ENQERE – YSK’ê cihê namzetên serokomariyê yên di pusulayên dengan de diyar kir. Di rêza ewil de namzetê CHP’ê Muharem Înce û di rêza çaremîn de jî namzetê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş cih girt.
Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) cihê namzetên serokomariyê yên partiyan di pusuluya dengan de diyar kir. YSK'ê li gorî kurayê cihê namzetan diyar kir.
Cihê 6 namzetan ên di pusulaya dengan de wiha ye:
1-Muharrem Înce
2-Meral Akşener
3-Recep Tayyîp Erdogan
4-Selahattîn Demîrtaş
5-Temel Karamollaoglu
6-Dogu Perînçek
Di pusulayê de dê wêneyên nazmetên serokomariyê hebe.