ÊLIH – AKP ji bo li navçeya Kercewsê dengê xwe zêde bike û di hilbijartina herêmî bi dest bixe, statûya gundê Dêrindibê guhertin û kirin taxa bi ser navçeyê ve.
Bi nêzbûna hilbijartinan re dek û dolabên AKP’ê jî dest pê kirin. AKP’ê li navçeya Kercewsê dest bi hîleyên hilbijartinê kir. Ji bo gundê Dêrindibê ya bi ser navçeya Kercewsê ya Êlihê ve ku bi piraniya şêniyê wê ji hemwelatiyên ereb pêk tên referandûma ji bo bibe taxa navçeyê pêk hat. Referandûm di 13’ê gulanê de pêk hat. Ev gund 6 kîlo mîtro dûrî navenda navçeyê ye. Lê balkêş e gundên nêzî navçeyê veneguhertine statûyê taxê, lê gundên dûrtir kirin e tax.
Di referandûma pêk hat de ji 700 dengan 398 deng “erê” derketin û 203 deg jî “na” derketin. Bi zêdebûna dengên “erê” gund kirin taxek navçeyê.
Beriya gund bikin taxek navçeyê û krîterên taxê pêk bê, derket holê ku ewil riya kulubeyek xerabe ya 2,5 kîlo mîtro ji gund dûr çêkirin e.
Di hilbijartinên herêmî yên di 2014’an de Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) 1402 deng bi dest xistibû. Di heman hilbijartinê de AKP’ê jî 1071 deng bi dest xistibû. Wezareta Karê Hundir qeyûm tayînî şûna hevşaredarên DBP’ê kiribû û wan ji peywîra wan dûr xistibû.
Di hilbijartinên herêmî ya 2014’an de li gundê Dêrindibê BDP’ê 236 deng û AKP’ê jî 445 deng bi dest xistibû. Hat zanîn ku li bendê ye ji bo di hilbijartina 2019’an de pêk were ahenga dengên li navçeyê bê guhertin gund girêdane navçeyê.