ÎZMÎR – Parlementera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp ku li Îzmîrê xebatên hilbijartinê bi rê ve dibe got: “Em ê di 40 rojên pêş xwe de çîroka windakirinê ya îtifaqa AKP-MHP’ê bibînin.”
Parlementera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp ku li Îzmîrê xebatên hilbijartinê bi rê ve dibe got: “Em ê di 40 rojên pêş xwe de çîroka windakirinê ya îtifaqa AKP-MHP’ê bibînin.”
'EM Ê DI 40 ROJÎ DE BIBÎNIN’
Yîgîtalp, destnîşan kir ku hikûmet li hemberî HDP’ê polîtîkayeke qutifandinê bi rê ve dibe û di 3 salên dawî de çewisandinên wê zêdetir bûne. Yîgîtalp bi lêv kir ku lê belê tevî hemû polîtîkayên çewisandinê jî coşeke mezin û baweriya serketinê li gel peyda bûye. Yîgîtalp got: “Li hemberî îtifaqa AKP-MHP’ê hêrseke zêde heye. Hikûmeta heyî vê hilbijartinê jî veguheran hilbijartineke ku xwe rewa bike. Di 7’ê Hezîranê de jî kirin, lê winda kirin. Di 1’ê Mijdarê de jî kirin, dîsa winda kirin. Di 16’ê Nîsanê de jî kirin dîsa winda kirin. Her ku winda kirin bi hilbijartineke nû derketin pêşberî me.Di her hilbijartinê de amûr û navgînên çewisandinê yên herî tund bi kar anîn. Lê em ê di 40 rojên pêş xwe de çîroka windakirina îtifaqa AKP-MHP’ê bibînin.”
Yîgîtalp bi lêv kir ku dê gelê kurd tiştên li Sûr, Cizîr, Nisêbînê hatin serê wan û tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyan ji bîr nekin. Yîgîtalp, diyar kir ku êdî tu gotineke ku hikûmet bêje nemaye û got: “Der barê aştiyê, aboriyê, ciwan û jinan de tu gotineke ku bêjin nemaye. Ji ber vê herkes dizane ku dê bersiva gel a ji bo hilbijartineke di vê atmosfere de çawa be.”
Her wiha Yîgîtalp, bal kişand ser îtifaqên hatine çêkirin û derîhiştina HDP’ê ya li derveyî van îtifaqan. Yîgîtalp bi lêv kir ku bêyî HDP’ê demokrasî nepêkan e û got: “Li hemberî herdu îtifaqan divê herkes bi awayekî kolektif bi cudatiyên xwe xwedî li HDP’ê derkeve.”Yîgîtalp destnîşan kir ku eger hilbijartina serkomariyê bimîne tûra duyemîn, dê HDP ji bo vê tûrê tevî pêkhateyên xwe helwesta xwe diyar bike.