DÎLOK - Li navçeya Şahînbey a Dîlokê operatorê 27 salî Halît Taşçî, di roja duyemîn a kar de, di bin vîncê de ma jiyana xwe ji dest da.
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎGM), li ser hesabê medya civakî diyar kir ku li Navçeya Şahînbey a Dîlokê di cînayeta kar de karkerê 27 salî Halit Taşçi jiyana xwe ji dest daye. ÎSÎG'ê da zanîn ku di înşaeta xaniyan de vînc qulipî û di qezayê de operatorê 27 salî Halil Taşçi di bin vîncê de maye û jiyana xwe ji dest daye. ÎSÎG'ê da zanîn ku 2 roj bû dest bi kar kiribû.