Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê

img
NAVENDA NÛÇEYA - Nobetên Edaletê li gelek bajaran berdewam dikin, dayikan ji bo Newroza Amedê ya sibê bangawaziya tevlibûnê kirin.
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi daxwaza ji Rêberê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ra azadiya fizîkî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk hatiye destpêkirin li gelek bajaran berdwam kir.  
 
WAN
 
Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) di avahiyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Bajar de daye destpêkirin, di roja 104’emîn de berdewam dike. Tevî rêveberên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Navçeya Tûşbayê, gelek welatî serdana nobetê kirin. Di nobetê de gelek caran diruşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Di nobetê de nameya Şukran Aydin a ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê şandiye hate xwendin. 
 
Eyne Atabay di nobetê de axivî û wiha got: “Girtî bi dawaza pakanîna edaletê û rakirina tecrîdê 115 roj in di greva birçîbûnê de ne. Em ji bo piştgiriyê bidin wan li vê derê ne. Em dixwazin tecrîda ser birêz Ocalan dawî be. Em nizanin bê kar rewşa birêz Ocalan çawa ye û em dixwazin hîn bibin. Em azadî û edaletê dixwazin. Divê êdî çareseriyek were dîtin û ev pirsgirêk werin çareserkirin.” 
 
AMED
 
Nobeta Edaletê di roja 107’emîn de berdewam kir. Di Nobeta li avahiyê rêxistina Partiya Herêmên Demokratî (DBP) a Rezanê hatiye domandin de çalakger pêşmalkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. 
 
Hatun Aslan a ji bo piştgiriyê hatiye nobetê wiha axivî: “Girtiyên min nîn in lê belê ez ji bo piştgiriyê bidim hatim Nobeta Edaletê. Bila tecrîda ser birêz Ocalan were rakirin. Heke tecrîda ser wî were rakirin, dê tecrîda ser her kesê were rakirin. Ji bo Newrozê jî banga min ew ku, kes di mala xwe de nemîne. Ev Newroz ji bo me gelek girîng e. Dê ev Newroz bibe Newroza aştî û azadiyê.”
 
Nobet bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû. 
 
ÊLIH
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 48’emîn de di avahiyê DBP’a Êlihê de berdewam kir. Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxisitinên DBP û DEM Partiyê yên Êlihê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, û Hevserokê TUHAY-DER a Marmarayê Mehmet Şafî Erol serdana nobetê kirin.  
 
Erol wiha axivî: “Her çiqas Abdullah Ocalan ji gelê kurd re mîrateyeke mezin hiştibe jî em dibînin ku  a rastî vê mîrateyê ji tevahiya cîhanê re hiştiye.” 
 
Di nobetê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hatin berzkirin. Nobet bi gotina stranan û berzkirina dirûşman bi dawî bû. 
 

