ENQERE – Serokê Ensitîtuya Kurdî Samî Tan diyar kir ku rêjeya xwendin û nivîsandina kurdî zêde bûye û rêjeya axaftinê jî kêm bûye. Tan got ku pêwîste dê û bav bi zarokên xwe re teqez bi kurdî biaxivin.
Serokê Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Samî Tan bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî zextên li ser ziman ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
Tan anî ziman ku civaka kurd a ku zimanê wan bi kurdî ye li Tirkiyeyê bêstatûye û wiha got: “Dewlet wek zimanek ango zaravayek kevneşopî nêzî kurdî dibe. Mînaka vê yekê jî mirov dikare TRT Kurdî û li zanîngehan beşa zimanê kurdî wek ‘zimanê dijîn’ pênase dikin bide nîşandan. A rast ev yek tê wateya ‘zimanên me ne kuştiye’ bi me didin nîşandan.”
‘DÊ DI VÊ HILBIJARTINÊ DE XWE TEV LI KURDÎ NEBIN’
Tan bi bîr xist ku partiya desthilatdar AKP’ê jî demek di afîşên xwe yên hilbijartinê de kurdî dinivîsand û wiha domand: “Kurdî di afîşên xwe yên hilbijartinê de dinivîsandin, lê belê ji ber ku bi zimanê kurdî nizanibûn di astek bilind xwe xistin rewşek rezîl. Di vê pêvajoyê de ji ber OHAL û tifaqa bi MHP’ê ya înkar û nijadperest re xwe tev li kurdî nakin. Niha tenê HDP bi zimanê kurdî propagandaya hilbijartinê û xebatan birêve dibe.”
‘ÎNKAR KIRIN Û DIKIN LÊ BI SER NEKETIN’
Tan bal kişand zextên li ser zimanê kurdî û wiha dewam kir: “Bi taybetî li gelek dibistanên bajarên herêmê, bi şeklê ‘ez bi kurdî naxivim’ hişyariyan li panoyan dadileqînin. Zimanê kurdî yên xwendekaran bi temamî qedexe dikin. Bi salan li ser vê axê kurdan û hebûna kurdan û li gel kurdan netewên din û zimanê wan nas nekirin. Çiqas viya bi ser xistin? Elbet bi ser neketin. Bi taybetî ji salên 2000’î ve kurdan têkoşîna zimanê xwe da û viya bi hemû cîhanê dan qebûlkirin. Bi taybetî bi dest xistina rêveberiyên herêmî ya kurdan û hilweşandina bend hilbijartinê di warê ziman de jî bû destpêkek. Ew jî bi rastiya kurdan û zimanê kurdan dizanin, polîtîkayek şermê birêve dibin. Mesela qeyûman ewil navên kurdî û tabelayên kurdî rakirin. Ev înkarek nayê bawerkirin.”
‘XWENDIN Û NIVÎSANDIN ZÊDE DIBE Û AXAFTIN KÊM DIBE’
Tan li ser zextên li kurdî tên kirin û oto-asîmîlasyona kurdan ku li ser zimanê xwe tînin rawestiya û vê rewşê wiha rave kir: “90 sal e înkar û pişaftina li ser zimanê kurdî didome. Ev polîtîka dem bi dem veguherî tundiyê. Heta gelek kes ji ber xwedî derketina ziman hatin kuştin. Van zextan û komkujiyan baweriya civaka kurd a ji bo zimanê wan kêm kir. Hin pêkanînên li dijî şikandina vîna civakê bi ser ketin. Encamake çawa derxist? Di civakê de nifşê nû hêdî hêdî ji ziman dûr dixe. Bi taybetî dema mirov bi zarokên xwe re kurdî neaxivin ev wan dibe ji dûrkirina ziman û ziman ji bîra dikin. Her çiqas bi pêvajoyên polîtîk re hewldana vê yekê bê guhertin çêbû jî, lê ev hewldan ji rêxistinbûyî û civakî li ser milê takekesî dimîne. Di vî warî de oto-asîmîlasyon derket astek girîng. Bi taybetî dema em li sosyolînguîstikê dinêrin di zimanê kurdî de rêjeya xwendin û nivîsandinê zêde dibe û axaftin jî kêm dibe. Sedemê vê rewşê jî odo-asîmîlasyon e.”
‘DIVÊ GIRAVOKÊN ZIMAN BÊN AVAKIRIN’
Tan bal kişand ser pêşxistina zimanê kurdî û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Divê civak li her qadê têkbikoşe û hebûna xwe bide nîşandan. Lazim ji nasnameya xwe fêm bike û bi hişmendiya demokratîk dikare bi ser bikeve. Yanî divê ewil giravokên ziman pêk bên. Bêguman ji bo vê yekê jî têkoşîna rêxistinkirî lazim e. Bêguman berpirsyariya vî karî jî dikeve ser milên kesên wek polîtîk bi hişmendin. Çawa ku ji bo qadên din pêşengiyê dikin, lazim e ji bo qada ziman jî ji civakê re pêşengiyê bikin.”