ÎZMÎR – Karker Ahmet Işikoglû ku bi hinceta “lêpirsîna ewlhiyê” ji Şaredariya Bornovayê ji kar hat derxistin, 7 rojin li ber cihê kar di greva birçîbûnê de ye. Işikoglû diyar kir ku rizgarî bi piştevaniya çînî pêkan e û got: “Xwestin min û malbata min mehkûmî birçîbûnê biin, lê em karker in û ji wan hêzdartir in.”
Karker Ahmet Işikoglû ku ji karê xwe yê li Navenda Çand û Hunerê ya Ûgûr Mûmcû ya Şaredariya Bornovayê hat avêtin, li ber cihê kar dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Gerva birçîbûnê ya Işikoglû di roja 7’an de ye. Işikoglû 6 salin di saziyê de şêweirmendî dikir. Lê belê ji ber ku di sala 1986’an de bûye endamê Partiya Komunîst a Şoreşger a Tirkiyeyê (TDKP) û 3 sal cezayê hepse lê hatiye birîn ji kar hat avêtin.
‘EM JI WE HÊZDARTIR IN’
Işikoglû, diyar kir ku hevjîna wî naxebite û di keçên wî hene. Işikoglû diyar kir ku meheke ew jî kar hatiye avêtin, lê belê di warê aborî de zêde tengijiye û got: “Min nikaribû heqê kirêya xwe bide. Wisa xuya dike mehek şûnde dê xwediyê xanî were ber derî. Em hewl didin vê yekê nedin der da ku zarokê me nizanibin. Lê dîsa jî zarok hay ji rewşê çêdibin. Ew jî wekî min hêrs dibin. Keça min a 8 salî dibêje ‘Mesela bavo em bêjin heta 5 salan te negirin, tu yê heta wê çaxê birçî bimînî.’Nade der, lê diyar e ku keça min pir tirsiyaye. Hêvîdarim di demeke kurt de em ê jiyaneke mirovane bijîn. Ez ê ji niha pêvtir li hemberî vê rewşê bitêkoşim. Ez ê hewl bidim ku em karker betin bên gel hev. Em karker in û hêzdar in. Em ji we hêzdartir in, çimkî yên jiyanê hildiberînin em in û teqez em ê rojekê bi ser bikevin. Wan xwest min û malbata min mehkûmî birçîbûnê bikin. Lê ez ê bi vê çalakiya xwe wan mehkûmî birçîbûnê bikim.”
Işikoglû, diyar kir ku karker di şert û mercên nebaş de dixebitin û divê karker li hemberî vê yekê li ber xwe bidin û bitêkoşin û got: “Çimkî rizgariya wan bi wan pêkan e.”
‘WERIN GEL HEV’
Işikoglû, bi lêv kir ku tirs, devjêberdan û bipaşvegavavêtin tu pirsgirêkê çareser nake û got: “Zilm gav bi gav ber bi me ve tê. Ji kerema xwe dev ji nirxên xwe bernedin û werin gel hev. Û ji bê yekê netirsin û tekane riya rizgariya ji tirsê ev e.”