Uçar: Her ku jin azad dibe îktîdar dê winda bike

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyên li gelek bajaran berdewam kirin û gel eleqeyeke mezin nîşan da. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di hevdîtina bi jinan re de got: “Her ku jin azad dibe, îktîdarê bêhtir qels dibe û dê winda bike.” 
 
Xebatên hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gelek bajaran berdewam kirin. Di xebatan de gel eleqeyeke mezin nîşanî partiyiyan da. Xebatên hilbiajartinê tax bi tax, mal bi mal hatin meşandin û di xebatan de hat destnîşankirin ku pergala hevserokatiyê dê têkoşîna azadiyê mezintir bike. 
 
ŞIRNEX
 
DEM Partî xebatên xwe yên hilbijartinê yên li Şirnexê didomîne. Ji bilî namzetên Hevşaredariyê yên Şirnexê yên DEM Partiyê Bêrîvan Kûtlû û Tûran Saltan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, Zekî Îrmez, aktîvîstên TJA’yê û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê beşdar bûn. Girseya ku ji Taxa Gazîpaşa ya navçeya navendî heta Taxa Vakifkentê meşiya, ji aliyê gel ve bi eleqeyeke zêde hate pêşwazîkirin. 
 
Welatiyên ku endamên DEM Partiyê dîtin, ji şaneşînên xaniyên xwe li ber deriyên malên xwe îşaretên serkeftinê kirin û bi tilîliyan piştgirî dan wan. Girseya DEM Partiyê ku gihişte Taxa Vakifkentê, bi welatiyên li wir kombûyî re govend gerand. 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê li vir axaftineke kurt kir, anî ziman ku dê di 31’ê Adarê de serkeftineke mezin bi dest bixin. Bayindir, diyar kir ku gelê Şirnexê dê vîna xwe deyne holê û got: “Coş û moralê we qasida serkeftinê ye. Em ê ji keleha berxwedanê bersiva pêwîst bidin qeyûman.”
 
Girse piştî axaftinê ber bi buroya hilbijartinê ku dê li Taxa Gazîpaşa were vekirin ve, meşiya.
 
QILEBAN
 
Li navçeya Qileban a Şirnexê Partiya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi tevlibûna namzetên Hevşaredarên DEM Partiyê Ferîde Ender û Alî Ûrek taxa rapin û gundê Nêrwehê bi girseyî hatin ziyaretkirin û daxwazên welatiyan hate guhdarkirin. Piştre jî li navçeyê bi konvoyê gel hate silavkirin. 
 
CIZÎR
 
DEM Partî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî xebatên xwe yên hilbijartinê bi gel re bênavber didomîne. Namzetên Hevşaredariyê yên Cizîrê Guler Tûnç û Abdûrahîm Dûrmûş û kesên bi wan re kargeha tekstîlê ya li navçeyê ye ziyaret kirin û bi kedkaran re hatin bahev. 
 
Partiyiyên ji aliyê kedkaran re bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin, bi karkeran re govend gerandin û pişt re jî serdana esnafên li hala sebzeyî kirin. 
 
WAN
 
Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Wanê yên DEM Partiyê Abdûllah Zeydan û Neslîhan Şedal li navçeyên Artemêt û Rêya Armûşê hin rêze serdan pêk anîn. Zeydan, bi namzetê Hevşaredariyê yê Artemêtê Cemîl Komî re li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Herêmê serdana nexweşan kirin. Namzetên hevşaredariyê yên ji aliyê gel ve bi eleqeyeke zêde hatin pêşwazîkirin, li ber deriyê nexweşxaneyê bi xizmên nexweşan re jî hatin bahev. 
 
‘NANÊ JI BO HEYWANAN TÊ AVÊTIN MIROV DIXWIN’ 
 
Şedal jî bi namzetên hevşaredariyê yên Rêya Armûşê Canan Ûzûnay û Cevdet Altindag re li navçeyê serdana dikandaran kir. Namzetên Hevşaredariyê yên yek bi yek serdana dikandaran kirin, ji wan xizmeta têkildarî paqijiya bajarî hate xwestin. Şedal jî anî ziman ku dê pirsgirêkan bi hev re çareser bikin û di mijara çareseriyê de di nava hewldanan de bin. Ji namzetên ku diçûn her dikanê ji wan re “Dengê me yê we ye. Wextê xwe bi me re xerc nekin” dihate gotin, dikandarekê wiha got: “Em ji van pirsgirêkên aboriyê bêzar bûn. Em her tim diperçiqin, her tim pirsgirêkan dijîn. Êdî bes e. Ez we pîroz dikim. Hêvî dikim ku hûn serbikevin. Min sond xwariye em ê weke malbat dengê xwe bidin we. Min beriya niha dengê xwe dabû AKP’ê poşman im. Em mûhtacî nanekî bûn. Dema namzetên AKP’ê tên ez mirovên ku ji çopî nanî kom dikin nîşanî wan didim. Nanê ku ji heywanan re tê avêtin, mirov dixwin. Êdî bes e.”
 
