Manîfestoya Demîrtaş aşkere kirin: Ez têm ku em dawî li pergala yek mirovî bînin

img
ENQERE - HDP'ê manîfestoya Namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş aşkere kir. Demîrtaş di manîfestoya xwe de got “Ez wekî Serokomarekî têm kudawî li pergala yek mirovî bînim." Demîrtaş di manîfestoyê de diyar kir ku ew dê aştiya polîtîkayên derve, makeqanûna demokratik pêş bixin, OHAL'ê rakin, aboriyê rast bikin, jibo jinan polîtîkayên pozitif pêş bixin û ji bo her ciwanekî mehê 500 TL kartca ciwantiyê bidin. Demîrtaş, da zanîn ku dê ji bo kesên astengdar Wezareta Mafê Astengdaran ava ava bikin û ji bo elewiyan îbadetxaneyan ava bikin û ji bo hemû mafan azadiyê pêş bixin. 
 
Partiya Demokratik a Gelan (HDP), manîfestoya Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş a hilbijartina 24'e Hezêranê aşkere kir. HDP'ê manîfestoya Demîrtaş û danezana xwe ya hilbijartinê li Otela Hilton a Enqereyê bi raya giştî re parve kir. Di danezana Demîrtaş de ewil hat xwestin ku berî her tiştî erka di destê Serokomar de di çarçoveya “Bernameya Lezgin ya Derbasbûna Demokrasiyê" dewrî parlamentoyê bike. Demîrtaş di danezanêde da zanîn ku heqê karmend û karkeran ê herî kêm dê 3 hezar tl be û malbatên debara wan tune be dê ceyran, av û xaza xwzayî bê heq bide wan. 
 
 EZ TÊM JI BO DAWÎ LI SÎSTEMA ŞEXSEKÎ BÎNIM
 
Manîfestoya hilbijartinê ya Demîrtaş wiha ye:
 
Weke Serokkomarekî, ez têm ji bo dawî li sîstema şexsekî bînim.
 
Ez ê bi gelek erkan bibim Serokkomar, lê di dawiya dema xwe de ez ê çakêtê xwe xatir bixwazim.
 
Ji bo afirandina welatekî xweşbîn ku civak li hemberî hev ranabe û mirov pişta xwe nadin hev û naçin, ez soz didim. Fikir û baweriya xwe çi dibe bila bibe, em ê welatekî ku her kes dikare bi rengekî azad bijî bi hev re biafirînin.
 
Em ê dawî li siyaseta hemasetê bînin.
 
Em ê sîstemeke rêveberiyê ava bikin ku bi tevlîbûna hemû beşên civakê hatiye xurtkirin.
 
Em ê siyasetê nekin amûreke mezinbûnê ya bi bîatê. Em ê wê bikin amûreke xizmeta gel a hêja.
 
EM Ê BI TE BIGUHERÎNIN!
 
Em ne dengê yekperestiyê ne, em dengê pirrengiyê ne!
 
Li dijî rejîma ku her kesên ne ji xwe sûcdar dibîne û tenê dibêje EZ, em ê jî bêjin EM hene.
 
Ji bo qedandina hilweşîna 16 salan, em li qonaxa dawî ne. Ji bo destpêkên nû em ê dest bidin hev û rejîma yekperest, zordar, dizek, alîgirtinê, qeyûm û rejîma şexsekî ya şerker, em ê bi TE biguherînin.
 
Ya/ê ku hildiberîne TU ye,
 
Ya/ê ku bi rê ve bibe jî divê TU be!
 
EZ Ê BIBIM SEROKKOMAREKÎ KU ERKÊN XWE PARVE DIKE
 
Hemû mekanîzmayên demokratîk ku bi danhevî û têkoşîna salan bi dest hatin xistin, bi carekê ve hatin tevizandin. Saziyên ku karê wan xizmeta ji bo gel e, xistin bin xizmeta qesrê. Rêxistinên girseyî yên demokratîk ku yek ji adresên girîng ên ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî ne, hatin girtin. Bi alîgirî, torpîl û nelirêtiyê siyaset hate dejenerekirin, welatîbûna wekhev li derveyî îmkanan hate hiştin. Kesên mîna wan nafikirin, mîna wan kincan li xwe nakin, mîna wan najîn kirin xayin û sûcdar. Sîstema şexsekî zext û zordarî li hemû nirx û cihêrengiya ku civakê dike civak kir û bi vî rengî civak xiste nava yekperestiyê.
 
