STENBOL - 72'emîn danişîna doza cînayeta Rojnameger Hrant Dînk ku 4 rojan berdewam bike dest pê kir. Beriya danişînê, hevalên Dink daxuyanî dan û gotin: "Heta em nebêjin ev doz qetiya ev doz naqe de."
72'emin danişîna doza cînayetê Rojnameger û Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dink li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenlolê ya li Çaglayanê dest pê kir. Danişîn dê 4 rojan berdewam bike. Beriya danişîn dest pêbike hevalên Hrant dînk bi li ber avahiya edliyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de pankarta "Ji bo Hrant, Ji bo Edaletê" vekirin û dirûşmeyên "Heta em nebêjin ev doz qediya, ev doz naqe de." berz kirin.
Li ser navê hevalên Hrant Bulent Aydin daxuyanî da. Aydin, diyar kir ku ji bo li dozê xwedî derkevin carek din nobeta edaletê digirin û heta ew nebêjin ev doz qetiya ev doz naqe de. Doz di 20'ê Nîsana 2007’an de bi 20 bersûcan dest pê kir. 11 sal derbas bûn. Niha bi 9 girtî û 10 kes firar bi giştî bi 85 bersucan berdewam dike. Lê hêj qatilê esil yên Hrant Dink rastî cezayê ku heq kirine nehatye. Em dê heta dawî vê dozê bişopînin. Heta ku em nebêjin qediya ev doz naqede.
Piştî daxuyaniyê derbasî salonê bûn. serokê Heyeta Dadgehê Ali Îhsan Horasan, ji ber bi rapor bû tev li danişînê nebû. Endama heyetê Dadger Sonat Guvenç serokatiya dadgehê kir. Di danişinê de ewil belge xwendin. Piştî xwendina belgeyan Erkdarê Îstîxbarata Cendirmeyan a Stenbolê Şeref Ateş dest bi parastinê kir.
Piştî danê nîvro navber dan danişînê. Danişîn dê piştî nivro bi parastina Ateş berdewam bike.