e. Em dibêjin, birêz Erdogan îrade li qadên Newrozê ye, muxatab li qadên Newrozê ye. Êdî ji wê xewa xwe ya li qesrê hişyar bibe. Li medyaya derveyî ya qesrê binêre. Wê demê dê muxatab jî bibînî û îradeyê jî bibînî.”
 
BAKIRHAN BI 6 XALAN BERSIVA MUXATABIYÊ DA 
 
Bakirhan, piştre jî ev 6 xal rêz kir: “Lê heke tu bi israr bixwazî muxataban bibînî ez ji te re bibêjim. Dev ji amadekariyên şer û zimanê xwe yê jehrî ku berê gelan dide hev berde. Bûdçeya şer bide teqawid, xizan û kedkaran. Dev ji cihêkariya li dijî gelan berde. Ji bo zimanê kurdî dev ji gotina ‘zimanê nayê zanîn’ berde. Ji erdnîgariya kurdan re nebêje ‘teroristan’ ji ber ku navê wê Kurdistan e. Ziman, nasname û îradeya kurdan nas bike. Heke tu cihê bixwazî li qadên Newrozê binêre. Ya herî girîng jî heke daxwaza te ya aştiyê hebe, wê demê tecrîda mutleq a li Îmraliyê rake. Hiqûqê bixe meriyetê. Te qeyûm tayîn kir besî te nekir, te girtin besî te nekir û niha jî bi veguhestina hilbijêrên qaçax a li 31 bajarên kurdan hewl didî îradeya gelê kurd xesp bikî. Wê demê here soz bide ku dê hilbijêrên qaçax neçin ser sindoqê û îradeya gel xesp nekin. Wê demê tu dê muxatab û îradeyê bibînî. Wê demê were li gel me û muxalefetê li dora maseya çareseriyê rûnî. Vaye ji te re muxatab û daxwazên gelên me yên li qadên Newrozê.” 
 
‘QEYÛM TÊ WATEYA RANT, NELIRÊTÎ Û DIZIYÊ’
 
Bakirhan, got ku qeyûm tê wateya rant, nelirêtî û diziyê û wiha pê de çû: “Ev qeyûm tu xizmetê nakin. Bajarê herî zêde hewaê wê qirêjî Îdir e. Li bajarê xaka wê herî berhemdar, ciwan ji bêkariyê koç dikin. Ev yek nîşan dide ku ev bajare baş nayê birêvebibirin. Demek kî hûn dixwin û têxin berîka xwe. Dema me di 1’ê nîsanê de Şaredariya Îdirê dîsa bi dest xist, em ê yek bi yek hemû nelirêtiyên hatine kirin bi gel re parve bikin û hesabê wê bipirsin. Dê di pratîka şaredarvaniya me de koçberî çênebe û her kes li xaka xwe bijî. Em ê ji bo hevalên jin kooperatîfan ava bikin, dê bixebitin û hilberînin. Dê ciwan tevî pêvajoya hilberandinê bibin. Dê alîkariyê bidin sewalkaran, cotkaran.” 
 
‘DIJMINÊN MIRÎ, ZINDÎ Û KÊLA GORA KURDAN E’
 
Têkildarî hilbijêrên qaçax jî Bakirhan wiha got: “Hilbijêrên qaçax veguhestine Îdirê. Yên ku li ser nexşeyê jî cihê Îdirê nizanin, anîne vê derê da ku îradeya kurdan, azeriyan û terekemeyan bidizin. Gelo ma ev demokrasî ye, ma ev insanetî ye? Ma mirovên bawermend vê diziyê dikink? Ev tifaqa diziyê dike, tifaqa JÎTEM’ê ye. Em ê bi hev re van têk bibin. Ji kerema xwe bibin yek û nekevin nava nîqaşên biçûk. Da ku em Îdirê veguherînin bajarê xizmetê û xwişk-biratiyê. Li vê derê cezayê hefsê dan 5 rûspiyên temenê wan di navbera 78-80’ê salî de. Yaw ev ew kes in ku diçin mizgeftê nimêja xwe dikin, duayan dikikn. Gelo em ê ji vê zilmê re bibêjin bes e? Dijminên kurdên zindî ne, kurdên mirî ne, heta kêla gorên kurdan, zimanê wan, xwezaya wan in. Em ê di vê meha remezanê de vê zîhniyetê bi hev re def bikin.” 
 
Herî dawî jî bakirhan banga xwedîderketina li îradeya xwe li gelê Îdirê kir. Piştî Bakirhan, Azad Bedran derket ser dikê. Mitîng bi gerandina govendê dom kir. 
 