Sîstemeke Serokkomariyê heye ku paşeroja civakê radestî şexsekî bi tenê hatiye kirin û hemû xistine destê wî. Dema ku hatim hilbijartin, ez ê erkên xwe beriyar her tiştî ji bo bêerkkirina xwe û demokratîkkirina saziyan bi kar bînim. Her ku erkên Serokkomariyê hatin parvekirin wê sîstem demokratîk bibe. Wê bibe sedem ku birînên civakî tavilê bên pêçandin û mekanîzmayên pirreng ên sîstema rêveberiyê bên afirandin.
 
Di desteya Serokkomariyê de wê nûnerên ku tevahiya civakê temsîl dikin cih bigirin. Li gorî nêrîna hemû partiyên siyasî yên li hundir û derveyî parlamentê, li gorî pêşniyar û nêrîna civaka sivîl, ez ê alîkarên Serokkomar ji temsîliyetên cuda diyar bikim.
 
Di siyaset, burokrasî, dadgerî, civak û têkoşîna demokratîk de em ê dest bi pêvajoyeke ASAYÎBÛNÊ bikin. Ev pêvajoya asayîbûnê, ji bo telafîkirina xisarên ku desthilatdariya heyî daye û ji bo zindîkirina bîr û baweriya aştiyê ya civakê wê bibe yek ji gavên destpêkê.
 
Ji bo pêçandina birînên civakî;
 
- Em ê Rewşa Awarte derhal rakin.
 
- Em ê xisarên ji ber Rewşa Awarte û biryarnameyan rû dane, telafî bikin. Em ê bikin ku kesên bi neheqî ji kar hatine avêtin li karê xwe vegerin.
 
- Em ê dawî li zilma li girtî û hikumxwaran bînin. Ji bo çareserkirina mexdûriyetiyên wan em ê tavilê guhertinan bikin. Bêyî cihêkariyê bikin em ê bikin ku hemû girtiyên nexweş tavilê bên berdan.
 
- Em ê dawî li pêkanîna qeyûm bînin ku îrade û mafê hilbijartinê yê gel desteser dike û hevşaredarên ji wezîfeyê hatine girtin tavilê wezîfeya wan radestî wan bikin. Em ê bikin ku xizmetên ji bo beşên cuda yên civakê ji nû ve bên dayin.
 
- Xisara li saziyên demokratîk û rabûna baweriya bi hiqûqê kir ku baweriya bi aboriya Tirkiyeyê biheje. Ji ber ku biryarên siyasî û aborî li gorî paşeroja Qesrê tên dayin, Tirkiye bûye welatekî ku pêşiya wê nayê dîtin. Aborî tenik bûye ku dikare bişikê. Bi ewlekirina demokrasiyê re em ê aboriyê aram bikin. Bi nêzîkatiyeke aboriyê ya ku bersivê dide pêdiviyên civakê, em ê kontrola li ser têkiliyên aboriya hilberîneran zêde bikin.
 
- Qesra ku ji bo şexsekî hatiye avakirin wê bê valakirin û em ê ji gel bipirsin bê dixwaze Qesr ji bo çi were bikaranîn. Em ê dawî li feraseta îsrafê ya burokrasî û rêveberiyê bînin. Em ê îtibara xwe bi zelalî û rêveberiya xizmeta ji bo gel pêk bînin, ne bi îsrafê. Em ê dawî li feraseta Serokkomarekî ku bi artêşek ji parêzvanan digere, ji gel û rexneyan dûr e, bînin.
 
- Em ê polîtîkaya derve li ser bingeha çareseriya pirsgirêkan bi rê û rêbazên diyalog û aştiyane bimeşînin. Bi feraseteke ku dijminan çênake, lê dostan ji xwe re çêdike, em ê hemû gefan ji holê rakin.
 
- Em ê rêxistinbûna Desteya Dozger û Dadgeran biguherînin. Em ê Wezîrê Edaletê ji HSK derxînin. Em ê Desteyê bikin xweser û zexta siyasî ya li ser dadger û dozgeran rakin. Dadgerî wê ji bin fermana siyasetê rizgar bibe û bi Nêzîkatiyek wekhev û adil karê xwe bike.
 