QERS
 
DEM Partî li Qersê xebatên xwe bênavber didomîne. Li navenda bajêr Serokwekîla Koma DEM Partiyê û parlamentera Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît û parlamenterê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, namzetên hevşaredariyê Arzû Savaş Derman û Kenan Karahanci ji bo 14’ê Adarê Cejna Tibê pîroz bikin li Navendên Tenduristiyê ya Malbatê (ASM), Nexweşxaneya Diran, Nexweşxaneya Dewletê ya Harakanî ya Qersê û Nexweşxaneya Tibê ya Zanîngehê serdana nexweşan kirin. Partiyiyan qûrnefîlên sor dan xebatkarên tenduristiyê û cejna wan pîroz kirin. Xebatkarên tenduristiyê anîn ziman ku ji serdana şandeya DEM Partiyê bi keyfxweş in. Endamên partiyê pirsgirêk û zextên li welat li dijî xebatkarên tenduristiyê tên kirin guhdar kirin. 
 
Gergerlîoglû yê li ber ASM’ê axaftineke kurt kir, anî ziman ku tenduristvan tenê di 14’ê Adarê Cejna Tibê de tên bibîranîn û wiha got: “Li vî welatî hêj tenduristvan rastî tundiyê tên. Tenduristvan koçî welatên din dikin û di vê mijarê de Wezareta Tenduristiyê tu bergiriyan nagire.”
 
Rêxistina Qaxizmanê jî li Taxa Şahîndere, li navçeya Qamûşanê jî li taxa Îstasyonê mal bi mal geriyan û danasîna namzetên hevşaredaran kirin û belavokên hilbijartinê belav kirin. 
 
BEDLÎS
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Tetwanê jî xebatên xwe didomîne. DEM Partî tax bi tax, kolan bi kolan li navenda navçeyê xebatên xwe didomîne. Dayikên Aştiyê, TJA’yê piştgirî da xebatan. Her wiha namzeta hevşaredariyê ya Tetwanê ya DEM Partiyê Belkiza Beştaş Epozdemîr jî tev li bû. Gelek welatiyan partiyi û namzeta hevşaredariyê Epozdemîr bi awayekî bicoş pêşwazîkirin. Zarokan û jinan eleqeyeke zêde nîşanî partiyiyan dan. Ji partiyiyên ku serdana dikandaran kir û belavok belav kirin re welatiyan soz dan ku dê piştevaniya wan bikin.
 
EDENE 
 
Xebatên hilbijartinê yên Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê bênavber didomin. Namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Edeneyê Arîfe Çinar û Mahfûz Guleryuz, namzetên Şaredariya Seyhanê Sever Uzun û Mehmet Karakiş, namzetên Yuregîrê Şukran Efeturk û Îbrahîm Kocaman, nametên Şaredariya Ceyhanê Delal Mamuk û Cemal Gok, namzetên Şaredariya Çukurovayê Feyrûze Gumuş û Mehmet Can Çelîk û namzetên Şaredariya Karataşê Aysel Turkmen û Vejdî Oral li navçeyên Çukurova, Ceyhan, Seyhan û Yuregîrê çûn serdana esnafan, bi gel re hevdîtin kirin û banga xwedîderketina li vîna xwe û çûna ser sindoqan kirin. 
 
'EM Ê JI BO GOTINA JINAN TÊBIKOŞIN’
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî tev li xebatan bû. Uçar û namzet Çinar û Gumuş; li Taxa Daglioglû ya Seyhanê li buroya hilbijartinê ya jinan bi jinan re civiyan. Gelek jin tev li hevdîtinê bûn. Çinar, di hevdîtinê de axivî û wiha bal kişand ser têkoşîna jinan: “Bi şaredariyên em bi dest dixin re dê ji bo şaredariyên ku gotinên jinên kurd û gelê kurd lê derbasdar in têbikoşin.” 
 
'DEMA JIN AZAD DIBE ÎKTÎDAR WINDA DIKE’
 
Uçar jî ji ewil jin silav kir. Uçar, bal kişand ser tundî û komkujiyên li dijî jinan û ev tişt anî ziman: “Bi azadbûna jinan re îktîdar qels dibe û dê winda bike. Têkoşîna tê dayîn dê bi xwe re azadiya jinê bîne.” Uçar, bi domdarî bal kişand ser rojnameger Nagihan Akarsel ku di 4’ê cotmeha 2022’yan de li Silêmaniye ya başûrê Kurdistanê hatibû qetilkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo ku têkoşîna jinê bêhtir zanistî bibe, têkoşîneke mezin da. Lê bi suîqestê hate qetilkirin. Çi siyasetên jin di nav de cih negirin nikarin civakî bibin.” Di berdewamê de Uçar girîngiya pergala hevserokatiyê vegot.

