NAVENDA NÛÇAYAN - Lîsa Çalan a di êrîşa DAIŞ’ê de 2 piyên wê jêbûn, ji ber li nexweşxaneya çûyê tuvaleta astengdaran tunebû piyên wê zirar dîtin û dîsa emeliyat bû. Çalan gotûbêja ‘nijatperest’ a li ser maseya emeliyatê ya “Pereyê me tune ye. Ji yên xwe re bêje bila 5 hezar TL bidin ku em destikên klozetê çêbikin" parve kir.
Sînemevan Lîsa Çalan a di êrîşa DAIŞ’ê ya 5’ê Hezîrana 2015'an li dijî mîtînga Qada Îstasyonê ya HDP’ê pêk anî de, 2 piyên wê jêbûn, disa emeliyat bû. Lîsa li ser hesabê înstagramê wêyenê protezên piyên xwe, ya dema Li Nexweşxaneya Îbn-î Sîna ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Enqerê dihat dermankirin û gotûbêja ‘nijatperes’ a li ser maseya emeliyatê parve kir.
‘PAREYÊN NEXWEŞXANEYA ME TUNEYE’
Çalan di parvekirina xwe ya Hefteya Astengdaran a 10 û 16’ê Gulanê de, wiha nivîsan dibû: “Duh, ji ber ku li Beşa Ortopedî ya Nexweşxaneya Îbn-î Sîna tuwaleta astengdaran tunebû, piyê min ket vê rewşê. Ez naxwazim tiştên wiha parve bikim. Ji ber ku min di Hefteya Astengdaran de tiştek wiha jiya, min xwest parve bikim. Li ser vê yekê jî gotûbêja li ser maseya emeliyatê jî mîna vê pir ecêp bû.
X: We protezên xwe çawan kirîn?
Ez: Di saya kampanyayên sînemevan û komeleyên Kurdan de min kirî?
X: Başe te piyên xwe çawan jêkirin?
Ez: Min nekarî bi sandalye bikevim tuwaletê, gûştê piyê min di navberê de ma û jev çû. Di nexweşxaneyek wisan mezin de tuwaletekê astengdaran tuneye. Mirov çiqas xemgîn dibe.
X: Pareyên nexweşxaneya me tuneye. Ji yên xwe re bêje bila pare bidin me jî.
Ez: Ez besha rewşa astengdarekê ji we re dikim. Çi eleqeya vê bi hûn û me re heye?
X: Pareyên nexweşxanê tuneye, bila yên we 5 hezar TL bidin ku em destikên klozetê çêbikin.”
Çalan di dawiyê de wiha got: “Mirov nizane ji bo çi xemgîn bibie.”