- Em ê YOK'ê rakin û xweseriya rêveberiya zanistî, rêveberî û akademîk a zanîngehan ewle bikin. Em ê bikin ku rektor ne ji aliyê Serokkomar ve, lê ji aliyê pêkhateyên zanîngehan bi xwe ve bên hilbijartin.
 
- Ji bo saziyên ji dema darbeyê mane yên mîna Desteya Ewlekariya Milî û Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê, em ê bixebitin.
 
EM Ê BERNAMEYA LEZGÎN A DERBASBÛNA NAVA DEMOKRASIYÊ BIXIN MERIYETÊ
 
Em ê ji cihêtiya hêzan tawîzê nedin ku bi feraseta mafên mirovan û hiqûqa gerdûnî hatiye ewlekirin. Em ê erkên qanûndanîn û dadgeriyê tavilê ji bin zexta rêveberiyê derxînin.
 
Sîstema dadgeriyê wê ne bi fermanê, lê bi edaletê biryarê bide. Em ê sîstemek adîl, serbixwe, bê alî, bi lez û wekhev a jib o her kesî ku ne yên xwedî hêz, lê mafdaran diparêze, ava bikin.
 
Sîstema parlamenteriyê ya tevgirî, wê ne temînata şexsekî be, lê bibe temînata rêveberiya ME hemûyan. Erkên mîna qanûndanîn, kontrolkirin û amadekirina budçeyê ku li ber destê Serokkomariyê hatine komkirin, bi Bernameya Lezgîn a Derbasbûna nava Demokrasiyê re em ê di demeke kin de radestî parlamentê bikin. Em ê sîstemek parlamenteriyê ya pirreng û xurt ava bikin. Em ê Platformên Mutabaqata Civakî biafirînin ku di serî de jin û ciwan wê hemû beşên civakê, saziyên civakî yên sivîl karibin bi rêya wê nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêşî parlamentê bikin.
 
Em ê di nava du salan de pêvajoya çêkirina Destûra Bingehîn biqedînin ku ev destûr wê xwe bispêre laîtiya azadîparêz, pirreng, cihêtiya hêzan, pir zimanî, pir bawerî û welatîbûna wekhev. Destûra Bingehîn wê navendîparêz nebe. Wê li ser bingeha rêveberiya xwecih û demokrasiya herêmî bê avakirin.
 
ÇARESERKIRINA HEMÛ PIRSGIRÊKÊN CIVAKÎ WÊ KARÊ ME YÊ DESTPÊKÊ BE
 
JI BO CIWANAN 
 
Em ê BI HEV RE welatekî ava bikin ku ciwan karibin bi her awayî nêrînên xwe bi rengekî azad bînin ziman û ji bo paşeroja xwe berê xwe nedin derveyî welat, lê li ser erdê xwe yê berhemdar bimînin. Em ê bikin ku ciwan bi hêvî û bawerî li paşerojê binerin.
 
- Li şûna ku bêjin, herî baş EZ dikarim pirsgirêkên ciwanan çareser bikim, EM'ê bi hev re mekanîzmayan biafirînin ku ciwan bi xwe bi rengekî çalak karibin tevlî bibin û karibin biryarên derbarê xwe de bigirin.
 
- Jib o sed hezaran bêkarên bi dîploma û ciwanên bê hêvî em ê derfetên kar biafirînin.
 
- Em ê Karta Ciwan bidin her ciwanê/î ku mehane ji 500 TL pêk tê.
 
- Bi bîr û baweriya 'xwegihandina înternetê maf e' em ê bikin ku civak tev bi rengekî bê sansur û bê pere karibe înternetê bi rengekî azad bi kar bîne.
 
JI BO JINAN 
 
Ji bo guhertina zîhniyeta serdestiya mêr em ê dest bi seferberiya civakî bikin. Di çareserkirina hemû pirsgirêkên civakî de fikir û nêrînên jinan wê diyarker bin. Em ê bi ti awayî destûrê nedin ku êrîş li nirx û rêbaza jiyanê ya jinan û li bedena jinan bê kirin.
 
- Em ê sîstemeke rêveberiyê ku xwe dispêre tevlîbûna wekhev a jinan ava bikin.
 
- Em ê sîstema hevserokatiyê ku temsîliyeta wekhev a jinan ewle dike, qanûnî bikin ku li her qedemeyên partiyên siyasî hebe.
 
