ENQERE - Heyeta HDP'ê û parêzerên Demirtaş ji bo berdana Namzetê Serokomariyê Selahattîn Demîrtaş serî li dadgehê dan. Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê û Berpirsiyara Karên Mafên Mirovan û Hiqûqê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê rewa û bi edalet be divê Selahattîn Demîrtaş bê berdan.
Heyeta HDP'ê û parêzerên Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji bo Demirtaş bê berda serî li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dan. Li ser navê HDP'ê Alîkara Hevserokên Giştî ya HDP'ê û Berpirsiyara Karên Mafên Mirovan û Hiqûqê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û parêzerên Demîrtaş serî li dadgehê dan. Heyetê piştî serlêdan kirin, Başaran li ber avahiya Edliyeya Enqereyê daxuyanî da û got: "Em spasiya hempîşeyên xwe dikin ku ji bo daxwaza serlêdana Birêz Demîrtaş bikin hatine vê derê. Em pê kêfxweş in ku hîn hiqûqnasên ji bo edaletê têdikoşin hene. Em şensê didin 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran ji bo xwe ji rewşa tengav rizgar bike. Em derfetê didin ku vê rûreşiya li dîroka Tirkiyeyê ketiye ji holê rake. Hevalên me yên parlamenter, Demîrtaş û Yuksekdag bi salan e li girtîgehê dîl tên girtin."
BRÊZ DEMÎRTAŞ FERMÎ NAMZETÊ SEROKOMARIYÊ YE
Ayşe Acar, destnîşan kir ku ji 13'ê Gulanê ve Demîrtaş bi rengekî fermî bû namzetê Serokkomariyê û wiha pêde çû: "Di pisûlaya dengdanê de rêza wî diyar bûye. Lê ew hê jî bi biryareke dadgeriya siyasî li girtîgehê ye. Ne lazim bû ku me ev daxwaz bikira. Diviyabû 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran bigota 'Demîrtaş namzetê Serokkomariyê ye û divê karê hilbijartinê bimeşîne' û ew berdabûya."
NAMZETEK BI DERFETÊN DEWLETÊ LI HEMÛ BAJARAN DIGERE, NAMZETÊ DIN BI DESTÊ DADGEHÊ GIRTÎ YE
Başaran, bal kişand ser bê edaletiya li hemberî namzetan û wiha lê zêde kir: "Namzetekî Serokkomariyê bi destê dadgeriya di kontrola namzetekî din de dîl tê girtin. Namzetekî Serokkomariyê wê bi hemû derfetên dewletê li bajaran bigere û mîtîngan bike. Lê namzetekî din ê Serokkomariyê wê bi destê dadgeriya ku ji aliyê namzetê din ve tê kontrolkirin girtî be. Di nava van şert û mercan de karekî hilbijartinê yê wekhev û azad nayê kirin. Em pê bawer in ku Birêz Demîrtaş wê bibe Serokkomar. Lê ji bo hilbijartin rewa be, divê Demîrtaş bê berdan."
DEMÎRTAŞ BÊYÎ BÊ BERAN DÊ ÇAWA KARIBE TEV LI WEŞANA TRT BIBE?
Ayşe Acar Başaran herî dawî bal kişand ser mafê Demîrtaş ê tevlêbûna weşanan û wiha bi dawî kir: "Em ê dest bi dema propagandayê bikin. Hemû namzet wê tevlî weşana TRT bibin. Ev yek mafekî destûrî ye. Baş e, Demîrtaş bêyî bê berdan gelo wê çawa karibe ji vî mafî sûdê werbigire? Em ê daxwaza mîtîngê bikin. Mafê hilbijêran e ku Demîrtaş bibînin. Em bang li dadgeran dikin yên ku hê ji hiqûqê bawer dikin û dibêjin; em bi rengekî adîl darizandinê dikin. Serê xwe li ber dadgeriyê netewînin, bi rengekî wekhev darizandinê bikin û namzetê me yê Serokkomariyê Demîrtaş berdin. Ev yek ne tenê daxwaza me ye, daxwaza bi milyonan welatiyan e ku deng dane HDP'ê. Em bawerin ku hê hiqûqnas hene, hê mirovên ji edaletê bawer dikin hene. Em ê li mîtîngên ku dengê Birêz Demîrtaş lê bibihîzin li hev bicivin. Dema ku Demîrtaş bû Serokkomar, wê ev gel bi îradeya xwe wî ji nava çar dîwaran derxîne."