ÎZMÎR - Şaredariya CHP’î ya Bajarê Mezin a Îzmirê beriya hilbijartinê daxwaza Karker Mahîr Kiliç ê 183 rojin di grevê de ye qebûl kir û ligel wî karê 6 karkeran dîsa paşve dan wan.
Mahîr Kiliç ê 183 rojin di greva birçîbûnê de, Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê ya CHP'î daxwazên wî 40 roj beriya hilbijartinê qebûl kir. Karkerê şaredariyê Mahîr Kiliç ê 183 rojin di greva birçînê de, çalakiya wî encam girt.
Karkerê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê Mahîr Kiliç ku di fîrmaya Îzenerjî de kar dikir tevî 258 hevalên xwe ji kar hat avêtin, ji bo mafê xwe bistîne 183 rojin di çalakiyê de ye. Kiliç ku bavê Yaren a 9 salî ye û hevsera wî ducanî ye, tevî hevalên xwe li Qada Konakê li ber avahiya şaredariyê dest bi çalakiyê kiribû. Her roja ku Şaredarê CHP'î Aziz Kocaoglu diçû kar ew didîtin. Kiliç, ji bo li karê xwe vegere serî li Şaxa ÎHD'ê, ya Îzmirê dabû. Rêveberên ÎHD'ê serî li Şaredariya Îzmirê û DİSK'ê dabûn. Kiliç heta ku mafê xwe bi dest xist çalakiya xwe berdewam kir û îro çalakiya wî encam girt.
Pişti daxwazên Mahîr Kiliç, hat qebûlkirin, Kiliç dawî li çalakiya xwe anî. Pişti dest ji çalakiyêkir, bi aliyikariya bijîşkan ew xistin bin kontrolê.
Ji kakera ku karêwan paşve dan wan Seval Gunduz, diyar kir ku piştî karê wan paşve dan wan, agahî dane wan û ji ber ve yekê kêfxweş bûne. Gunduz, anî ziman ku wekî karkeran mafê xwe dixwestin û mafê xwe bi dest xistin. Gunduz, anî ziman ku ji bo karkerên din jî mafê xwe bistînin dê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Ji Karkerên ku li karê xwe vegeriya Bariş Kaya jî anî ziman ku ev encama berxwedana wan e û dê bi vê serkeftinê mafê çîna kareran bi dest bixin.