- Ji bo keda nava malê, xwedîkirina zarok, extiyar û nexweşan hevpar be, em ê polîtîkayan hilberînin. Lênêrîna bi pere ya jî bê pere, ji bo nebe karê jinan, em ê ji bo nexweş û extiyaran malên lênêrînê vekin.
 
- Di dozên kuştina jinan de, li dijî kêmkirina cezayê mêran ji ber sedemên 'rewşa baş' û 'tehrîkkirinê' em ê bikin ku cezayên adîl ku rê li ber rûdana cezayên bi heman rengî bigire, bê dayin.
 
- Ji bo jinên hem li malê hem jî li kar dixebitin, em ê bikin ku zû teqawît bibin.
 
JI BO ZAROKAN 
 
Em ê mafên zarokan ku yek ji sê parên nifûsa Tirkiyeyê ye biparêzin. Zarok paşeroja me hemûyan e. Em ê bikin ku her zarok bi kêfxweşî, bi rûmet û aştiyane bijîn.
 
- Em ê bi feraseteke welê bixebitin, ku dema nenûka zarokekî biêşe em ê xwe berpirsyar bibînin.
 
- Em ê sîstemeke perwerdeyê ya bimeşînin ku li pêşvebirina zarok tê, li gorî zimanê dayikê, mafên mirovan û zanistiyê ye.
 
- Wê zarok neçar nemînin ku li derve bijîn.
 
- Şîdeta zayendî ya li dijî zarok, ne pirsgirêkeke ku tenê bi cezakirina kiryar bê çareserkirin. Em ê polîtîkayên ku pêşî li îstîsmarkirina zarokan digirin biafirînin. Em ê wekheviya zayendî xurt bikin û pêşî li îstîsmara zayendî bigirin.
 
- Em ê bikin ku girtîgehên zarokan bên girtin.
 
- Ji bo pirsgirêka karkeriya zarokan bê çareserkirin, em ê li qadên perwerde û kedê guhertinan bikin.
 
Em ê astengiyan bi hev re ji holê rakin!
 
Xizmetên cemaweriyê yên ji bo astengdaran tên pêşkêşkirin, em ê li gorî cihêrengiya komên astengdaran pêşkêş bikin.
 
- Ji bo welatiyên me yên astengdar, em ê Wezareta Rakirina Astengiyan ava bikin.
 
- Ji bo mehane lênihêrîna li welatiyên astengdar û extiyar bê dayin, em ê şertê hatineyê ferz nekin û desteka ji bo lênihêrîna li malê zêde bikin.
 
- Em ê bikin ku otobus, tren û wesayitên din ên girseyî li gorî bikaranîna astengdaran bên sererastkirin û çûn û hatinê jî ji bo astengdaran bê pere bikin.
 
- Em ê ewlekariya civakî bidin hemû welatiyên astengdar.
 
- Em ê li qada taybet û cemaweriyê, kotayên îstîhdamê yên astengdaran dagirin.
 
EM DÊ PIRSGIREKA KURD ÇARESER BIKIN 
 
Çareseriya pirsgirêka Kurd bi îradeya jiyana hevpar a gelên qedîm dibe. Yekane rêya aramî, ewlehî û hizûra gelên Tirkiyeyê, aştiya mayinde ya di pirsgirêka Kurd de ye. Çareseriya pirsgirêka Kurd çareseriya pirsgirêkên li ser demokrasiyê ne.
 
- Em ê bikin ku pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane bê çareserkirin, çiya û girtîgeh vala bibin û dayik bes bigirîn.
 
- Em ê pirsgirêka Kurd ji nava şîdetê derxînin û şîdet û şer jî bi aştiyeke bi rûmet biqedînin.
 
- Civakên ku hesabê rabirdûya xwe nedane nikarin serdema heyî fêhm bikin û paşeroja xwe ava bikin. Yek ji şertên jiyaneke aştiyane, rûbirûbûna rabirdû ye û lêgerîna li heqîqetê ye. Ji bo dewlet ji gelên ku di demên cuda de qir kiriye û komkujî li wan kiriye lêborînê bixwaze, em ê bixebitin.
 
- Em ê zimanên cuda yên welatê xwe ne weke tehdîtekê, lê weke dewlemendiyekê bibînin. Ji perwerdeyê heta tenduristiyê, ji ragihandinê heta agahîwergirtinê, em ê bi rengekî destûrî ewle bikin ku her kes karibin bi zimanê xwe yê dayikê xizmetê bibîne.
 
