ENQERE – Prof. Dr. Baskin Oran danezana hilbijartinê ya HDP’ê şîrove kir û got: “Naveroka danezanê gelek xurt bû û ramanên azad temsîl dike.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) danezana xwe ya hilbijartinê aşkere kir. Prof. Dr. Baskin Oran ê ku tev li civînê bû danezanê şîrove kir û got: “Min gelek erênî dît.” Oran da zanîn ku danezan li salonê bi coş hat pêşwazîkirin û girseyê bi dil û can li danezanê guhdar kir.
‘WADÊN HDP’Ê ŞÊNBERTIR IN’
Oran di berdewama şîroveya danezanê de wiha got: “Wek naverok hem bi naverokek partiya kurd a Tirkiyeyê û hem jî girîngiya ramanên azad anî ziman. Wadên HDP’ê hin bêtir şênber bûn. Ev jî normal e ji ber ku herî zêde canê kurdan dişewite. Di danezanê de ruhê hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an heye. Lê dîsa divê li dijî her tiştî tedbîr bên girtin.”