Sernavên din

31/08/2024
10:05 Makbule Ozer a 82 salî tehliye bû
09:47 Li Girtîgeha Rihayê binpêkirinên mafan: Berdan tune ye, lêpirsîn û zext hene
09:44 Li girtîgehên Serhedê pêkanînên salên 90'î tên sepandin
09:41 Bikaranîna mal û milkê GOÇÎZDER’ê hat bisînorkirin
09:31 Banga ji bo 1'ê Îlonê: Divê em li dijî şer xeta têkoşînê ya hevpar birêxistin bikin
09:06 Oremar ev 40 sal in ji bo çanda kurdî kedê dide
09:03 Debara xwe bi keviran dike
09:00 Li Silopiya dê li dijî şer Meşa Aştiyê bê lidarxistin: Em dengê aştiyê bilind bikin
09:00 ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2024'AN
30/08/2024
23:01 Nobeda li dijî qeyûm: Ji bo çareseriyê divê tecrîd bê rakirin
22:55 Berdana girtiyê 30 salan cara pêncemîn hat astengkirin
20:56 Li Samsunê êrişî karkerên çandiniyê hat kirin
19:01 Ji Şaredariya Cizîrê kampanyaya paqijiyê
18:50 MKG û DFG çûn serdana gora Gulîstan Tara
17:03 Li Silopiyayê ji bo 1’ê Îlonê bang hate kirin
17:02 Mîhrîcana Gimgimê bi dawî bû
16:12 Ji bo rojnamevan Gulistan Tara mewlîd hate dayîn
16:03 Rejîma Îranê 15 sal ceza li melayê kurd birî
15:34 Endamê Helwdana 78’an Ûral hate berdan
15:28 Lingê ciwanê ku wesayîta zirxî lê da şikest
15:27 Werîşe Mûradî: Dê têkoşîna jinan a azadiyê serkeftinê bîne
15:05 YNK: Xiyaneta PDK’ê ya 31’ê Tebaxê şermezarî ye
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo 1’ê Îlonê bang kir
14:45 Dest danîn ser pirtûkên Benlî yê hucreyê de tê ragirtin
14:25 Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehên Anatoliya Navîn: Binpêkirin, îşkence…
13:51 Cezayê hefsê dan redkarê wijdanê: Ez li pey gotinên xwe me
12:58 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:20 660 hezar lîre ceza li kujerê pezkuvî hate birîn
12:19 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:02 ‘Dewleta tirk li gundên Başûr leşkeran bicih dike’
11:51 Lawê Ertakê hatiye windakirin: Divê dewlet bi pêşerojê re hevrû bibe
11:13 Parlamenterê DEM Partiyê Çîftyurek: Erdnîgariya me bi krîza xurekê re rûbirû ye
11:09 Ji bo bernameya 1’ê Îlonê ya li Îzmîrê banga tevlibûnê
11:08 Xebatên lêgerîna Narînê ket roja 10'an: Birayê wê hate berdan
10:47 DEM Partî di meha îlonê de ‘Seferberiya rêxistinbûnê’ dide destpêkirin
10:31 Derûnas Kolyîgît: Tundî sûdê ji polîtîkayên desthilatê digire
10:26 Roja Kesên bi Darê Zorê Hatine Windakirin: Divê dewlet hiqûqê ji dil pêk bîne
10:00 Dayika Yuceyê: Min soz daye keça xwe ku ez ê têkoşîna aştiyê bidomînim
09:32 Parêzer Altûntaş: Ger dewlet li gor qanûnê tevnegere wê ewlehiya tu kesî tune be
09:31 Stenbolê ji bo 1'ê Îlonê amade ye: Em ê ji bo aştiyê biqîrin
09:00 ROJEVA 30'Ê TEBAXA 2024'AN
07:59 Cenazeyê Tarayê li bajarê wê Êlihê bi awayekî girseyî hate veşartin
29/08/2024
23:03 Nobeta li dijî qeyûm di roja 75’an de ye
22:59 Cenazeyê Gulistan Tarayê li Silopiyayê hat pêşwazîkirin
20:04 Li Amûdê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
18:43 Sebahat Tûncel bi xebatkarên Çapemeniya Azad re hat cem hev
18:24 Xebatên lêgerînê yên ji bo Narînê di roja 9'an de ne
17:13 Giliya faîlên li zarokê Sûriyeyî dabûn hate kirin
17:00 Şîroveya Bayindir a Wêneya Milazgirê: Têkoşîna kurd dê bi ser keve
15:58 Guneş ji bo zarokên winda banga civîna awarte kir
14:57 Li Enqereyê banga 1’ê Îlonê: Aştî di têkoşîna gelên bindest de ye