Em ê bi rengekî wekhev nêzî hemû bawerî, rêbaza jiyanê, nêrînên siyasî û felsefî bibin.
 
Em ê zextên li ser hemû nasnameyên bindestan, bawerî, çand û zayendan rakin.
 
- Ji bo astengiyê li pêşiya jiyana azad a hemû bawerî, çand û kesan bê rakirin, em ê bi rengê demokrasiya pirreng tevbigerin.
 
- Di serî de malên cem, hemû cih û warên Elewiyan wê weke 'îbadetxane' bên naskirin û bi rengekî cemawerî werin ewlekirin.
 
Bi Bernameya Belavkirina Mafdar (HDP) re em ê aramiyê xurt bikin
 
Em ê nehêlin ku barê krîza aboriyê bikeve ser pişta gel.
 
Ji bo karkerên ku keda wa tê xwarin, bêkarên bê hêvî, cotkarên ku heqê keda xwe negirtine, esnafên ku sifteh nekirine û teqawîtên ku bi zorê xwe digihînin dawiya mehê, em ê bikin ku bibin xwedî hatine. Bi sîstemek bacê ya wekhev re em ê îsrafê biqedînin û bi vê çavkaniyê hatineyên xizanan zêde bikin.
 
Cudahiya mezin a navbera dewlemend û xizanan ku desthilatdariyê rê li ber vekiriye, em ê bi parvekirina nanê xwe bi awayekî adîl bigirin. Em ê dewlemendiya ku me bi hev re afirandine bi awayekî adîl parve bikin. Em ê mirovên hatineya xwe kêm e, ji nava çirava deynan derxînin. Em ê bi rêya Bernameya Mafên Civakî re dawî li xizaniyê bînin.
 
Em ê erk û derfetên xwe ji bo dawîanîna li cînayetê kar bi kar bînin. Ji bo dawî li karê bêkarî û dema kar a zêde bînin, em ê standartên navneteweyî bînin.
 
DI ÇARÇOVEYA  BERNAMEYA BELAVKIRINA MAFDAR DE:
 
- Em ê pêwîstiya av, elektrîk û gaza xwezayî ji bo xizanan heta sînorê pêwîstiya wan, bê pere bidin.
 
- Em ê mûçeyê herî kêm û hatineya herî kêm a teqawîtan bikin 3000 TL.
 
- Ji bo hemû bê karan, bê şert û bê dem herî kêm 1000 TL mûçeyê bidin.
 
- Em ê 1000 TL zem li kedkarên cemaweriyê bikin.
 
- Ji bo deynên bankayê yên heta 50.000 TL'yî em ê faîzan jê bibin.
 
- Em ê desteka ji bo karên çandinî û sewalkariyê bi 2 qatan zêde bikin.
 
- Em ê derbasbûna ji rê û piran bê pere bikin.
 
Em ê sîstema perwerdeyê ji bin serweriya desthilatdariya siyasî derxînin
 
Em ê ji perwerdeya cemaweriyê, bê pere, zanistî, bi zimanê dayikê, laîk û azadîparêz ti carî tawîzê nedin.
 
- Em ê dawî li alîgirî û torpîlê bînin û ji bo zarok û ciwanan perwerdeyeke hêja ya ku paşeroja xwe heye, bi hev er ava bikin.
 
- Em ê dawî li sîstema 4+4+4 bînin ku dibistan bi bîr û baweriya îdeolojîk ji hev cihê kirine.
 
- Bi ti awayî em ê pereyan ji malbatan nexwazin.
 
- Em ê mufredata perwerdeyê ya yekperest, zayendîperest, mezhebperest û nîjadperest ji holê rakin û li şûna wê mufredateke nû ya perwerdeyê ya li ser bingeha zanistî, laîk, demokratîk, azadîparêz, pirrengî û bi zimanê dayikê bînin.
 
- Em ê hemû ezmûnên navendî yên weke OKS, SBS, TEOG, LYS û YGS rakin. Li şûna sîstemeke ku xwe dispêre ezmûnan, em ê sîstemeke ku xwe dispêre pêşketina hevpar a mamoste û xwendekaran ava bikin.
 
