ENQERE - Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî du roj berê xwest girtiyên mahkûmê qederê (girtiyên edlî) bên efûkirin. Têkildarî daxuyaniya Bahçelî, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku ger li Îmraliyê maseya aştî û çareseiyê bê avakirin wê demê dibe ku efûya giştî bê rojeva Tirkiyeyê. Turkdogan xwest berî her tiştî xala 25'an a Qanûna Înfaza Ceza bê rakirin û girtiyên siyasî bên berdan.
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Prz. Ozturk Turkdogan, der barê daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ya xwest kesên wekî Alaattin Çakıcı, Kurşat Yilmaz û kesên din ên sûcê rûreşiyê kirine bên efûkirin û berdan, nirxandin kir. Turkdogan, diyar kir ku li Tirkiye beriya ku efû bê niqaş kirin gelek rojevên din divê bên niqaş kirin û wiha got: "Ev helwesta Bahçelî helwestek siyasî ye. Divê berî her tiştî kanûnên ceza ji hev bên cudakirin. Di serî de li Tirkiye di Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) Qanûna Dadgehên Ceza (CMK) û Qanûna Înfaza Ceza (CİK) pirsgirêkên gelek mezin hene. Di navbera qanûnên ceza de cudakariyên gelek mezin hene. Ji ber vê yekê divê ev zagon ji nûve bên rastkirin. Divê berî her tiştî mevzuata ceza ya Tirkiye li gorî pîvan û hiqûqa gerdûnî û startên gerdûnî bê amadekirin û rastkirin. Divê berî her tiştî pênaseya 'Terorê' bê guhertin. Tivê tevahiya Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) bi tevahî bê rakirin. Ji ber ku têgeha terorê pir berfireh e. Ji ber van tevliheviya zagonan li Tirkiye siyasetmedar, aktivis, parazvanên mafên mirovan, nivîskar û rojnameger ên ku serî li tundiyê nadin, tenê ji ber raman û îfadeyê rastî cezayên giran tên. Ev bi xwe garabet e.
Divê berî her tiştî ev yek bê rastkirin. Pêwiste bi tevahî Qanûna Têkoşîna Bi Terorê re (TMK) bê rakirin."
LI ŞÛNA TMK rake TCK JÎ BI SER DE PÎNE KIR
Turkdogan, destnîşan kir ku di sala 2005'an de Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) xistin meriyetê û ev qanûn li ser Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) zêde kir û wiha got: "Zagona heyî li şûna rake duqat zexm kir. Li ser TMK'ê TCK zede kir. Ji xwe xalên TMK'ê diyar dike ku ji kijan sûcdariyê tê darizandin û tawanbarkirin. Bi ser ve yekê de TCK jî zêde kirin û ceza li ser ceza zêde dikin. Bi vî awayî pergala du cerx ava kirin. Dîsa Qanûna Înfaza Ceza jî xwedî cudakarî ye. Ev zagon jî du standartiyê pêş dixe. Ev zagona înfazê bi taybetî bi piranî li ser girtiyên siyasî yên di çarçoveya TEM'ê de tên darizandin dixe nava xwe. Piştî OHAL'ê bi KHK'yan di qanûna înfazê de guhertin çê kirin. Girtiyên edlî yên tên darizandin berdana wan a bi şert ji 2/3'an daxistin 1/2'an.
Lê ji bo girtiyên siyasî guhertin nehat kirin. Berdana wan a bi şert dîsa 3/4 ye. Cudariyek mezin hat kirin.
'XALA 25'AN A QANÛNA ÎNFAZA CEZA LI DIJÎ DMME'YÊ YE
Turkdogan ani ziman ku xala 25'an a Qanûna Înfaza Ceza ku bi piranî girtiyen rasti cezayê giran ê mebbetê hatine û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî dixe nava xwe li dijî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa ye û wiha got: "Tenê ji bo kesekî qanûn ava kirin. Divê teqez xala 25'an a CÎK'ê bê rakirin. Ev xal li dijî DMME'ê ye. Ev girti jiber xala 25'an nayên berdan. Raste rast wan terkî mirinê dikin. Ev tiştekî pir bi tirs e. Em dikarin ji vê yekê re bêjin cezayê mirina hatiye dirêjkirin. Divê berî her tiştî ev yek bê rakirin. DMME'ê di sala 2014'an de der barê Abdullah Ocalan de biryar da. Xwest Tirkiye kesên rastî cezayê giran hatiye jî bi şert serbest berdin."
'EM NIKARIN LI SER EFÛYA KU HIN KESAN BERDIN Û GIRTIYÊN SIYASÎ BERNEDIN BI AXIVIN'
Turkdogan, li ser niqaşa efûyê jî rawestiya û wiha got: "Ger ku pirsgirêka kurd dîsa têkeve pêvajoya çareseriyê û maseya çareseriyê bê niqaşkirin, ger ku dîsa bi Abdullah Ocalan re pêvajoya diyalog û muzakereyê dest pê bike û ger li Îmraliyê maseya çareseriyê bê avakirin û Meclisa Tirkiye peymana aştiye qebûl bike û li Tirkiye serdemek nû bê destpêkirin, wê demê mirov kare qala efûya giştî bike. Ji bo rûpelek nû li Tikiye vebe mirov dikare li ser hemû mijaran niqaş bike. Ji bilî vê yekê em wekî parazvanên mafên mirovan li dijî kesên ku sûcê mirovahiyê kirine dê helwesta xwe berdewam bikin. Ji bo berpirsiyarên komkujiya Roboskê bên darizandin û cezakirin em dê israra xwe berdewam bikin. Ji bo kesên berpirsiyarê komkujiya jêrzemînên Cizîrê bên darizandin û cezakirin em dê israra xwe berdewam bikin. Le ger ku bi OHAL û KHK'ê girtiyên edlî bên berdan û yên siyasî neyên berdan em nikarin liser efûya giştî niqaş bikin.
'GER EFÛ BÊ XWESTIN DIVÊ BÊ CUDAKARÎ EFÛ BÊ XWESTIN'
Turkdogan herî dawî destnîşan kir ku berî her tiştî pêdiviya Tirkiye bi berdana girtiyên siyasî, hevşaredar, parlamenter û hevserokan heye û wiha bi dawî kir: "Em ji serokê MHP'ê Devlet Bahçelî re dibêjin "Başe Devlet Bahçelî hûn ji girtiyên qederê yên edlî re efûyê dixwazin, hûn çima ji rojnameger, girtiyên siyaî, parlementer, şaredar û parazvanên mafên mirovan û sendikavanan re efû naxwazin. Siyaset wisa nabe. Devlet Bahçeli, ji kesên tev li sûcên rûreşî û sûcê mirovahiyê bûne re dibêjin mahkûmê qederê. Lê ji deh hezaran kesên ji ber fikrên xwe tiştekî nabêje. Ger ku efûyê dixwazin divê cudakarî neyê kirin'