Sernavên din

06/09/2024
09:46 YNK: Bêdengiya rêveberiyên Irak û herêmê êrişan rewa dike
09:45 Temellî: Heta demokrasî nebe aborî baş nabe
09:44 KE, DMME û CPT bersiv da nameyên li ser tecrîdkirina Ocalan
09:43 Bajarokê Dêrgulê 4 meh in bê av hatiye hiştin?
09:42 Amadekariyên panela 'Şer û Çareseriyê' didomin: Em bi hev re pirsgirêkan çareser bikin
09:09 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 900 hezar zarokan dest bi perwerdehiya bi zimanê zikmakî kirin
09:00 Mamosteyê kurdî Acar: Divê perwerde bi zimanê zikmakî be
09:00 Li Deşta Bazîkê berhemên cotkaran li nav zeviyan man
09:00 Dayika Cemîle Çagirga: Hezar sal jî derbas bibe em wê sarincê ji bîr nakin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2024'AN
05/09/2024
21:27 Kanitê ku piştî 30 salan hat berdan bi meşaleyan hat pêşwazîkirin
21:24 Li Wanê şahiya zarokan
18:15 Hewldana Edeletê ya li Dijî Tecrîdê: Em Tirkiyeyê vedixwînin edeletê
16:43 OHD çû serdana kedkarên Çapemeniya Azad
16:31 Qeymeqamê Çiwartayê: Yek jê zarok 3 sivîl li Şarbajarê hatin qetilkirin
16:28 MÎT’ê li Efrînê 3 welatî revand
16:16 Şîna Guzel û Kartal bi girseyî hate ziyaretkirin - HATE NÛKIRIN
15:53 Wekîlê CHP’î ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşar kir
15:41 Rapora hilbijêrên kurd: Performansa DEM Partiyê serkeftî ye
15:38 Danişîna doza Akin û Sarisozen hate taloqkirin
15:32 Serokwezîrê nû yê Fransayê bû Barnier
15:28 Li Şarbajêr êrişa bi SÎHA’yê: 3 kes hatin qetilkirin
15:27 Kesên bi SÎHA’yan hatine qetilkirin hatin veşartin: Bêdengî sûc e
15:27 Li Hezexê di şerê ku derketî de zarokekî jiyana xwe ji dest da
15:09 Li dijî girtinan bertek: Hûn nikarin ciwanan bêdeng bikin
14:46 OHD’ê ji bo berdana girtiyê nexweş Kuday bang kir
14:39 Li Behraspî keştiya ku penaber tê de bûn noqî avê bû
13:57 ‘Divê Zindana Amedê bibe Muzeya Bîrê’
12:54 Wesayîta ku karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir: Zarokek mir
12:47 Li Omeryanê liv û tevgera helîkopteran
12:31 Ji bo girtiyê nexweş Kûday serî li AYM’ê û wezaretê hate dayîn
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:31 Di doza parêzer Arta de dozger xwest cezayê hefsê were dayin
11:20 DBP’ê ji bo Taner Şîrp daxuyanî da: Endamê partiya me nîne
11:05 Tevgera Azadî: “Divê kurd li dijî êrişên SÎHA’yan bêdeng nemînin
11:04 Xebatên lêgerînê yên ji bo Narînê didomin: 12 deqeyên winda tên lêkolînkirin
11:03 Rojnamevan Guleş beraet kir
10:41 Li Îranê rojnamegerekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:12 Li komeke cigarê zem hate kirin
10:11 Dermana ji bo dermankirina tiryakkêşan tê bikaranîn nayê peydakirin
09:50 Karkera çandiniyê: Li dijî zehmetiyan ne rev, têkoşîn divê
09:35 Yaklav a berdana wê 5 caran hat taloqkirin: Gava tu kurd bî û polîtîk bî tu nebaş î
09:11 Aktivîsta efxanistanî: Berxwedana jinên kurd ji bo me bû ronahî
09:10 Îmzeyên kampanyaya ‘Na ji darvekirinê re’ ji 14 saziyan re hatin şandin
09:08 Sûka Tarî ya dîrokî ji ber krîza aborî vikûvala maye!
09:07 Xelkê Amedê: Aborî bi pêşhilbijartinê dikare baş bibe
09:05 'Divê cihê kesên 70-80 salî ne girtîgeh bin’
09:03 Bi milyonan xwendekar dê nekarin bi zimanê dayikê perwerde bibin
09:01 Midûriyeta Daristanan birîna daran parast: Li gorî ‘mewzûatê’ ye!