Em ê bikin ku ji çapemeniya yek dengî derbasî çapemeniya azad bibin
 
Em ê hemû astengiyên li pêşiya mafê agahîwergirtinê yê gel rakin. Em ê bikin ku hemû astengiyên li pêşiya azadiya fikir, raman, çapemenî, xwepêşandan û rêxistinbûnê werin rakirin.
 
- Em ê nehêlin ku rojname, televîzyon û radyo ji aliyê desthilatdariyê ve bê girtin û pêşî li medya pirdeng vekin.
 
- Em ê rojnamevanan û bikarhênerên medya civakî azad bikin.
 
- Em ê bikin ku saziyên medyayê azad bin. Hemû astengiyên li pêşiya platformên înternetê yên weke Twitter, Facebook û Wikipedia rakin.
 
Di têkiliyên derve de em ê derbasî polîtîkayeke derve ya aştiyane bibin
 
Di çareserkirina pirsgirêkên herêma me de em ê xwe ji şerê hêzên global û herêmî, xwe ji dagirkerî û şîdetê vegirin. Em ê li dijî van polîtîkayan rabin.
 
- Ji bo li Rojhilata Navîn rêveberiyeke azadîparêz, wekhev, demokratîk a ku gelên herêmê karibin paşeroja xwe bi awayekî azad pê diyar bikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.
 
- Em ê pîvanên Yekîtiya Ewopayê yên hurmeta ji mafên mirovan, demokrasiya herêmî, cudahiya hêzan û serweriya hiqûqê derxînin pêş. Em ê karê ji bo danûstandin û endametiya Yekîtiya Ewropayê, li gorî pîvanên xwe ji nû ve binirxînin.
 
Em ê feraseta 'Mafên xwezayê ji berjewendiyên mirovan girîngtir in' bi cih bikin
 
Em ê hemû avahiyên ku gefê li civakê, xwezayê dixwin û ekolojiyê xera dikin, biqedînin. Em ê daristanan, peravan, çêrgehan, zeviyan, qadên sît, dewlemendiyêna xwezayî, çandî û dîrokî biparêzin.
 
- Em ê dawî li projeyên bendav, HES; termîk, nukleer yên ji bo sermayeyê tên çêkirin bînin. Em ê hemû kiryarên ku qadên jiyanê diherimînin biqedînin.
 
- Em ê bikin ku gelê xwecihî karibe li ser hemû projeyên li qadên wan ên jiyanê biryarê bidin. Em ê pêvajoya ÇED'ê hê demokratîk bikin.
 
- Em ê projeyên ku bajaran talan dikin, mafê stargehê yê gel tine dikin, qadên jiyana hevpar û berhemên çandî û dîrokî ji holê radikin, bisekinînin.
 
- Hemû projeyên îsrafê yên weke Kanal Îstanbûl ku xwezayê û çavkaniyan qetil dikin, hatibin destpêkirin jî em ê biqedînin.
 
- Em ê sûcên li dijî heywanan ên weke êşkence, kiryarên xerab, êrîşa zayendî û kuştinê, ceza bikin û bi van cezayan bikin ku nema sûcên wiha bên kirin.
 
**
 
Ji bo Serokatiyê biqedînim ez ê bibim Serokkomar. Dema ku pêvajo qediya, erkên min jî wê kê bibin. Ez ê Serokkomariyê bikim meqameke temsîlî û lihevkirina civakî.
 
EZ NABÊJIM EZ Ê BIKIM, EZ DIBÊJIM EM Ê BIKIN!
 
EM gel in. Bi nasname, bawerî, ziman û çanda xwe EM ev welat in.
 
Em ew mirov in ku ji paşeroja vî welatî bawer dikin; çavkanî, hêvî, hewldan û cihêrengiya xwe pêşkêşî daxwaza sîstema şexsekî nakin.