Sernavên din

14/09/2024
15:35 Li Efrînê welatî hatin revandin, dar hatin birîn
15:06 Di ‘Rûniştina F’yê de azadiya Îsmaîl Tuzun hate xwestin
14:56 Hate xwestin ku ‘Kaya yê jiyana wî di bin rîskê de’ bê berdan
13:57 Dayikên Şemiyê aqûbeta windayê ewil ê 12'ê Îlonê pirsîn
12:59 Pirtûka di komkujiya ermenan de bal dikêşe ser rola Ewropayê ji Aramê derçû
12:50 Li çar bajaran çalakiya windakiriyan: Em ê dest jê bernedin
12:37 Hatîmogûllari: Pêdiviya me bi hevkariya hêzê heye
12:15 Sewqiyata leşkerî ya ji bo Kurdistana Federe didome
11:19 Rejîma Îranê derhênerekî kurd binçav kir
10:43 Li Stenbolê 6 kes hatin girtin
10:32 Salîh Muslim: Dîrok li Kobanê hate guhertin
10:31 Li Şirnexê 41 kes ji IYI Partiyê îstîfa kirin
10:26 Li girtiyan îşkenceya 'rewşa nebaş': Di salekê de berdana 426 girtiyan hatiye astengkirin
10:18 Bakirhan: Em bi rêxistinkirineke xurt dikarin bibin partiyeke bihêz
10:08 'Penaber doza mafê darizandina adîlane dikin'
10:00 Ji Omer Ocalan banga 13’ê cotmehê: Divê Tirkiye tecrîdê rawestîne
09:41 Qedexekirina zozanan û lêçûnên zêde sewalvaniyê diqedîne
09:16 Ciwan wê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin: Em ê her cihî bikin qada berxwedanê
09:14 Hasandînî: Armanca madenê tunekirina erdnîgariya kurdan e
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2024'AN
08:17 Di lêpirsîna Narîn Guranê de kesekî din hate girtin
13/09/2024
23:39 Li Peyasê hevdîtina keda jinê
23:37 Li Wanê bernameya ‘çîrokên muzîkal’
18:00 Tevî ku sewqa wî heye jî girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
16:24 Ji Wezîrê Dadê daxuyaniya Narînê: Wê lêkolîna Tiba Edlî dirêj bidome
15:55 Bavê Jîna Emînî: Em ê keça xwe bi merasîmekê bibîrbînin
15:31 Serokwekîlê Koma CHP’ê serdana Emîne Şenyaşar kir
15:23 Ji bo biryara Abdullah Ocalan bang li Komîteya Wezîran kirin
14:36 Di xebata drenajê ya girtîgehê de girtiyekî jiyana xwe ji dest da
14:35 Bahoza Yagî: Hejmara miriyan herî kêm bû 280 kes
14:34 Personelên MARSU’yê li walîtiyê hatine peywirdarkirin!
14:33 Di windakirin û lêpirsîna Narîn Guran de çi qewimîn?
13:34 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê sînema û şanoya bêpere pêşkeş bike
13:09 Li Şirnexê gelek herêm dîsa bo 15 rojan hatin qedexekirin
13:02 Serokê Baroya Amedê tiştên têkildarî lêpirsînê dihatin mereqkirin bersivand
12:20 Dozgerî xwest rojnameger Kizilkaya û Çaralan bên cezakirin
12:00 Şaredariya DEM Partiyî Narîn Guranê da parkekî
11:34 Danişîna Dayikên Şemiyê ji bo mutalayê hate taloqkirin
10:57 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:34 Pêşengeha ‘Pirtûkxaneya Bêsînor’ li benda ziyaretvanan e
10:11 DEM Partî dê giliyê kesên nepeniya lêpirsînê binpê kirin bike
09:58 Li midûriyeta polîsan tacîz: Polîsên mêr kincên wan ji wan kirin û dîmenên wan girtin
09:56 Agirê ‘azadiyê’ ku hat pêxistin her ku diçe geş dibe
09:45 Şewata li Mûşê hate vemirandin
09:43 Kuçukbalaban: Abdullah Ocalan muxatabê herî watedar ê pirsgirêka sedsalî ye
09:41 Kanar: Bicihanîna ‘Mafê hêviyê’ yê Ocalan dê bi xwe re demokrasiyê bîne
09:18 ‘Gelê Mexmûrê ne xiyanetê ne jî teslîmiyetê qebûl nake'
09:01 Ji mexdûrên erdhejê xwestin ku xaniyên prefabrîk vala bikin
09:00 Mutebeqeta Enqere-Bexdayê: Gefeke mezin e
09:00 Li Bestayê darên sedsalî yên hatine birîn ji nû ve şîn dibin
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2024'AN