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2024'AN
04/09/2024
23:13 ‘Em ê bi ‘jin jiyan azadî’yê bersiva polîtîkayên şerê taybet bidin
21:09 Sîncar û Ozdemîr hatin bibîranîn
20:10 Piştî 31 salan hatin berdan
16:44 Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 14’an de didome
16:42 Di êrişa SÎHA’yê de bav û du kurên wî hatin qetilkirin
16:32 Ji ber gerandina ‘govendê’ ceza dan girtiyan
16:25 Erdoganê ku jê re digot ‘kujer’ wî bi merasîma fermî pêşwazî kir!
16:11 Ji bo Girtîgeha Sîncanê serî li ÎHÎK’ê da: Lêgerîn li girtiyan tê ferzkirin
15:44 Li Iraqê di 6 mehan de 421 bûyerên destdirêjî û tûndiyê çêbûne
14:42 Sîncar di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn
14:28 Uşakov: Tirkiyeyê ji bo endamtiya BRICSê serlêdan kir
14:26 Li Silêmaniyê wesayîtek sivîl hat bombebarankirin: 3 kes hatin qetilkirin
13:05 Kujerê Kîbar ê li dijî birîna daran derketibû, hate girtin
12:52 Girtiyên li Girtîgeha Espiyeyê li dijî binpêkirinan banga hestiyariyê kirin
12:33 ÎSÎG: Di tebaxê de 179 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:57 Îşkenceya li girtiyan anî rojeva Meclisê
11:56 Ji şaredariya DEM Partiyî hin biryarên jinan
11:40 Şirîkên AKP-MHP'ê li Hewlêrê hatin gel hev
11:39 Sê siyasetmedarên ku cezayên wan hatibû erêkirin xistin binçavan
11:13 Bi 8 pirsan biryara ‘mafê hêviyê’ ya têkildarî Abdullah Ocalan
11:00 Roja Mehmet Sîncar hatiye qetilkirin vegotin: Nekarin me biçewisînin
09:47 12 ciwan bi hinceta pankartê ‘Muxatab Ocalan’ e û govendê hatin girtin
09:46 Di lêpirsîna Narîn Guranê de ji roja ewil ve çi qewimî?
09:45 Xwendekar êdî nikarin pirtûkên kevn jî bikirin
09:22 'Divê kurd li dijî êrişan xweparastina xwe bi rêxistin bikin'
09:01 Agahiyê ji 2 kurên xwe yên di destê DAIŞ'ê de nagire!
09:01 Rojnamevan Şengalî: Êrişên qirkirinê bi berxwedanê dikare bê sekinandin
09:00 Berdana girtiyê nexweş ê ‘poşmantî’ qebûl nekir 6 mehan hate taloqkirin
09:00 Endamên mekteba siyasî ya PADÊ: Dibe ku girtibin lê em ê civaka biparêzin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2024'AN
03/09/2024
20:14 Êrişî Sîdekanê hat kirin: Kesek hat qetilkirin
20:11 WHO: Li Xezayê 161 hezar zarok hatin aşîkirin
20:09 Li Ezazê îşkence li zarokekê hat kirin
16:11 Bafil Talebanî: Mesrûr Barzanî bêyî YNK’ê nikare bibe rêveber jî
15:58 Rojnameger Arslan giliyê kesên gef lê xwaribûn kir
15:24 Berxwedana Emîne Şenyaşar a li Meclisê di roja 13’an de didome
14:59 Zilamên li jinan xistibûn hatin berdan
14:30 MKG: 6 rojnamegerên jin girtî ne, 25 binpêkirinên mafan derketine pêş
14:00 Bi pankarta ‘Li vir edalet tune ye’ dest bi sala edlî kirin
13:59 DEM Partî: Divê Abdulkadîr Kuday tavilê bê berdan
13:41 Li girtîgeheke Kongoyê hewldana firarê: 129 kes mirin
13:33 Girtî Yîgît: Tundiyê li me dikin
13:31 DÎSK: Em ê di 13’ê îlonê de ji Mêrsînê dest bi mitîngan bikin
12:55 Li dijî kesên li ber birîna daran derdiketin êriş hat kirin: Kesek hate kuştin
12:50 Cenazeyê Heydaranlou piştî 3 salan dan malbatê
11:58 Di şevekê de 24 caran êriş kirin
11:41 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 Têkildarî kuştina Luqman 7 kes hatin binçavkirin
11:02 Dema serî li DEM Partiyê da hîn bû ku ew kirine endama AKP’ê
10:44 TUÎK’ê rêjeya enflasyonê daxist ji sedî 51,97'ê!