Sernavên din

16/05/2018
20:46 Hat derpêşkirin mamosteyê bi îdiaya ku xwendekar îstismarkirine hatibû girtin întihar kir
20:36 Dadgeha DYA'yê 32 meh ceza li Hakan Attîlla birî
20:00 Karkerê Sêrtî Abît Aydin bû qurbana Balafirgeha 3'emîn
17:17 Esker Aydemir ê rastî lîncê hat: Her dem rastî gefan dihatim
16:45 Bernamzetên HDP’ê yên Rihayê hatin danasîn
15:42 Li Şirnex û Mêrdînê xebatên hilbijartinê berdewam dikin
15:09 ÎHD: Daxwaza girtiyên nexweş ên di grevê de pêk bînin
14:56 TJA danezana hilbijartinê aşkere kir: Ji jinan re azadî, ji komarê re demokrasî
14:44 5’emîn danişîna Yuksekdag sibe tê dîtin
14:22 Baro ji bo ewlehiya hilbijartinê kom dibin: Ji bo her dibistanekê parêzerek
14:13 Hevserokê Giştî yê DBP Arslan ji dozekê beraet kir
14:13 Hevseroka KCD’ê Guven nehat berdan
13:48 Karkerê xeta ceyranê yê ji bilindahiyê ket, jiyana xwe ji dest da
12:35 Saafini yê Fîlîstînî: Heta têkiliyan bi Îsrailê re qut bike çalakî dê bidomin
12:30 Dolar ber bi 5 TL’an ve diçe
12:09 Li Hindîstan pir hilweşiya: 18 kes mirin
12:06 HDK: Em li ser navê gelan êrîşên li Filistînê lanet dikin
11:39 ‘Şeva Înê emê bi mîlyonan televîzyonên hewzê bigirin’
11:30 Krîza balafirên şer ên F-35 a di navbera Tirkiye û DYA de didome
11:05 Jinên HDP’î dê di 22'ê Gulanê de namzetên jinan eşkere bikin
10:46 ‘Li pêş kamerayan Îsraîl dike terorîst, li pişt kamerayan bazirganiyê dike'
10:41 Dayikên Aştiyê bang li dayikên leşkeran kirin: Ji bo aştiyê dengê xwe bidin HDP’ê
09:52 Polîsan gelek endamên ESP'ê binçav kirin
09:20 Fermandar gef li xwediyê kargehan xwar: Ger hûn cih bidin HDP’ê dê ji bo we nebaş be
09:18 Gundê Barman: Ji bo dawî li vê zilmê bê em ê dengê xwe bidin HDP’ê
09:17 Togrul: Îtifaqa xwezayî ya hêzên demokratîk dê îtifaqên din birûxîne
09:16 Sepandina ‘sindoqên seyyar’ rê li ber şik û gumanan vedike
09:15 Li ser medyaya civakî xwe bi rêxistin kirin: Jina hilberîner, jina hêzdar
09:14 HDP’a Denîzliyê bi kelecan e: Em ê wekîlek bişînin Meclîsê
09:13 Mavîoglu: Divê em torên xwe yên ragihandinê ava bikin
09:10 Ji ber qedexeyên zozanan pezên xwe difiroşin
09:10 Can Tv dest bi weşanê dike
09:09 'Divê jin dengên xwe nedin AKP’ê'
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2018'AN
08:25 Hunermend Bariş Atay binçav kirin
15/05/2018
23:52 HPG'yiyan êrîşî qereqola cendirmeyan kir: 2 leşker birînar bûn
18:56 Rêxistina HDP'ê li gelek navendan buroyên hilbijratinê vekir
18:08 Xebatkarê Modernîteya Demokratik Azak hat berdan
16:57 Hunermend Pinar Aydinlar girtin
16:34 CNN Turk, dawî li karê Taha Akyol anî
16:15 Temo: Divê ewil ziman li malê bê axaftin û fêmkirin
15:58 Li Pêş Sefaretxaneya DYA Îsaîl şermezar kirin
15:50 53 qadên Besta û Cûdî qedexe kirin
15:42 Kiliç û hevalên wî dawî li çalakiya xwe anîn: Rihê piştevaniyê qezenc kir
15:27 Du malbatan şer kir û 4 kes ji hev kuştin
15:10 Temellî bang li AKP’ê kir: Dawî li peymana Îsraîlê bînin
14:40 'Bêeleqeya li hemberî Kurdî, ji polîtîkayên pişavtinê xerabtire’
14:05 Li Edenê û Şirnexê eleqeya ji bo HDP'ê
13:56 Lîsa Çalan gotûbêja ‘nijatperest’ a li ser maseya emeliyatê parve kir
13:13 Heyeta HDP'ê ji bo berdana Demîrtaş serî li dadgehê dan