08:22 Di lêpirsîna kuştina Narîn Guran de 8 kesên din jî hatin girtin
12/09/2024
23:59 Girtiyê 71 salî roja wê bihata berdan jiyana xwe ji dest da
22:52 Lê pirsîna der barê kuştina Narîn Guranê de: 9 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin
20:56 Di lêkolîna biyolojîk a Narînê de DNA’yek cuda nehat dîtin
19:39 Cenazeyê jina ku 5 meh bûn windabû hat dîtin
16:26 Protestoyên 12'ê Îlonê: Feraseta derbekar bi rejîma yekperest didome
16:02 Li Şirnexê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes bi giranî birîndar bûn
16:01 Emîne Şenyaşar xwest kurê wê yê girtî were berdan
15:48 Şaredariya Mêrdînê ji bo jinên rastî tundiyê tên protokola alîkariya edlî mohr kir
15:40 Doza kuştina 5 kesên ji Herêma Kurdistanê hate taloqkirin
15:26 Zarokê motor diajot di qezayê de jiyana xwe ji dest da
15:26 Dayika zarokê li Qursa Qur’anê hatiye tacîzkirin: Sedema wê polîtîkayên necezakirinê ne
14:43 Berdana SGDF’iyan hate xwestin
14:41 Danişîna parêzer Ozbey ji bo mutalayê hate taloqkirin
14:40 Di 6 rojan de li Efrînê 19 welatî hatin revandin
13:53 Di doza Zeydan de biryara keşfê
13:35 Keleha Xoşabê hate ronîkirin
13:20 Wezîr Tunç têkildarî Narînê daxuyanî da
13:05 Li Stenbolê ji hêzên demokrasiyê re banga ‘Meşa Azadiyê’ hate kirin
13:05 Bayindir: Em ê li gel sedhezaran îradeya çareseriyê raber bikin
12:57 Ji ÎHD’ê daxuyaniya 12’ê Îlonê
12:40 Li pêşiya Girtîgeha Hejmar 5’ê bang kirin: Bi 12’ê Îlonê re hevrû bibin
11:59 Li Bismilê ‘Rojên Fîlman’ dest pê dike
11:47 Serpêhatiyên xwe yên 12’ê Îlonê vegotin: AKP li paş faşîzma 12’ê Îlonê ye
11:29 Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan serdana Hewlêrê kir
11:22 'Ger sendîka û rêxistinên pîşeyî tevnegerin wê rewş xirabtir bibe'
11:21 Ji jinên banga 16’ê Îlonê
11:17 Platforma Saziyên Demokratîk: Em di 13’ê cotmehê de ji bo ‘azadiyê’ li Amedê kom dibin
10:39 Li Vîetnamê bîlançoya Bagera Yagî 197 kes mirin, 128 kes winda ne
10:37 Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edalet, wê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bike
10:24 Konferansa Jinan a DEM Partiyê: Em ê mal bi mal bigerin û birêxistin bikin
10:18 Seroka Komeleya Jinan a Rosayê: Çima colê kujeran tê parastin?
10:16 KNK: Divê hemû sûcdarên kuştina Denîz Cevdet Bulbun bên cezakirin
10:05 Jinên di êrişê de birîndar bûn: PDK û Iraq jî şirîkên dewleta tirk in
09:52 Binçavkiriyên lêpirsîna Guranê sewqî edliyeyê hatin kirin
09:41 Çima dosyaya kuştina qeymeqam Safîturk 7 sal in nayê vekirin?
09:27 DBP: Em ê bi rêxistinbûyîna xwe bigihîjin azadiyê
09:23 18 sal di ser teqîna li Koşûyolû re derbas bûn
09:23 Tirkiye dixwaze 4 Rojhilatiyan teslîmî Îranê bike
09:16 Karsazê ku 5 meh in agahî jê nedihatin girtin mirî hate dîtin
09:04 Mînaka welatparêziyê: Agît Malgaz
09:03 Di 10 salan de têkildarî ‘Mafê hêviyê’ li Tirkiyeyê çi qewimî?
09:02 Şaredariya Agiriyê bênavber dixebite: Navenda Çandê ya Ehmedê Xanî dê bê avakirin
09:01 Aktîvîst Noruzî: Jin, jiyan, azadî bi dîrok û têkoşîna xwe ve ket dilê Îranê
09:00 ROJEVA 11'Ê ÊILONA 2024'AN
11/09/2024
20:24 Ji ARÎ-DER’ê banga 'em her derî bikin kurdî'
15:49 Di salekê de 66 zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
15:40 Nobeta Edaletê di roja 21’an de ye: Pêbawerî bi hiqûqê pêk tê
15:39 Iraq û Îranê di navbera xwe de 14 peyman îmze kirin