14:54 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Raporên xesara avahiyên nexweşxaneyan eşkere bikin
14:48 Endamê Hewldana 78’an Ural hat binçavkirin
14:47 Şandeya DEM Partiyê serdana Hewş Kafeyê kir
14:18 Gergerlîoglû serdana Şenyaşar kir: Çima Serokê Meclisê xwe bêdeng dike?
14:06 Cenazeyê Gulistan Tara ber bi Êlihê ve hate oxirkirin
12:07 Tekane ajokara jin a otobûsê vegeriya ser karê xwe
12:06 Artêşa Iraqê balefirek şer a Tirkiyeyê xist xwarê
11:25 Xwepêşandana xelkê pêşî li ber dewriyeya hevbeş a leşkerên rûs û tirk girt
11:22 Cenazeyê Rojnameger Tarayê dê piştî merasîmê ji Êlihê re were oxirkirin
10:22 Danişîna doza Werîşe Muradî cara duyemîn hat taloqkirin
10:09 Serlêdanên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nayên bersivandin: Divê her kes deng derxe
09:55 ‘Em ê dest ji windayên xwe bernedin’
09:24 Karkerê ku nijadperestan êrişî wî kir: Em ê vê zilmê qebûl nekin
09:01 Li girtîgehê her kêlî ji bo Emîn Çam xetere ye!
09:00 Banga ji bo meşa 1’ê Îlonê: Heta ku tecrîd ranebe aştî pêk nayê
09:00 Esnaf nikarin sîftehê bikin: Em heta êvarî vala vala rûdinin
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2024'AN
08:46 Tirkiyeyê di meha tebaxê de 13 gundên Minbicê bombebaran kir
08:31 Xelatgirê Nobelê: Êdî dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye
28/08/2024
21:20 Li Şirnexê "Xwendinên Azadiyê" berdewam dikin
20:22 Wê cenazeyê Gulistan Tarayê bînin Êlihê
20:18 Li Şirnexê gelek dever heta 15 rojan hatin qedexekirin
18:18 Ciwanên ku li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:24 Li Silopiyayê deklerasyona 1'ê Îlonê: Em dengê aştiyê bilind bikin
17:12 Hatîmogûllari serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:34 Li Narînê derdora Çemê Selmiyê digerin
16:23 Pênc ferdên malbata Gezîcî hatin tehliyekirin
15:50 Qetilkirina rojnamevanan wê bibe mijara rojeva Parlamentoya Iraqê
15:40 ‘Ev 4 hezar û 627 roj in em li edaletê digerin’
15:23 Festîvala Gimgimê di roja duyemîn de berdewam dike
15:01 Dewleta tirk li Bendava Dêrelukê tank bicihkirin
13:53 Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hate kirin: Dayikek û kurê wê hatin qetilkirin
13:18 Ji mitîngê re bang: Divê li Wanê dengê aştiyê bilind bibe
13:18 Li Rihayê zarokek hate tacîzkirin
12:38 DEDAŞ’ê ceyrana gundê Haciya Kurdan birî!
12:22 Parlamenter Yesarî: Tirkiye serweriya Iraqê binpê dike
12:01 Li Girtîgeha Çorlûyê li dijî girtiyan pêkanînên keyfî
10:39 Li Başûrê Kurdistanê di 31 salan de 34 rojnamevan hatin qetilkirin
10:37 DEDAŞê bi leşkeran bi ser gundê Dîrsekliyê de girt
10:36 'Peymana Enqere-Bexdayê konseptek nû ya îmhakirina kurdan e’
10:35 Sala nû ya perwerdehiyê bi pirsgirêkên giran dest pê dike
09:49 Der barê rojnamevan Kûrayê de îdianame: Nûçe û rojnamevanî sûc hatine hesibandin
09:49 Li Wanê amadekariyên 1'ê Îlonê: Ji bo aştiyê divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin
09:39 ‘Şermezarkirina rojnamegeran têr nake, divê helwest were nîşandan’
09:28 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
09:27 Li 31 girtiyan cezayê dîsîplînê hat birîn: Armanc taloqkirina berdana wan e
09:27 Bi şevbihêrkên dengbêjiyê çanda xwe zindî dihêlin
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Li Dîlokê zarokek hate qetilkirin