12:53 Hevberdevka KÎD Kaya: Bila peymanên bi Îsraîle re rawestîn in
12:53 Ji bo AKP’ê gundek kirin taxa navçeyê
12:32 Prof. Kuçuradî: Divê mafê mirovan wekî ehleq bê fêrkirin
12:26 Xwendekarên keç xwestin midûrê ku got ‘Vekirî li xwe nekin” lêborînê bixwaze
12:19 Hevserokên HDP û DBP’ê yên Qeraçobanê hatin binçavkirin
11:51 Tan: Xwendin û nivîsandin zêde dibe, axaftin kêm dibe
11:20 Parêzerên Ocalan cara 755’emîn serî li dozgeriyê dan
10:06 Kurd cejna ziman di bin darbeya OHAL'ê de pîroz dikin
09:12 Dê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven sibê derkeve pêşberî dadger
09:11 Dayikên ku di qedexeyê de zarokên xwe winda kirin: Em ê li ser sindoqan hesab bipirsin
09:10 Yolerî: Dê bi 53 girtîgehên nû re çewisandin zêdetir bibin
09:10 Putun: Îkdîtar de biçe, lê Yilmaz Guney mayinde ye
09:09 Yîgîtalp: Em ê di 40 rojî de çîroka windakirinê bibînin
09:08 Hatin gel hev û koroyek ava kirin
09:08 Karkerê ku ji ber ewlehiya lêpirsînê ji kar hat avêtin 7 rojin di greva birçîbûnê de ye
09:07 Jinên Îzmîrî: Dengên me ji nûnerê wekheviyê HDP’ê ye
09:06 ‘Chalak Events’ bajar bi bajar belav dibe
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2018'AN
08:59 Dozger 10.5 sal ceza ji Rojanameger Hurtaş xwest
08:09 Qeyika penaberan noqî avê bû: 7 penaber fetisîn
14/05/2018
17:37 Zarokê 17 salî ku birûskê lê da mir
17:24 Karkerê operator di roja duyemîn de vînc bi ser wî de ket û mir
17:04 Şaredariya CHP'î beriya hilbijartinê daxwazê karker qebûl kir
16:29 Li Xezzayê 37 kes mirin û 900 kes birîndar bûn
16:24 Ji Partiya Vatanê îstîfa kirin: Em ê dengê xwe bidin HDP’ê
15:53 Li Şirnexê 60 kesan ji bo bernamzetiyê serî li HDP’ê dan
15:52 Serlêdana malbatan cara 75’an jî hat redkirin
15:47 Parêzerên Demîrtaş dê sibe ji bo berdana wî serlêdan bikin
15:39 Xebatkarê Kovara Moderniteya Demokratîk hat binçavkirin
15:36 Cihê namzetên serokomariyê yên di pusulaya dengan de diyar bû
15:28 Li Hezexê pevçûn: 2 leşker birîndar bûn
15:27 Prof. Dr. Oran: Ruhê 7’ê Hezîranê di danezanê de heye
15:26 HDP dê rejîma yek zilam ji holê rake
15:09 Komîsyona Astengdaran a HDP’ê astengdaran vexwend têkoşînê
15:08 HDP’ê li Nisêbînê buroya hilbijartinê vekir: Em zarokên xwe ji bîra nekin
14:56 HDP'ê soza 'Jiyanek nû' da 80 milyon gelê Tirkiye
14:39 Malbatan ji bo Yerkel gotin: Tu dikarî bi lêgerîna edaletê ya ji bo soma destpê bikî'
13:50 Buldan: Temenê wan bi qasî mohrekê maye
Temellî: Dengek ji HDP’ê re û dengek ji Demîrtaş re
13:41 Dayik di taştê de hatin cem hev
13:24 72'emîn danişîna doza Dink dest pê kir
12:35 Manîfestoya Demîrtaş aşkere kirin: Ez têm ku em dawî li pergala yek mirovî bînin
12:34 Leşkeran bi ser adresên şaş de girtin
11:46 Dadgeha Babê her DAIŞ'iyek bi 5 hezar dolarî firot MÎT'ê
11:28 HDP danezana xwe ya hilbijartinê aşkere kir: Tu dikarî
11:11 2 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
10:48 Maşina kar gaziyê Kibrisê eciqand û kuşt
10:25 ‘Ger li Îmraliyê maseya çareseriyê bê avakirin dibe ku efûya giştî bê rojevê'
09:42 Encamên hilbijartina Iraqê yên 10 bajaran eşkere bûn
09:22 Cihê Sînemaya Yilmaz Guney kirin park
09:22 Dersim li dijî tifaqên rast xwe ji reqorê re amade dike